Malbata Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê li dijî tecrîdê çalakiyeke fedaî pêk anî, çû serdana Leyla Guven ku ev 132 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye
Malbata Zulkuf Gezen ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê çalakiyeke fedaî pêk anî, çû serdana hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 132 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.
Guven bi ketina hundir a dayik û bavê Gezen Havva Gezen û Şehmus Gezen û apê wî Ahmet Gezen hestiyar bû û giriya. Guven ku bi alîkariya keça xwe rabû ser xwe, dayik Gezer hembêz kir û demeke dirêj giriya. Piştre Guven sersaxî ji malbatê re xwest û ev tişt anî ziman: “Ez ji zindanê têm. Hestên li zindanê gelek cuda ye. Ji bo morala hevrêyên li zindanê baş bin, ez bi awayekî xurt li ber xwe didim. Min nedizanî ku dê Zulkuf vê barê giran bide ser milê xwe. Ez qurbana te bim Zulkuf. Cihê te bihuşt be. Te jiyan û berxwedana Mazlum Dogan hilbijart. Berxwedana fedaî yê Mazlum Dogan piştî 40 salan di şexsê rêheval Zulkuf Gezen de pêk hat. Rêheval Zulkuf Mazlum Dogan ê vê demê ye.”
Her wiha Guven ku destê dayika Gezen girt, got ku dilê te şewitî lê divê dilê dayikek din neşewite. AMED