Malbatên girtiyan, li Navçeya Esenyurt a Stenbolê şevê din li hev kom bûn çalakiya xwe di bin dorpêça polîs û TOMA’yan de berdewam kirin
Li navçeya Esenyurt a Stenbolê malbatên ku zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bedem û bêdorvceger de ne, bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe şevê din li qada Esenyurtê çalakiya rûniştinê berdewan kirin. Malbat di roja 11’an de li hev kom bûn û di bin dorpêça polîs û TOMA’yan de çalakî domandin. Her çend polîsan got, “Qedexe ye hûn nikarin rûnên” jî malbat kom bûn û di bin dorpêçê de çalakiya rûniştinê berdewam kirin. Polîsên ku bi TOMA malbat dorpêç kirin piştî demek derbas bû nasnameyên malbatan di Lêgerîna Agahiya Giştî (GBT) re derbas kirin. Malbatên ku duh êvarî rûniştin dê îro dîsa çalakiya xwe berdewam bikin. STENBOL