Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Malbatên çalakgerên grevê: Divê demildest daxwaz bên qebûlkirin

Malbatên kesên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê axivîn û piştgirî dan zarokên xwe. Malbatan xwestin demildest daxwaza zarokên wan pêk bên û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, di roja 150’emîn de didome. Her wiha çalakiyên ku bi heman armancî jî hatine destpêkirin bi biryardariyeke mezin didome.

Têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê malbatên çalakgerên grevê axivîn û piştgirî dan zarokên xwe û xwestin demildest tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Jina bi navê Hayriye Demîr ku 3 zarokên wê di girtîgehê de ne û yek jê 37 roj e di grevê de ye, diyar kirk u hemû jiyana wê li ber deriyên girtîgehan derbas bûye û wiha got: “Min bav û hevjînê xwe di îşkenceyê de winda kir. Ji ber zarokên xwe bi fikar im. Keça min 15 sal ceza girt û ev 10 sal e girtiye. Kurê min 36 sal ceza girt û 26 sal e girtiye. Kurê min ê din 6 sal û nîv ceza girt û 2 sal şûnde dê bê berdan. Ez niha tevî her tiştî ji bo zarokên xwe li ber xwe didim.”

Demîr di axaftina xwe de bang li rayaderên dewletê kir ku demildest dawî li tecrîdê bînin û got ku dê malbat jî ji destê wan bê dê bikin.

Jiyana wê li ber deriyên girtîgehan derbas bû

Jina bi navê Ayten Arikboga jî destnîşan kir ku 3 zarokên wê di girtîgehê de ne û divê grev demildest bi dawî bin. Arikboga da zanîn ku zarokekî wê 46 roj e di grevê de ye û got ku ew xwe dîtiye neditiye li ber deriyên girtîgehan de ye û her wiha bang kir ku divê daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin.

 

 

Bila rêya Îmraliyê bê vekirin

Dayika parlamentera HDP’ê Dersîm Dag ku ji 3’yê adarê ve li avahiya HDP’ê ya Amedê bi heman armancî di grevê de ye axivî û banga xwedîderketinê kir.

Dayik Kudret Dag diyar kir ku ew xwedî li zarokên xwe derdikevin û got ku ger tirk jî wek kurdan ji vî şerî re bigotina ‘êdî bes e’ dê niha bi hezaran kes ne di grevê de bûna.

Dayik Dag bi bîr xist ku Leyla Guven ev 150 roj in di greva birçîbûnê de ye û li girtîgehan jî rewşa girtiyên di grevê de ne gihiştiye asta krîtîk û wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Her diçe çalakgerên di grevê de dihelin. Bila daxwaz bên qebûlkirin, rêya Îmraliyê bê vekirin û darbest neyên. Divê rojek berî rojekê birêz Ocalan hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re çêbike.”

Her wiha dayikê kurdên ku piştgiriyê didin AKP jî rexne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji dêvla destekê didin AKP’ê, bila kesên di greva birçîbûnê de ne û her roj dihelin bibînin. Heta dikevin pêy Erdogan, bila xwedî li vîna xwe derkevin. Ger mirin çêbibe, berpirsiyar hemû kurd in. Birîndar tenê bi birîna xwe nizane, em hemû hay ji birîna xwe çêbibin. Ger agir bi darê bikeve, dê daristan hemû bişewitîne.”

Ji bo aramiyê divê tecrîd bi dawî bibe

Girtiyê bi navê Erhan Aydin ev 101 roj in li Girtîgehan Jimar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê li dijî tecrîdê di grevê de ye.

Birayê wî Bekîr Aydin ku hefta borî birayê xwe dît, diyar kir ku birayê wî gotiye heta tecrîd bi dawî nebe dê çalakiya xwe bidomîne.

Aydin anî ziman ku ew dixwazin rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Em dixwazin rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe da ku her kes bi aramî bijî. Birayê min zihîf bûye, lê moralê wî pir baş e. Em bang dikin, bila tecrîd bi dawî bibe û êdî dayik negirîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar