Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Malbatên çalakvanan: Zarokên me dihelin êdî dengê xwe derxînin

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de da zanîn ku ew piştgiriyê didin daxwazên zarokên xwe. Malbatan got ku ew naxwazin ji girtîgehan êdî cenaze derkevin û bang li raya giştî ya Tirkiye û cîhanê kir ku ji bo pêşîlêgirtina mirinan, dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin

Bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Çalakiya Guven roj bi roj berfireh bû. Bi taybet jî li girtîgehên bakurê Kurdistanê  û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê kir. Bi destpêkirina çalakiyê re zexta li ser girtiyan jî zêde bû û niha jî rewşa gelek girtiyan krîtîk e. Têkildarî mijarê malbatên girtiyan axivîn û bang li raya giştî kirin ku li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê bikevin nava liv û tevgerê.

 

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Devran Aslan (23) e. Aslan ku 25 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê tê girtin. Aslan ji 1’ê adarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Der barê mijarê dayika Aslan, Seyran Aslan axivî û diyar kir ku zextekê mezin li ser kurê wê û hevalên wî heye. Dayika Seyran anî ziman ku di hevdîtina telefonê ya dawî de kurê wê jê re gotiye; ‘heta ku tecrîd bi dawî dibe ez ê dev ji çalakiya xwe bernedim.’ Dayika Seyran destnîşan kir ku pêdiviyên girtiyan ên weke xwê, şekir, lîmon û fêkiyan nayê pêşwazîkirin û ev agahî dan: “Kurê min got ku ava wan qut dikin û tên derbkirin. Em dixwazin ev zext bi dawî bibin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji wir derkevin. Daxwaza me ew e ku em dengê xwe derxînin. Bila ev tecrîd êdî bi dawî bibe.”

Bang li welatên ewropî kir

Girtiyê bi navê Muzaffer Acû (23) ev 3 sal û 8 mehin li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Wanê tê girtin û Acû ji 1’ê adare ve di greva birçîbûnê de ye. Dayika Acû, Nîlufer Acû da zanîn ku dilê wê dişewite û wiha bang kir: “Em bang li Tirkiye û hemû welatên ewropî dikin ku dawî li vê bêdengiya xwe bînin. Zarokên me her roj dihelin û bi mirinê re rû bi rû ne. Her roj cenazeyek ji girtîgehê derdikeve. Bila êdî dilê dayikan neşewite. Divê dawî li vê tecrîdê bê anîn. Em dixwazin her kes dengê me bibihîze.”

‘Em li hemberî vîna wan rêz digirin’

Bavê girtiyê bi navê Ramazan Atabey ku li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Şakranê 100 rojin di greva birçîbûnê de ye, Abdurrahman Atabey jî di heman mijarê de axivî. Bav Atabay got ku divê tu kes li hemberî mirina zarokên wan bêdeng nemîne. Atabey diyar kir ku kurê wî ji 73 kîloyan daketiye 55 kîloyan û wiha derbirî: “Me di meha adarê de pê re hevdîtin kir. Dema hat jî hevalên wî ketibûn bin milên wî. Lê ji bo ku em xemgîn nebin, bi hêz disekinî. Em li hemberî vîn û biryara wan rêz digirin. Bi qasî ku ji destê me tê em ê dengê wan belav bikin. Bi hezaran girtiyan bedena xwe daye ber mirinê û em dixwazin ev mijar çareser bibe. Weke malbatên girtiyan em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê kes tecrîdê qebûl neke. Tevî ku dest û lingên girtiyan girêdayî ne jî çalakiyan dikin.”

‘Xwarin di qirika me de naçe’

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel jî di 8’ê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Têkildarî çalakiya Temel, malbata wî axivî û destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de hemû kurd tên tecrîdkirin.  Dayik Narînç Temel bi lêv kir ku ji bo pêkhatina aştiyê pêdivî bi şikandina tecrîdê heye. Dayik Temel anî ziman ku çalakiya Leyla Guven mafdar e û xwest ku zilma li ser gelê kurd bi dawî bibe. Dayik Temel destnîşan kir ku dema sifreyê radixin, zarokên wan tên bîra wan û wiha got: “Leyla tê bîra me û xwarin di qirika me de dimîne. Em naxwazin di girtîgehan de tu kes bimre. Divê gav bên avêtin û rê li ber mirinan bê girtin. Dema Leylayê dibînim, cîhana min disekine. Mesele ne kurê min e, hemû zarokên min in.” Bav Şukru Temel jî daxuyand ku daxwaza çalakvanan daxwazeke insanî û hiqûqî ye. Bav Temel got ku tekane daxwaza wan rakirina tecrîdê ye.

‘Em bi çalakiya zarokên xwe serbilind di’

Ji 141 girtiyên li Girtîgeha Wanê di greva birçîbûnê de yek jî jê parêzer Dundar Koç e. Koç ku ev 2 sal in di girtîgehê de ye, ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Der barê rewşa Koç de bavê wî Haci Koç axivî û da zanîn ku weke malbat ew destekê didin daxwazên zarokên xwe. Bav Koç diyar kir ku hemû girtî zarokên wan in û ew bi çalakiya zarokên xwe serbilind in. Dayika Koç, Halîme Koç jî xwest ku tecrîd bi dawî bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar