Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Malbatên ewladên xwe ji dest dane dê piştgirî bidin Partiya Çepên Kesk

Bavê Hêlîn Palandoken û dayika Aysûn Yildirim yên ku bi destê mêran ve hat kuştin û desthilatê jî ew parastin, gotin ewê ji bo edalet û mafê jinan di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.

Di dema desthilatdariya AKP’ê de tundiya li dijî jinan, kuştin û ‘mirina bi guman’ a jinan zêde bûn. Qanûna bi hejmara 6284’an ku ji bo cezakirina kujerên jinan hatiye amadekirin, ji aliyê desthilatdariyê ve bêkêr hatiye hiştin. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re desthilatdariya AKP’ê ya ku kêm kiriye, Partiya Yenîden Refah û Huda Par ên bi dijminatiya xwe ya li jinan têne naskirin, tevlî tifaqa xwe kir.

Hêlîn Palandoken ku dema ji dibistanê derket ji aliyê mêrê bi navê Mûstafa Yetgîn ve bi çekê hate qetilkirin û bû yek ji sembola kuştina jinan li Tirkiyeyê hîn 17 salî bû. Salek piştî qetilkirina Palandoken, jin a ciwan Aysûn Yildirim ji avahiya ku lê dixebitî, ji qatê sêyemîn ‘ket’ xwarê û jiyana xwe ji dest da. Malbata Aysûn Yildirim xwest bûyer bê lêpirsîn, lê belê daxwazên wan ji aliyê dadgehê ve hate redkirin. Di encama têkoşîna rêxistinên jinan de gumanbar aşkere bûn, lê belê dadgehê daxwaza lêpirsînê red kir.

Bi Partiya Çepên Kesk wê biguhere

Nîhat Palandoken ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku keça wî bi çekeke ji ser înternetê hatî kirîn, hate kuştin. Nîhat Palandoken anî ziman ku li Tirkiyeyê hejmara biçekbûna şexsî gelekî zêde bûye, bi taybetî jî ji ser înternetê çek bi hêsanî tê firotin. Palandoken got, “Em li hemberî vê têkşoiyan, li hemberî biçekbûna şexsî me kampanya dan meşandin. Armanca me ew e ku ev sîstema pûç ji holê bê rakirin. Beriya demekê ji bo hevdîtinê çûm gel Kemal Kiliçdaroglû. Ji bo rawestandina biçekbûna şexsî û kuştina jinan, ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê û qanûna 6284’an me soz jê wergirt. Diyar kir ku eger bibe desthilatdar wê vê yekê bike. Dengekî me ji bo Kiliçdaroglû ye, dengekî me jî ji bo Partiya Çepên Kesk e. Dema ku Partiya Çepên Kesk li Meclîsê xurt be, wê gelekî bi kêr bê. Gava ev sîstem holê hate rakirin wê her tişt biguhere.”

Ji bo edalet û mafên jinan piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk

Husniye Yildirim diyar kir ku keça wê Aysûn Yildirim bi rengekî bi guman hate kuştin û anî ziman ku li gel hemû hewldanan jî kujer nehatiye darizandin. Yildirim got, “Xwedî li kujeran derketin. Ji bo edalet pêk were, ji bo mafên jinan, mafên mezlûman di hilbijartinê de ji bo serokkomariyê em piştgiriyê didin Kiliçdaroglû, ji bo parlamenteriyê jî piştgiriyê didin Partiya Çepên Kesk. Ji bo jin li vî welatî neyên kuştin, divê qanûn bi xurtî bi cih bêne anîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar