Li Wanê malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de axivîn û piştgirî dan zarokên xwe. Malbatan dan zanîn zarokên wan li dijî tecrîdê li ber xwe didin û gotin ku bêdengiya li dijî vê yekê şerm e û divê her dest dengê xwe bilind bike
Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Li Wanê malbata girtiyan axivîn û xwestin daxwazên zarokên wan rojek beriya rojekê bên qebûlkirin.
Halîme Aydin, dayika Rojhat Aydin ku li Girtîgeha Tokatê ev meheke di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku dilê wan ji bo zarokên wan ên di grevê de ne dişewite û wiha got: “Em naxwazin zarokên me bimirin. Dilê me dişewite. Wexta em li ser sifreyê rûdinên nan di qirika me de naçe. Em ji xwe dipirsin û dibên ‘ma wexta ew birçîbin em ê çawa xwarinê bixwin?’ Wexta em serê xwe datînin ser balgiyê, zarokên me tên ber çavê me. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û rojek beriya rojekê daxwaza çalakgeran bê qebûlkirin.”
Zelîha Aydin, dayika Nazmî Aydinê ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku daxwaza zarokên wan daxwaza wan e û wiha domand: “Her roj guhê me li grevên birçîbûnê ye. Bila tecrîd bi dawî bibe da ku grevên birçîbûnê jî bi dawî bibe. Em perîşan bûne, roj li me bûne zindan. Daxwaza me dayikan tenê bidawîbûna tecrîdê ye.”
Divê kes li malê rûnenin
Aslihan Tîmûr, dayika Botan Tîmûr ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, da zanîn ku hefteyeke berê wê kurê xwe dîtiye û kurê wê gotiye ‘Hûn jî piştgiriyê bidin çalakiya me. Wê çalakiya me heta dawiyê dewam bike’ û wiha axivî: “Divê em dayik jî êdî li malê rûnenên. Bila malbat û parêzer Abdullah Ocalan bibînin. Bila tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê bi dawî bibe.”
Meryem Abî, dayika Necdet Abî ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku hefteyek berê kurê xwe dîtiye û kurê wê gotiye ‘heta parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin pêk neynin dê çalakiya me bidome’ û dayikê da zanîn ku ew jî dixwazin tecrîd bi dawî bibe û zarokên wan bijîn.
‘Bila zarokên me nemirin’
Gulhezar Onvercan, dayika Delîl Onvercan ku li Girtîgeha Tekîrdagê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, ev tişt anî ziman: “Êdî em naxwazin zarokên me bimirin. Em dixwazin aştî bê. Êdî bila dayik negirîn. 2 zarokên min jiyana xwe ji dest dane û 2 jê jî di girtîgehê de ne. Ez bang li cîhanê, li dayikan dikim. Dest bidin destê hev du. Em ji xeynî aştiyê tiştekî naxwazin. Em li cem zarokên xwe ne. Em ê şopdarê doza wan bin.”
Her wiha Medîne Kiyag, dayika Kadîr Kiyag ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku ew hemû li ber xwe didin û ev tişt anî ziman: “Em ê dev ji vê berxwedanê bernedin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Bav û kalên me li ber xwe dan, em ê jî li ber xwe bidin. Her wiha ev bêdengî şerm e. Divê em dengê xwe bilind bikin.” WAN