Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Malbatên girtiyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Malbatên girtiyan di çalakiyên “Deng bide azadiyê” yên li Amed û Mêrdînê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan û daxwaza azadiya wî ya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kirin.

Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya du hefteyan carekê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşengiya malbatên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Amedê pêk tê li ber AZC Plaza ya Semta Ofîsê hat lidarxistin. Ji bilî gelek malbatên girtiyan rêxistinên DBP) û DEM Partî yên Amedê, MED TUHAD-FED û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn.

Çalakvanên ku pêşmalkên li ser “Deng bide azadiyê” dinivîsandin, dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin.

Malbata girtiyan Nazîme Boltan anî ziman ku ew bi mehan e di çalakiyê de ne û ev tişt got: “Daxwazên zarokên me bi cih bînin. Zarokên me azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Em çawa bi zarokên xwe re hevdîtinê dikin bila Abdullah Ocalan jî hevdîtinê bike. Em naxwazin zarokên me tu çalakiyên din bikin.”

Yek malbateke din a girtiyan Rabîa Ataş jî çalakiya girtiyan a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo bi bîr xist û wiha got: “Heke tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe dê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Ez hefteya borî çûm girtîgehê. Dema zarokên me hatin hevdîtinê lêgerîna tazî kirin. Keça min di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Em vê zilmê qebûl nakin.”

Nûray Abay, anî ziman ku bi salan e nêviyê xwe yê dîl girtî nedîtiye û diyar kir ku ev yek zilm e û xwest tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin.

Çalakiyê li Mêrdînê

Malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê li Mêrdînê bi banga “Deng bide azadiyê” li dijî tecrîda li ser Rêber Apo daxuyanî da. Girseya ku li Parka Karayollari hate gelhev, pankarta “Tecrîdê bi dawî bikin” vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibûca diyar kir ku heta tecrîd were rakirin dê dengê xwe derxînin, li kolanan û qadan bin. Acibûca wiha berdewam kir: “Em hemû jî dizanin ku ev tecrîd bêhiqûqî ye, zilm e, neheqiyeke mezin e. Em bi tecrîdê dizanin ku girtiyên siyasî bi bêhiqûqiyan di bin zilmê de tên ragirtin. Em ji vir bang li desthilata AKP’ê û MHP’ê dikin. Hûn bi israrin ku vê pergala xwe ya qirêj li ser girtian bidomînin. Em jî dibêjin ku heta ku ev tecrîd neyê rakirin, em jî nasekinin û serî natewînin. Em tecrîda li girava Îmraliyê rakin. Rakirina tecrîdê dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî bibe rêyek.”

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo li tu dera cîhanê nîne û anî ziman ku tecrîd ne tenê di şexsê Rêber Apo de li girtîgehan, li kolanan li her deran tê pêkanîn.

Tanhan bi lêv kir ku bi tecrîdê daxwaza kurdan tê paşguhkirin û wiha berdewam kir: “Tecrîda li ser birêz Ocalan tecrîda li ser gel û civakê tê pêkanîn e. Îro li Rojhilata Navîn li her derê şer heye. Li her derê ji bo şer hewl tê dayîn. Lê yekane kesek heye ji bo aştiyê hewl dide. Li Tirkiyeyê û Kurdistanê yekane kesê ku aştiyê dixwaze birêz Ocalan e. Heke hûn bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin mûxatab birêz Ocalan e. Fikrên wî ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo hemû cîhanê girîng e. Ji ber van sedeman divê hûn bêyî deqîqeyekê bisekinin tecrîdê bidawî bikin û pêşiyê li vî şerî bigirin. Bila dengê aştî û demokrasiyê bilind bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar