Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbatên girtiyan: Divê gel axa mirî ji ser xwe biavêje

Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, diyar kirin ku ger pêwîst bike ew jî bi malbatî bikevîn greva birçîbûnê û bang li gel kirin ku axa mirî ji  ser xwe biavêjin û rabin ser pêyan

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 139’an de didome. Bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyan didome.

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Leyla Teymûr (25) e. Teymûr bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye girtin û 9 sal û nîv ceza lê hatiye birîn û 3 sal in girtiye. Teymûr ji li Girtîgeha Jina ya Tarsûsê ji 15’ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.

Piştgiriyê didin daxwazên zarokên xwe

Dayika wê Gulistan Teymûr, destnîşan kir ku 71 roj in keça wê di greva birçîbûnê de ye û ew piştgiriyê didin daxwaza zarokên xwe. Teymû diyar kir ku heke pêwîst bike dê bi malbatî têkevin greva birçîbûnê û wiha domand: “Ez dayik im û dixwazim rojek berî rojekê aştî çêbibe. Divê gelê kurd bibe yek. Divê gel xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkeve. Heta tecrîd bi dawî nebe dê çalakî dewam bikin.

Divê ev tecrîd bi dawî bibe.”

Rewşa çalakgeran di asteke krîtîk de ye

Biryê Leyla Teymûr, Abdullah Teymûr (30) jî ev tîşt anî ziman: “Niha di serî de rewşa Leyla Guven û Nasir Yagiz, bi giştî rewşa hemû çalakgeran di asteke krîtîk de ye. Em dizanin ger tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bi dawî bibe dê aştî bê Tirkiye û Kurdistanê. Niha zarokên me di dest pergalê de ne. Daxwaza wan daxwaza me ye û em piştgirî didin daxwazên wan.”

‘Bila her kes rabe ser pêyan’

Dayika Omer Kabul ê li Girtîgeha Tîpa L ya Panos a Agiriyê dimîne û di roja 100’emîn a grevê de ye, Emîne Kabul jî bang li hemû aliyan kirin ku bila deng bidin daxwazên mafdar a girtiyan.

Dayik Kabul diyar kir ku kurê wê ev 100 roj in di grevê de ye û êdî nihare derkeve hevdîtinan telefonê û got ku daxwaza girtiya daxwazên wan e û xwest civak axa mirî ji ser xwe biavêje û rabe ser pêyan.

Di axaftina xwe de Kabul bal kişand ser rewşa girtiyan û da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya girtiyan ne baş e û wiha got: “Çermê kurê min pir tenik bûye. Kîlo dabû.  Hemû girtî rewşa wan ne baş bû. Ne tenê kurê min hemû girtî ji bo min wekhev in. Hemû zarokên me ne. Niha em nizanin rewşa wan çawa ye. Em nizanin ku çi dikin, dema ne rehet dibin, ji bo wan çi dikin. Rewşa tenduristiya wan ne baş e, lê moralê wan baş e. Hîn ku rewş zêde xirab nebûye divê demildest çareserî pêk bê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar