Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Malbatên girtiyan: Em ê çalakiya xwe bidomînin

Malbatên 6 girtiyên duh li ber Girtîgeha Gebze dest bi çalakiya nobetê kirin û hatin binçavkirin, bi şev hatin berdan. Însîsiyatîfa Piştevahiya Zindanan a Marmara diyar kir ku dê nobeta xwe berdewam bike

Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Gebze ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, duh bi armanca piştevaniyê li ber Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebze dest bi çalakiya rûniştinê ya nobetê kirin. Malbat piştî hevdîtina bi zarokên xwe re kirin, li hev kom bûn dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn û 6 kes hatibûn binçavkirin. 6 kesên hatin binçavkirin, piştî îfade dan serbest hatin berdan.

‘Em ê çalakiya xwe dewam bikin’

Înîsiyastîfa Piştevaniya Zindanan a Marmara, derbarê binçavkirinan de daxuyanî da û wiha got: “Çalakiya rûnştinê ya nobeta bêdem û bêdorveger a malbatên girtiyan ên li ber Girtîgeha Gebze li darxistin, şevê din bi operasyona binçavkirinê, hat xwestin bê şikandin. Lê malbatên me di çalakiya xwe de bi israrin. 6 dayikên me yên hatin binçavkirin, piştî li Midûriyeta Polîsan îfade dan hatin berdan. Em ê îro çalakiya xwe dîsa li ber Girtîgehaha Gebzeyê berdewam bikin. Em bang li hemû gelê xwe, gelê Tirkiyeyê yê domokratîk, nivîskar û rewşenbîran dikin ku bi piştevaniyek mezin, xwedî çalakiya me derkevin. Ji bo ku mirin pêk neyên deng bidin zindanan.” KOCAELÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar