Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Malbatên girtiyan: Ew berxwedan ji bo me hemûyan e

“Îro ne tenê zarokê min di zindanê de ye. Piraniya zarokên me di zindanan de ne û mafên wan tê binpêkirin, tahde, zext û zilm li wan tê kirin. Zarokên me li hemberê wê zilmê îro bedena xwe dane ber mirinê

Çalakiya grevên birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên girtiyan hat destpêkirin berdewam dike. Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de cih digirin bertek nîşanî bêdengiya civakê dan û banga piştgiriyê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkîyeyê û bakûr Kurdistanê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 9’an berdewam dike. Malbatên girtiyan ên li navçeya Licê ya Amedê dimînin banga piştgirî û xwedî derketinê dikin.,

Sedat Baygeldî yek ji wa kesên ku di grevê de ye û li girtîgeha tîpa H a Dîlokê dimîne ye. Sedat ê ku di koma 3’emîn a çalakiyê de bû di sala 2013’an de hat girtin û ji Amedê sirgûnê girtîgeha Dîlokê hatiye kirin. Dayika Sedat, Şukran Baygeldî  banga xwedî derketinê kir.

‘Ew ji bo me hemûyan li ber xwe didin’

Şukranê diyar kir ku ew ê wek dayika girtiyekî heta dawiyê têkoşînê bide û wiha got: “Îro ne tenê zarokê min di zindanê de ye. Piraniya zarokên me di zindanan de ne û mafên wan tê binpêkirin, tahde, zext û zilm li wan tê kirin. Zarokên me yên ku li hemberê wê zilmê serî natewînin îro bedena xwe dane ber mirinê. Ew tenê ne ji bo xwe di berxwedanê de ne ji bo me hemûyan di berxwedanê de ne. Xwedîderketina li çalakiya wan ji bo me berpirsyariyek e. Me wek dayikan di çalakiya greva birçîbûnê ya ewilî de jî têkoşînan dabû , em ê îro jî têkoşîna xwe bidomînin. Ez heta dawiyê li pey doza kurê xwe û ya hemû girtiyên sîyasî me. Bila êdî malbat dawî li bêdengiya xwe bînin û li zarokên xwe xwedî derên. Daxwazên zarokên me daxwazên rewa ne û divê werin qebûlkirin. Erka me ya malbatan jî li şûna tirs û bêdengiyê xwedîderketina li çalakiya wan e.”

‘Rêya wan rêya rast e’

Şukranê got ku lawê wê du sal berê jî ketibû greva birçîbûnê û wiha axivî: “Lawê min di çalakiya sala 2018-2019’an  de jî 90 rojî di greve de mabû. 90 roj ne hindike. Piştî ku grev bi dawî bû ez çûm hevdîtina lawê xwe laş û organê wî kul û birîn bibûn. Lê wî birînên xwe ji bo ku nebînim vedişart. Lê min jê re got ‘lawo ew rêya heqe ku tu têde yî, ne rêyek ne heq e’. Wê çaxê gelek girtî pêrîşan bibûn lê lawê min ji ber ku kezeba wî av digirt gelek pê zor hatibû. Niha jî di greve de ne û ez dizanim ku dîsa kezeba wî diêşe lê ew têkoşîneke mafdar dide û heta dawî li pişt wî me. Ew pêngava ku niha dest bi greve kirine dîsa rêya hemûyan e. Li dijî vê zilmê ji bo girtî û tecrîdê çareseriyek mayînde bibe.”

‘Bi 2-3 dayikan ew têkoşîn nameşe’

Şukranê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Jixwe şert û mercên girtîgehan tên zanîn. Ne di aliyê xwarinê de û ne jî jî aliyê paqijî û hîjyenê de tiştek heye. Dema kurê min bi telefonê digere, ji min re dibêje  ‘yadê hûn çima li cihê xwe sekinîn e’ lê belê ez bi tena serê xwe rabim bi ku ve biçim. Lazim e ku em hemû dest bidin destê hev ji bo çalakiya wan bi ser keve li ber xwe bidin. Bi 2-3 dayikan ew têkoşîn nameşe. Loma divê hemû dayik û kesên xwedi wîjdan û edaletê hene rabin ser piyan.”

Mehmet Şîrîn Polat jî 5 sal in di girtîgeha tîpa D ya Amedê de dimîne û di çalakiya girevên birçîbûnê de di koma 5’yemîn de cih girtiye. Dayik Şîrîn Şanaz polat  bertek nîşanê bêdengiya li hember çalakiya grevên birçîbûnê da.AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar