Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de axivîn. Malbatan diyar kir ku rewşa zarokên wan baş nîne û divê gavên lezgîn bên avêtin. Malbatan got ku ruhê Mazluman bi berxwedana zarokên wan careke din zindî bûye û bang li temamiya gelê kurd kirin ku beriya ji girtîgehan darbest derkevin, rabin ser pêyan
Bi hezaran girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Rewşa gelek girtiyan asta krîtîk derbas kiriye û li hêla din jî 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çalakiya rojiya mirinê de ne. Ji bo rakirina tecrîdê, piştgiriya bi daxwazên zarokên xwe û bal kişandina ser rewşa wan, malbatên girtiyan jî ji Pirsûsê heta Wêranşar, Edene, Amed û Gebzeyê bi rê û rêbazên cuda li ber xwe didin. Malbatên girtiyan têkildarî mijarê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
Dayika Sabriya Bahadir jî yek ji van dayikan e. Kurê dayika Sabriye, Ahmetcan Bahadir li Girtîgeha Jimar 3 ya Tîpa T ya Tarsûsê tê girtin û 65 rojin di greva birçîbûnê de ye. Dayika Sabriye jî ji bo piştgiriya bi çalakiya kurê xwe re ji 26’ê nîsanê ve li mala xwe di greva birçîbûnê de ye. Dayika Sabriye anî ziman ku rewşa girtiyan roj bi roj xerabtir dibe û wiha got: “Ez li dijî bêdengiyê ketim greva birçîbûnê. Dema kurê min li wir birçî, ez nikarim li vir têr bigerim. Ez bang li her kesî dikim ku destê xwe deynin ser wijdana xwe û destekê bidin. Bila tecrîd bi dawî bibe û zarokên me bijîn.”
Rewşa Demîr nebaş e
Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Emrecan Demîr (29) e. Demîr di sala 2016’an de li Antalyayê hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Ev sê salin jî li Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê tê girtin û ji 14’ê sibatê ve jî di greva birçîbûnê de ye. Malbata Demîr ku li Mêzgir a Dêrsimê dimîne, ji ber rewşa kurê xwe bifikare. Têkildarî rewşa Demîr bavê wî Hasan Demîr axivî û got ku gelek nexweşî di kurê wî de peyda bûne.
‘Ruhê Mazluman zindî bûye’
Bav Demîr diyar kir ku bijîşk rewşa zarokên wan kontrol nakin û ev agahî dan: “Pêdiviyên wan ên jiyanî nadin û zexta derûnî li wan dikin. Di şexsê birêz Ocalan de hemû qadên jiyanê tên tecrîdkirin. Zarokên me li dijî vê yekê dest bi berxwedanê kirin. Divê di serî de wezareta dadê, hemû rayedar divê guh bidin van daxwazan û tecrîdê bi dawî bikin. Zîhniyeta Kenan Evren û Esat Oktay Yildiran hêj didome. Wehşeta li zindana Amedê, bi berxwedana girtiyan hat sekinandin. Ruhê Mazlum, Kemal, Xeyrî, Ferhat û Aliyan li zindanan zindî bûye. Dibe ku zarokên me yek bi yek bimirin jî lê vîna wan dê bi ser bikeve. Em jî dê li derve li ber xwe bidin.”
Çalakvana rojiya mirinê Ardil Çeşme
Girtiya bi navê Ardil Çeşme ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê di greva birçîbûnê de bû û di 30’ê nîsanê de jî çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Der barê mijarê xwişka wê Yeter Çeşme Seyhan axivî. Seyhan li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê tev li çalakiya dayikan dibe û endamên din ên malbatê jî li Amedê tev li çalakiyan dibin. Seyhan got ku xwişka wê di sala 1994’an de hatiye girtin û ji wê demê ve tev li hemû grevên birçîbûnê bûye.
Hevdîtina dawî
Seyhan bi bîr xist ku dema di sala 1996’an de xwişka wê kete greva birçîbûnê, dayik û bavê wê çûn Enqereyê û ji bo piştgiriyê mehekê ketin greva birçîbûnê. Seyhan destnîşan kir ku berxwedan li ku bûya, ew li wir bûn û niha jî piştgiriyê didin çalakvanan. Seyhan wiha bi dawî kir: “Ardil keseka xwedî bi biryare. Jiyana wê bi têkoşînê derbas bû. Biçûka malê bû. Loma ji bo me biqîmet e. Xwişka min 25 sal in girtiye. Hêvîdarim çalakiya wan bi ser keve. Piştî biryara rojiya mirinê, ez çûm girtîgehê. Em pir hestiyar bûn. Ne ew û ne jî em pir ne axivîn. Biryareke pîroz e. Ya dikeve ser milê me jî rêz girtin û piştgiriye. Di hevdîtinê de got; ‘heta niha tiştek nehatiye kirin. Ger hûn nikaribin bikin, nexwe em mecbûr in bedena xwe bidin ber mirinê û dê vê bikin.’ Bêdengiya gel me ditirsîne. Divê êdî her kurdek rabe ser pêya û çi ji destê wî tê bike. Divê beriya mirinan pêk bê. ”