Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Malbatên girtiyan li Baroya Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin

Malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ne, li Baroya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kir. Dayikan da zanîn ku ew piştgiriyê didin daxwazên zarokên xwe û xwestin ku tecrîd bi dawî bibe. Dayikan destnîşan kir ku ew naxwazin darbestên zarokên wan ji girtîgehan derkevin

Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hate destpêkirin. Çalakiya Guven kete roja 154’emîn. Di heman demê de çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlêrê di roja 141’emîn de, ya 14 çalakvanên li Strasboûrgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 115’emîn de û ya koma yekemîn a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ya li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî 116 roj li pey xwe hişt. Ji 1’ê adarê ve jî zêdetirî 7 hezar girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.

Malbatên ku zarokên wan li girtîgehan di greva birçîbûnê de, bi heman daxwazên zarokên xwe ketin nava liv û tevgerê. Xizmên girtiyan ji bo ku dengê zarokên xwe bidin bihîstin û daxwazên wan vebêjin, li Baroya Amedê ji bo 3 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Malbatên ku di çalakiyê de, wêneyên zarokên xwe hembêz kirin û daxwazên zarokên xwe parve kirin. Malbatan di çalakiyê de dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ berz kirin. Ji ber çalakiyê polîsan avahiya Baroya Amedê dorpêç kirin.

‘Em jî dê mîna zarokên xwe birçî bin’

Di çalakiyê de li ser navê dayikan, Dayika Aştiyê û xizma girtiyan Nezahat Teke axivî. Teke diyar kir ku hemû dayikên li Baroya Amedê xwedî êş in û wiha dom kir: “Ji bo ku daxwazên zarokên xwe bînin ziman, em hatin Baroya Amedê. Baro cihê hiqûq û edaletê ye. Leyla Guven îro 154 rojin li dijî tecrîdê di greva birçibûnê de ye. Bi mirinê re rû bi rû ye. Em jî ji bo ku zarokên me nemirin li vir dest bi nobedê dikin. Madem ku zarokên me birçî ne, wê demê em jî dê birçî bin. Em duh çûn serdana zarokên xwe. Rewşa wan baş nîne û xew bi çavê me nakeve. Ji girtîgehan 7 cenaze derketin û destûr nedan ku malbat li gorî daxwaza xwe zarokên xwe defin bikin. Em naxwazin darbestên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Bila her kes êdî dengê me bibihîze. Tekane daxwaza me ew e ku zarokên me nemirin.”

Rêveberên baroyê piştgirî dan çalakiyê

Cîgira Seroka Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman jî bi lêv kir ku daxwazên girtiyan rewa û hiqûqî ne. Koluman destnîşan kir ku daxwazên dayikên girtiyan, daxwazên wan jî ne û wiha pê de çû: “Tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî hiqûqê ye. Ji bo bidawîkirina tecrîdê, hikûmet bi erka xwe ranabe. Em çalakiya dayikan rewa dibînin û piştgiriyê didin.”

Rêveberê Baroyê Serdar Çelebî jî anî ziman ku hatina malbatan a baroyê nîşan dide ku baweriya mirovan a ji hiqûqê hêj bi dawî nebûye. Çelebî da zanîn ku dê heta dawiyê piştgiriyê bidin malbatan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar