Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Malbatên girtiyan: Me û zarokên me bi tenê nehêlin

Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de da zanîn ku rewşa girtiyan di astekî krîtîk de ye. Malbatan destnîşan kir ku bêdengî rê li ber mirinê vedike û gotin ku roj ne roja rûniştina li malê ye. Malbatan anîn ziman ku divê wekîl û gelê kurd wan bi tenê nehêlin

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, 158 roj li pey xwe hişt. Bi heman daxwazê, zêdetirî 7 hezar girtî jî li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di berxwedana greva birçîbûnê de ne. Her wiha li başûrê Kurdistanê û derveyî welat jî bi dehan kes bi heman boneyê di greva birçîbûnê de ne. Têkildarî mijarê malbatên girtiyan bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.

Ji bo piştgiriya bi berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de, malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê di 9’ê nîsanê de dest bi çalakiya rûniştinê kir û çalakî didome. Malbatên girtiyan heta niha du caran hatine binçavkirin û tevî şertên nebaş jî çalakiya xwe didomînin. Malbat dixwazin ku di zûtirin dem de daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Bang li dayikan kir

Der barê mijarê de dayika girtî Alî Îlhan Bayar ê ji 26’ê kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa F-1 a Tekîrdagê di greva birçîbûnê de ye, Zeynep Bayar got ku divê hemû xizmên girtiyan dengê xwe bilind bikin. Bayar anî ziman ku roj ne roja rûniştinê ye û wiha pê de çû: “Bi taybet jî bang li dayikan dikim ku rabin ser pêyan. Tenê kêliyekî ku em winda bikin nemaye.  Ji xwe piraniya kesên ketine grevê, dê seqet bimînin. Em ê hêj çi winda bikin? Ez bang li Emîne Erdogan dikim. Kurê te 108 rojan birçî be tu dê çawa li cihê xwe rûnî? Tu dê wisa rawestî? Tu jî ne dayikî? Bila êdî rayedar dengê me bibihîzin.”

‘Ji ber ku em hindik in êrîşî me dikin’

Dayika Newroz Bozkurt a ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de, Sûltan Bozkurt jî anî ziman ku tevî ku 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne jî, hikûmet xwe li bêdengiyê datîne. Bozkurt got ku dewleta tirk hem dikuje û hem jî nahêle cenaze bên veşartin. Bozkurt da zanîn ku heta tecrîd bi dawî dibe dê çalakiya xwe bidomînin û wiha bi dawî kir: “Ez bang li rayedarên dewletê dikim ku dengê dayikan bibihîzin û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin. Ez bang li wekîlên me û gelê kurd jî dikim ku me û zarokên me bi tenê nehêlin. Ji ber ku em hindikin êrîşî me dikin û nahêlin em li ber girtîgehê bisekinin. Em dixwazin ku piştgiriyê bidin me.” Ji xizmên girtiyan Guler Bugday jî diyar kir ku zarokên wan roj bi roj dihelin û ew dixwazin ku tecrîd bi dawî bibe.

Girtî ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Ozan Hebûn Sumelî ye. Sumelî ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Jimar 5 a Sîlîvriyê di greva birçîbûnê de ye. Bavê Sumelî, Mehmet Nacî Sumelî da zanîn ku kesên di greva birçîbûnê de, ji bo azadî û demokrasiyê tedikoşin û ji bo vê yekê her kesên heq, hiqûq û demokrasiyê dixwazin divê dengê xwe li dengê girtiyan zêde bikin. Bav Sumelî bang li dewleta tirk kir ku li gorî qanûnên xwe tevbigere.

 

‘Daxwazên girtiyan daxwazên me ne’

Xwişka Sertaç Kiliçaslan ku ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye, Saadet Çaçan jî bi lêv kir ku birayê wê 9 kîloyan zeîf bûye. Çaçan destnîşan kir ku daxwaza girtiyan, daxwaza wan e jî divê êdî cîhan dengê girtiyan bibihîze. Xwişka Ramazan Çeper ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê ji 16’ê kanûna sala 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye, Aysûn Çeper jî bi lêv kir ku hefteyek berê bi birayê xwe re hevdîtin kiriye û ev agahî dan: “Moralê wî baş bû lê tenduristiya wî xerab bû. Bêdengiya li derve xeternak e. Ev mirov li ber çavan dihelin û divê her kesê xwedî wijdan rabe ser pêyan.”

Uste nedikarî li ser pêyan bisekine

Girtiyê bi navê Yîgît Uste ku 18 salî ye, di 7’ê cotmeha sala 2018’an de li Îzmîrê hate girtin û niha li Girtîgeha Tîpa T ya Menemenê dimîne. Uste ji 1’ê adarê ve jî di greva birçîbûnê de ye. Bavê Uste, Harbî Uste têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku kurê wî 10 kîloyan zeîf bûye. Uste di berdewamê de jî ev agahî dan: “Di 9’ê nîsanê de bi awayekî kelemçekirî anîn Edliyeya Îzmîrê. Bêhal bû û nedikarî xwe biparêze. Beriya ku bê dadgehê, tenê şekir xwaribû û di qirika wî de zeliqî bû. Nedikarî ser pêyan bisekine û pirsên dadger fêm nedikirin. Cendirme ketibûn bin milê wî û danişîna wî taloqî 25’ê gulanê hate kirin. Heta grevên birçîbûnê dewam bikin dê beşdarî danişînê nebe.”

‘Bêdengî teslimiyet e’

Bav Uste daxuyand ku grev ketine astekî krîtîk û divê gelê kurd dakeve qadan. Bav Uste da zanîn ku bêdengî teslîmiyet e û divê tu kes li mirinan temaşe neke. Bav Uste wiha bi dawî kir: “Ger tiştek bi zarokên me bê, berpirsyar hikûmet û wezareta dadê ye. Zarokên me dibêjin ku heta tecrîd bi dawî dibe, ew amade ne ku her bedelekî bidin. Ger em bêdeng bimînin, em jî berpirsyarin. Em naxwazin zarokên me bimirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar