Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Girtî heta dawiyê bi biryar in’

Malbata Kadîr Kaplan ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê di grevê de ye diyar kir ku girtî her çiqas ji aliyê fîzîkî ve nebaş bin jî ji aliyê moralê ve gelek baş in û bi biryar in

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin 140 roj in didome. Bi heman daxwazê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan jî didome.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jê jî Kadîr Kaplan ê 42 salî ye. Kaplan di sala 1992’yan di pîrozbahiya Newroza Wanê de hatiye binçavkirin û di 15 saliya xwe de hatiye girtin. Kaplan ku 27 sal in girtiye heta niha di gelek girtîgehan de maye.

Bavê wî Mehmet Kaplan diyar kir ku kurê wî ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye û nêzî salek e ew nikarin biçin girtîgehê. Bav Kaplan anî ziman ku her hefte ew bi telefonê bi hev re diaxivin û wiha got: “Daxwaza wan daxwaza me ye. Em bang li hikûmetê dikin, bila daxwaza wan bê qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe.”

Bi  salan e kurê xwe nedîtiye

Dayik Esma Kaplan jî anî ziman ku kurê wê di 15 saliya xwe de hatiye girtin û diyar kir ku ji Cotmeha 2011’an ve kurê xwe nedîtiye, lê belê her hefte bi telefonê pê re diaxive. Dayik Kaplan da zanîn ku kurê wê gotiye ‘Em bibiryar in, moralê me xurt e û em ê bi ser bikevin.’

Her wiha dayikê destnîşan kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û xwest tecrîd bi dawî bibe. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar