Êrîşên kesên ku bi îdîaya zarokên wan revandine çiyê bi fermana Wezareta Karê Hûndir li pêş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) disekinin, didomin. Van kesan di saetên nîvro de heqaret li Şewirmendê Parlementera HDP’ê ya Amedê Selma Guzel, Kenan Canpolat, endamên partiyê Kezban Kûday û Afîfe Kartal kirin. Piştî niqaşan û êrîşê Canpolat, Kûday û Kartal ketin hûndirê avahiya HDP’ê. Polîsan Canpolat, Kûday û Kartal ên piştî demekê derketin binçav kirin.
Li ser gilîkirina koma li pêş avahiyê her sê kesên ku polîsan binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. AMED