Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbatên penaberên kurd dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Malbatên penaberên kurd ên rojhilatê Kurdistanê ku Tirkiye beriya 116 rojan wan radestî çeteyên OSO'yê kiribû, li ber Balyozxaneya Enqereyê ya Tehranê dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Penaberên bi navê Mobin Veledbeygi, Mesud Hayderî, Bahman Shadruvan, Siyaveş Paksereşt, Afşar Rustemî, Bahmen Şadravan, Hidayet Ruxzadî, Said Ahmedî û Fardin Dervişpur ku ji bajarê Pave yê parêzgeha Kirmansahê ya rojhilatê Kurdistanê bi rêyên qanûnî derbasî Tirkiyeyê bûbûn, di 22’ê tebaxê de li Stenbolê hatibûn binçavkirin û piştre radestî çeteyên OSO’yê hatibûn kirin. Malbatên van penaberan li ber Balyozxaneya Enqereyê ya li Tehranê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Malbatên ku hatin pêşiya balyozxaneyê, ligel hemû hewldanên wan jî destûr nehat dayîn bi rayedarên balyozxaneyê re hevdîtin bikin. Li ser vê malbatan daxwaznameyên ku amade kiribûn radestî polîsê balyozxaneyê kirin û li ber deriyê balyozxaneyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatan, wêneyên penaberan hildan û pankarta ‘Em ji bo endamên malbata xwe yên penaber û karker ên bêsûc daxwaza berdanê dikin’ vekirin. Malbatan destnîşan kir ku ji ber wan radestî OSO’yê kiriye berpirsê yekemîn Tirkiye ye.

Heke encam negirin dê biçin Tirkiyeyê

Berdevkê malbatan Raşîn Rustemî diyar kir ku heta niha ji aliyê balyozxaneyê ve tu agahî bi wan re nehatiye parvekirin û da zanîn ku heke hewldanên wan îro encam nedin dê biçin Tirkiyeyê û bi rayedaran re hevdîtin bikin.

Rustemî destnîşan kir ku daxwaza malbatan berdana xizmên wan e û wiha axivî: “Divê hinek daxuyanî bidin me. 116 roj in em agahî ji xizmên xwe nagirin. Em daxwaz dikin ku dewleta berpirsyariya wê heye di vê mijarê de gavan biavêje. Dîsa em ji rêxistinên mafên mirovan û parlamenteran piştgiriyê dixwazin.”

Çalakiya malbatan a li ber balyozxaneyê didome. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar