Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Malbatên ‘Pêşmegeyên Roj’: Çekên xwe bavêjin û îxanetê li gel nekin

Malbatên zarokên wan di nav ˊPêşmergeyên Rojˊ de ne diyar kirin ku gerîla birayên wan e û pêşengên me ne û ev bang kirin: “Em nahêlim birayê min li dijî wan şer bike û xiyanetê li gelê xwe bike. Bila zarokên me çekên wan bavêjin, êdî xiyanetê li gelê xwe nekin û nekevin nava planên dewleta tirk a dagirker.”

Malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wan heta qiriqê ketine nava îxanetê û hewl didin çeteyên ‘Pêşmergeyên Roj û Gulan” li hemberî gerîlayên azadiyê bidin şerkirin. Têkildarî mijarê malbatan bi rêya ANHA’yê bang li zarok û birayên xwe yên di nava ‘Pêşmergeyên Roj’ de ne kirin.

Welatiyê bi navê Enwer Mihemed Cafer (54) ê ji Qamişlo ku kurê wî di 16 saliya xwe de tev li ˊPêşmergeyên Rojˊ bûbû ev tişt anî ziman: “Dema ku kurê min tev li ‘Pêşmergeyên Roj’ bû ew biçûk bû. Her Kurdê ku dijmintiya birayê xwe yê kurd bike em li dijî wî ne. Eger ji te xwestin tu dijmintiya birayên xwe yên Kurd bike, çekê xwe bavêje û ji wan cuda be.”

Yûsif Ebdulbarî Mihemed (42) bang li birayê xwe Ebdulbarî yê ku ji destpêka damezirandinê ve tev li “Pêşmergeyên Roj” bûye kir ku çekê xwe bavêje. Yûsif Ebdulbarî destnîşan kir ku rewşa birayê wî ne baş e. Yûsif diyar kir ku birayê wî bi wan hat xapandin. Yûsif anî ziman ku dema ku ew tev li wan bûye, wan jê re gotibû ku ew girêdayî Koalîsyona Navneteweyî ne û wiha axivî: “Lê belê em dibînin ku ew girêdayî dagirkeriya tirk in. Em li dijî şerê li hemberî gerîlayan e. Gerîla birayên me û pêşengên me ne. Ez nahêlim birayê min li dijî wan şer bike û xiyanetê li gelê xwe bike.”

Ehmed Hisên Elî (54) ku kurê wî Serbest di 2012’an de tev li ˊPêşmergeyên Rojˊ bûbû diyar kir ku kurê wî destpêkê dizanibû ku ew tev li hêzên başûrê Kurdistanê bûye, lê belê paşê nas kir ku ew tev li ˊPêşmergeyên Rojˊ bûye. Hisên diyar kir ku rewşa kurê wî xerab e û ji 20 mehan ve muçeya xwe nestandiye. Hisên destnîşan kir ku kurd tev bira ne û got: “Ez li dijî her kurdekî me ku şerê birayê xwe yê kurd dike. Pêwîst e em hêzên xwe bikin yek û bi azadî li ser xaka Kurdistana yekbûyî bijîn. Ev daxwaza her kurdekî ye, ji ber ku dema dijmin êrîş bike cudahiyê naxe navbera me û her kesî dikuje.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar