Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrik û Qamişloyê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî goristanan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniyan de kiryarên artêşa tirk ên li dijî goristanan hat şermezarkirin û ev tişt hat gotin: “Hîn jî faşîzma dewleta tirk bi serkêşiya AKP’ê li dijî mirovahiyê û xwezayê kiryarên hovane pêk tînin. Mafên gelan înkar dikin, xwestekên avakirina welatekî bi rûmet tune dikin, ji ber vê yekê AKP’ê kiryarên dermirovî pêk tîne û di dîrokê ti carî wekî kiryarên rejîma faşîst nehatine pêkanîn. Heta goristan jî ji kiryarên dewleta tirk nefilitîn. Heman kiryaran li bakurê Kurdistanê û li Efrîna birîndar jî pêk tîne.”
Bi domdarî jî bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl, hezkiriyên demokrasiyê, aştiyê û hevalên gelên bindest ên di cîhanê de hate kirin ku ji bo sekinandina van kiryaran zextê li dewleta tirk bikin. QAMIŞLO