Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

​​​​​​​Malbatên şehîdan li hemberî tecrîdê biryardariya têkoşînê nîşan da

Malbatên şehîdan ên li kampa Serdem diyar kirin ku rêxistinên hiqûqî, mirovî û CPT li hemberî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan rola xwe bi cih nayînin û anîn ziman ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê geş bikin.

Li hember tecrîda şidandî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku nêzî 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan erka xwe bi cih nayînin. Nêzî 22 meh in ji Rêber Ocalan agahî nayên wergirtin. Hikumeta Tirkiyeyê jî têkildarî rewşa Rêber Ocalan aşkere nake.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kampa Serdem a li kantona Şehbyê têkildarî mijarê axivîn û tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan şermezar kir.

Endamê meclisê Arif Mihemed, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan ku nêzî 24 sal in didome, wekî komployek li djiî mirovahiyê bi nav kir.

Mihemed wiha dom kir: “Dewleta tirk ya dagirker bi tecrîda giran a li ser rêbertî bes nekir, lê cezayên dîspilînê jî lê birîn ji bo ku wî ji Mafê Hêviyê bêpar bihêle. Ev yek li gel bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) pêk tê.”

Mihemed destnîşan kir ku dewleta tirk ya dagirker bi tecrîdê armanc dike ku vîna gel a ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan digire, têk bibe û got: “Lê ew nizane ku em gelekî berxwedêr in û xwe dispêrin fikrê demokratîk ê Rêber Ocalan.”

Mihemed bal kişand ser berxwedana Rêber Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê li dijî hemû şêwe û hewlên şerê derûnî û anî ziman ku îradeya xwe ji wê berxwedanê digirin û dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin.

Mihemed her wiha îşaret bi êrişên kîmyewî yên dewleta tirk ya dagirker ên dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê jî kir û got, “Rêxistinên mirovî rola xwe ya mirovî bi cih nayînin. Ev hevkariya wan bi di sûcên dewleta tirk ya dagirker de nîşan dide.”

Arif Mihemed anî ziman ku nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta tirk ya dagirker ji bo tunekirina projeya neteweya demokratîk ya Rêber Ocalan pêşkêş kiriye ye.

Endama meclisê Fatima Elî jî bang li rêxistinên mirovî û CPT′ê kir ku rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan aşkere bikin.

Mistefa Şêrawî jî tecrîda li dijî Rêber Ocalan û qedexekirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran şermezar kirin.

Şêrawî ev tişt got: “Dewleta tirk ya dagirker ji fikrê Rêber Ocalan ditirse, ji lew re dixwaze têkiliya wî bi gel re qut bike, tecrîdeke giran û cezayên dîspilînê lê dibire. Lê bila dewleta tirk bizanibe ku fikrên Rêber Ocalan li tevahî cîhanê belav bûne. Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan geş bikin.”

Mistefa Şêrawî wiha dawî li gotina xwe anî: “Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe yên mirovî rabin û tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin. Em dixwazin rêbertî di nava me de be û heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî em ê li qadan bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar