Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbatên şoreşgerên alman nameyek ji Merkel re şandin

Malbatên şoreşgerên alman ên ku di demên cuda de li Kurdistanê şehîd bûn, ji bo bes çek ji dewleta tirk re bên firotin û dawî li zextên li ser kurdên li Almanyayê bê anîn, nameyek ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re nivîsîn.

Ûta Schneîderbanger di 31’ê Gulana 2005’an de li Qeladizê di qezaya trafîkê de, Îvana Hoffmann di 7’ê Adara 2015’an de li Til Temirê di şerê dijî DAIŞ’ê de, Jakob Rîemer di 9’ê Tîrmeha 2018’an de li Çarçelayê di êrîşa hewayî ya artêşa tirk de û Mîchael Panser jî di 14’ê Kanûna 2018’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber bombardûmanê, Konstantîn Gedîg (Andok Cotkar) jî di 16’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê di êrîşa hewayî ya dijî nexweşxaneyê de şehîd bûbûn.

Dayik û bavên pênc şoreşgerên alman ku ji bo piştgiriya têkoşîna azadiyê ya gelê kurd çûn Kurdistanê û li wir şehîd bûn, ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re nameyeke hevpar şandin. Name bi îmzeya Konrad Schneîderbanger, Mîchaela Hoffmann-Ûmeh, Katharîna Rîemer, Hans-Ûlrîch Panser, Ûte Rûss û Thomas Gedîg hate şandin. Malbatan bangên girîng li hikûmeta alman kirin.

‘Ji bo nirxên mirovahiyê jiyana xwe ji dest dan’

Malbatan diyar kirin ku zarokên wan bi dilê xwe çûn Kurdistanê, li wê derê ji bo nirxên hevpar ên mirovahiyê di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan û xwestin ku dawî li hevkariya bi dewleta tirk bê anîn. Malbatan bal kişandin ser sûcên şer û binpêkirina mafên mirovan ên demên dawî li Kurdistanê û ji Serokwezîr Merkel xwestin ku hikûmeta federal di siyaseta xwe ya têkildarî Tirkiyeyê de guhertinên bingehîn bike.

Malbatên şoreşgerên alman xwestin ku tavilê ambargoyeke berfireh a çekan li ser dewleta tirk bê ferzkirin û xwestin zexta dewletê ya li ser kurdên li Almanyayê bi dawî bibin.

Malbatan li bîra Merkel xistin ku dadgeriya Belçîkayê biryar da ku PKK ‘rêxistineke terorê’ nîne û destnîşan kirin ku Almanya divê xwe ji atmosfera salên 1990’î rizgar bike û dem hatiye ku siyaseta xwe ya têkildarî kurdan biguherîne.

‘Bila bîrdariyên zarokên me bên danîn’

Her wiha dayik û bavên Ûta Schneîderbanger, Îvana Hoffmann, Jakob Rîemer, Mîchael Panser û Konstantîn Gedîg herî dawî ji Serokwezîra alman xwest ku ji bo zarokên wan ên li Kurdistanê şehîd bûne neyên jibîrkirin li qadên ji raya giştî re vekirî bîrdariyên wan bên danîn. BERLÎN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar