Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Malên dewleteke ku dixwaze Kurdistanê dagir bike nekirin’

Welatiyên herêma Soran a Hewlêrê destnîşan kirin ku nabe ku gelê kurd malên dewleteke her tim hewl dide Kurdistanê dagir bike, bikire. Welatiyan bang li hemû gelê Başûr û hikûmeta herêmê kir ku piştgiriyê bidin kampanyaya boykotê

Kampanyaya boykotkirina malên tirkî ya ku li başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê hatiye destpêkirin, didome. Kampanya her ku diçe li her devereke başûrê Kurdistanê roj bi roj berfirehtir dibe. Têkildarî mijarê welatiyên navçeya Soran a Hewlêrê ji Rojnewsê re axivîn.

Ji welatiyan parêzer Şiwan Seîd anî ziman ku mijara boykotkirina malên tirkan beriya her tiştî, mijareke niştimanî ye û wiha domand: “Boykot helwesteke baş e ji ber ku dahata wê naçe derve û ziyanê digihîne aboriya dewleta tirk. Ji bo bikaranîna berhemên navxweyî jî firsendeke. Bi vê yekê re derfetên kar li Başûr zêdetir dibin. Ev jî rê li ber geşbûna aboriya başûrê Kurdistanê û serbixwebûna wê veke. Ger ku ev pêngav bi awayeke rast bê xwendin, dê bi xwe re guhertinên girîng pêk bîne. Divê boykot bidome.”

Ji destpêkê ve malên tirkan boykot dike

Der barê mijarê de welatiya bi navê Xanim Elî jî bi lêv kir ku nabe ku êdî dahata kurdan bikeve xizmeta aboriya dewleteke ku hertim dixwaze Kurdistanê dagir bike. Xanim wiha pê de çû: “Min di destpêka êrîşa dewleta tirk a li dijî Başûr de dest bi boykotê kir. Ev hewldan ji bo Rojava jî piştevaniyeke. Ez rêzefîlmên tirkan jî boykot dikim. Bangewaziya min ji bo hemû kurdan heye ku berhemên navxweyî tercîh bikin. Divê hikûmet jî piştgiriyê bide projeyên navxweyî.”

‘Nabe ku bazigran malên tirkan bikirin’

Dikandar Herêm Mihemed jî bi lêv kir ku piştî pêngava boykotkirina malê tirkî, êdî welatî pirsa berheman dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nabe ku bazirgan tenê berê xwe bidin berhemên tirkî. Ji ber ku gelê Başûr malên tirkan boykot dikin û nabe ku malên tirkan bên firotin. Em gelek berhemên navxweyî yên li Başûr difiroşin. Ger hikûmet û bazirgan giringiyê bidin cihên ku berhemên navxweyî dihilberînin, dê berhemekî baş û bitendurist bigihe welatiyan.” SORAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar