Piştî Tehrîr El Şam (HTŞ) bi piştgiriya hêzên navneteweyî rejîma Esad hilweşand, li Sûriyeyê pêvajoyeke nû destpê kir. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide vê pêvojayê veguherîne dagirkerin û îlhaqkirina Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê. Ji ber êrîşên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyeên wê DAIŞ-SMO’yê cihên jiyanê yên sivîlan wêran dibin, bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest didin û neçar dimînin koç bikin.
Rêvebera Weqfa Jinên Sûriyeyê Malîka Hesif têkildarî rewşa jin û sivîlên ku ji ber êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçî herêmên ewle kirin, diyar kir ku bi taybet têkoşîna jinan hatiye hedefgirtin, lê jin tevî hemû êrîşan têkoşîna xwe didomînin.
Malîka Hesaf da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zarok, jin û sivîl ji ber êrişan di pêvajoyeke dijwar re derbas bûne û hewayeke tirsê ava bûye, Malîka Hesaf diyar kir ku gelên ku ji ber çeteyan neçar man koç bikin jî zehmetiyan derbas kirin. Malîka Hesaf anî ziman ku bi taybet jin û zarok di bin bandora zilmê de ne û destnîşan kir ku jin tevî hemû zehmetiyan têdikoşin û wiha got: “Jin dadikevin kolanan û li ber xwe didin. Rojê bîst û çar saetan li ser piyan in. Dema çalakiyek hebe beşdar dibin, dema meş hebe beşdar dibin. Jin dixwazin Şoreşa Rojava, ango şoreşa jinê bê naskirin. Li kolanan in û li ber xwe didin. Ev şerê hebûn û tunebûnê ye.”
Malîka Hesaf bal kişand ku Şoreşa Rojava ji bo jinan xwedî girîngiyeke mezin e û destnîşan kir ku jin bi awayekî aktîf di nava têkoşînê de cih digirin û diyar kir ku ew hewl didin berpirsyariyên xwe yên têkoşînê bi cih bînin. Malîka Hesaf anî ziman ku jin zarokên xwe jî tevlî vê têkoşînê kirin û wiha got: “Jin pir bi moral in. Zilm û zordariyê qebûl nakin. Dixwazin têkoşîna xwe nîşan bidin. Dagirker jinan hedef digirin û dixwazin berxwedana wan bişkînin. Bi zîhniyeta mêr hewl didin pêşî li têkoşîna jinê bigirin. Dema ku dibînin jinek serî hildaye û têdikoşe, wê jinê dikin hedef. Dixwazin moralê jinan kêm bikin û ji şoreşê dûr bixin. Li gel van hemûyan jî jin serî natewînin. Jin ji sala 2011’an û vir ve têdikoşin û xebatên xwe yên jinan didomînin.”
Malîka Hesaf li ser navê jinên Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû jinên cîhanê kir ku divê hemû jinên cîhanê bibin yek û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin li her cihê ku lê bin ji aliyê zîhniyeta mêr û zihniyeta paşverû ve rastî zext û zordariyê tên. Ez hêvî dikim ku jinên cîhanê dengê me bibihîzin. Jin li ku bin bila bibin, zilma ku em pê re rû bi rû dimînin yek e. Divê em vê zilmê qebûl nekin. Em dixwazin jin hişyar bibin û xwe nas bikin. “Em dixwazin ku ew bizanin ka ew çi dixwazin û çi armanc dikin.”