Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Mam Zekî li cihê şehîd bû hat bibîranîn

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalê (Îsmaîl Ozden) li Geliyê  Şilo yê Çiyayê Şengalê, li cihê ku lê hatiye qetilkirin, bi meşekê hat bibîranîn

Meşa ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJC) hat birêxistinkirin, duh êvarê ji cihê ku Mam Zekî lê hatiye şehîdxistin destpê kir û heta Baxçeyê Mam Zekî ku li Geliyê Şilo hatiye çêkirin, dom kir.

Di meşa ku malbata Mam Zekî û bi sedan kes tevli bûn de dirûşmeyên wekî, “Bimre xiyanet”, ”Şehîd namirin”, “Mam Zekî namire” hatin berzkirin. Her wiha wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Mam Zekî Şengalî hatin vekirin.

Piştî meşê li Baxçeyê Mam Zekî, li ser navê YCÊ û YJC daxuyanî hat xwendin. Mamoste Elî Mirad daxuyanî xwend û wiha got: “Bi wesîleya 35’emîn pêngava 15’ê Tebaxê, di kesayeta Ş. Egîd û Mam Zekî Şengalî de em hemû şehîdên tekoşîna azadyê bibîr tînin û soza mezinkirina tekoşîna wan didin. Pêngava 15’ê Tebaxê li himberî zilm û dagîrkeriya 12’yê Îlonê ku li Zindana Amedê li ser esasê tinekirina hebûna gelê me dihat meşandin, hatiye destpêkirin. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re şoreşa gelan pêk hat û bi berxwedana ku heta îro dom dike re bingehek rast hatiye danîn. Ev pêngav ne tenê  pêngava leşkerî bû, di heman demê de pêngava jinûve vejîna gelên bindest bû. Guleya yekem ji bo parastina nerxên mirovahiyê hat avêtin û bi xwe re  serkeftin misoger kir. Ev jî diyar dike ku bi kesên xwedî îrade û kesayetên  berxwedêr şoreş tê avakirin. Mamê Êzidxanê jî xwedî heman kesayetiyê bû û ji bo yekîtiya gelê êzidî xebat dikir. Lê mixabin dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê  di vê roja ku şoreş hatiye avakirin de bi zanebûn Mam Zekî Şengalî hedef girtin.”

Elîr Mirad destnîşan kir ku ciwanên êzidî bi xwe rêxstinkirin û yekîtiya xwe bersiva êrîşan daye û wiha domand: “Divê hemû civaka me ya êzidî û bi taybet ciwan zanibin ku di şexsê Mam Zekî de civak bi giştî hat hedefgirtin. Em wek ciwanên Êzidxanê di rewşek rexnedayînê de ne. Me soza tolhildana Mamê xwe daye, lê em lawaz mane, heya em dijminê xwe baş nasnekin em nikarin bêjin emê tola Mam Zekî bigirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanên Êzidxanê hat kirin ku êdî li nirxên civaka xwe xwedî derkevin û li ser şopa Mam Zekî bimeşin.

Piştî daxuyaniyê Rêveberê Bajaroka Til Izêr (Midur Nehiye) Celal  Xelef û Hevjina Zekî Şengalî Gulîstan Ozden jî axivîn. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar