Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Mam Zekî tê bibîranîn

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ku di 15’ê Tebaxa 2018’an di bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk de şehîd bibû, di yekemîn şehadeta xwe de, li Şengalê tê bibîranîn

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) 15’ê Tebaxa 2018’an, dema ji bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço yê Şengalê vedigeriya, bibû hedefa  bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker. Şengalî di encama bombebaranê de şehîd bibû, ji aliyê hezaran kesan ve li ser Çiyayê Şengalê spartibûn axê.

Di yekemîn salvegera şehadeta Mam Zekî de, li Şengalê bernameyên bîranînê tên lidarxistin. Duh êvarê li Şengalê destpêkê xêra Mam Zekî hat belavkirin. Pîştî belavkirina xêrê gora Mam Zekî ya li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê hat ziyaretkirin û find hatin pêxistin. Di serdanê de malbata Mam Zekî Şengalî, nûnerên sazî û dezgehên Şengalê, şandeya Rojavayê Kurdistanê ku ji nunerên TEV DEM, Mala Ezidiyan a Cizîrê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava pêk dihat û şandeya ji Ewropayê jî amade bûn.

Ji bo bîranîna Mam Zekî, îro jî li herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê bername tê lidarxistin. Di bernameyê de ji bilî malbata Zekî Şengalî, nûnerên saziyên Şengalê, şandeyê Rojava û Ewropayê û bi sedan şêniyên Şengalê amade ne.

Bernameya ku bi bîranînê destpê kir, bi axaftinan didome. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar