Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Mamoste meaşên hatiye paşxistin dixwazin

Mamostayên Herêma Fedaral a Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwazî li rakirina biryara paşxistina meaş kirin. Lê mamosta û karmendên herêmê daxwaza meaşê ku 3 salan hatî paşxistin jî dikin

Roja 8’ê adarê Serokê Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku biryara paşxistina meaşê karmendan bi temamî hatiye rakirin.

Biryar ji aliyê karmend û mamostayên Herêma Federal a Kurdistanê ve bi kêfxweşî hate pêşwazî kirin. Her wiha karmend û mamosta daxwaza pereyê 3 salên berê yê ku nîvî hatî dayîn jî dikin.

Mamostayê bi navê Arî Îbrahîm got ku bi biryar dayîna paşxistina meaş re, 3 salan wana pereyê xwe nîvî standine û wiha pêde çû: “Biryara paşxistina meaş wê bandora xwe li ser rewşa jiyana welatiyan û bazarê bike. Ji ber ku sedemek yê qeyranê jî paşxistina meaşê mamosta û karmendan bû. Li gorî min ji xwe rakirina vê biryarê erkê hikumetê bû.”

Arî da zanîn ku bi paşxistina meaş re bandorek neyînî li ser welatiyan pêkhatibû, ji ber ku gelek kes hebûn ji bê peretiyê dawî li jiyana xwe anîn. Ji bo vê bi hemû awayek bandora wê hebû.

Mamostayê bi navê Hîkmet Heme Emîn jî li ser heman mijarê axivî û got: “Ez bang dikim da ku meaşê ku hatî paşxistin hemû carek din were dayîn. Ji ber ku xelk deyndar in û meaşê ku didan karmendan tenê hinek pêwîstî pêşwazî dikir. Ji ber ku em ji dayîna pereyê hatî paşxistin bê hêvî ne, em nizanin hikumet çend deyndarê me ye.”

Endamê lijneya darayî yê li parlamentoya Iraqê Ehmedî Hacî Reşîd ji RoJnews re axivî û got: “Em li bendê ne ku di vê mehê de bûdçe bi awayek rast were şandin. Ji bo vê tê payîn di dawiya vê mehê de pereyê karmendan yê ku hatî diyarkirin ji bo herêmê bê şandin. Ger egerek ya ne şandina meaşê karmendan hebe, em ê li dadgeha federal doza yasayî vekin.”

Di sala 2014’an de hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê biryara firotina neftê bi awayek serbixwe derxist. Piştî vê biryarê Iraqê şandina budçeyê karmenda sekinand. Ev yek li herêma Kurdistanê bû sedemê qeyrana aborî. Hikumetê êdî nekarî meaşê karmendan weke pêwîst bide. Ji ber vê yekê hikumetê di sala 2016’an de biryar da ku pereyê karmendan nîvî were dayîn.

Biryar ji aliyê mamosta û karmendên herêmê vê bû sedemê nerazîbunan. Gelek caran karmend û mamostayan li dijî biryarê xwepêşandan lidarxistin.

Di sala 2018’an de hikumeta Iraqê biryara şandina 317 milyar dînarê Iraqê ji karmendên herêmê derxist. Ev biryar piştî ku di 16’ê cotmeha 2107’an de hemû bîrên petrolê yên li herêma Kerkûkê ket destê Iraqê de hat dayîn. Ev jî bû sedemê wê ku hikumeta herêmê jî guhertinan di sîstema paşxistina meaşê de bike.  SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar