Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Mamoste Şama: Hêzbûna jinê bihêzbûna civakê ye

Mamoste Şama Mihemed li ser rola jinan a di zimanê kurdî û wêjeyê de ev tişt anî ziman: “Jina kurd ji destpêka Civaka Xwezayî û heya roja me ya îro bi hêz e. Jin dema ku xwe pêş dixe ne tenê di kesayeta xwe de pêşketinê nîşan dide di heman demê de di nava civaka giştî de jî pêşketinek pêk tê.”

Kurdî yek ji çand û zimanê herî kevnar ê çanda Aryen e û pêşengî ji hemû zimanan re kiriye. Dagirkerên Kurdistanê beriya qirkirina fîzîkî, qirkirina çand û zimanê kurdî dane destpêkirin. Ligel qirkirina herî hovane jî zimanê kurdî heta roja me hatiye. Jin di destpêka dîrokê de ji bo civaka xwe xwedawend bûn û  bi demê re mafê jinan hatin çewisandin û di hemû qadên aliyê jiyanê de ew hatin bindestkirin. Lê belê bi paradîgmayên Rêber Apo û Şoreşa 19 Tîrmehê re jinan firsendeke dîrokî bi dest xist. Ji ber ku bi saya wan jinan azadiya xwe bi dest xist. Yek ji van jinên azad ku nasnameya xwe li gel zimanê xwe yê kurdî dîtiye Şama Mihemed e.  Şama hem nivîskar e û hem jî ji sala 2013’an ve mamosteya zimanê kurdî ye ku li  Peymangeha Amadekirina Mamosteyan jî dersên wêjeya kurdî dide.

Mamoste Şama Mihemed têkildarî serpêhatiya xwe ya zimanê kurdî axivî. Şama Mihemed destnîşan kir ku wê di sala 2013‘an de dest bi nivîsandina zimanê kurdî kiriye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Beriya Şoreşê ji ber rêjîme me nedizanî ku em navê xwe jî bi zimanê kurdî binivîsin. Lê belê bi Şoreşa Rojava re êdî me nasnameya xwe bi zimanê kurdî nîşan da. Di destpêkê de ez bi saya Saziya Zimanê kurdî (SZK) fêrî zimanê xwe yê dayikê bûm. Ji wê demê ve ez bûm mamosteya zimanê kurdî û me zarok fêrî zimanê wan yê zikmakî dikirin. Ne tenê zarok fêr dibûn her wiha di li gorî astên ziman her kesê ku dixwest, dikarî perwerdeya bi zimanê kurdî bistîne. Di destpêkê de me gelek zehmetî jî dîtin. Ji ber ku bandora pergala heyî ya rêjîmê dinava civakê de zêde bû. Lê belê roj bi roj me ev qalib şikand.”

Şama Mihemed têkildarî berhemên di destê wê de û yên li ber çapê ev yek anîn ziman: “Dema ku ez fêrî zimanê kurdî bûm, min dest bi nivîsandina helbestan kir. Ez gihiştibûm temeneke mezin jî lê belê dema ku min zimanê xwe nas kir, weke ku ez ji nû ve hatibûn dinyayê. Wê yekê ez pir kêfxweş dikirim ku min tim bi zimanê dayika xwe nivîs û helbest dinvîsandin. Tevî  ku gelek berhem li cim min hene jî lê belê berhemên min ên çapkiri tune ne. Ez ji bo gelek kovaran nivîsan dinivîsim yên weke Şermola, Sîwan, Dezgeha Welat, Nivîser, Avaşîn û gelek helbest û lêkolînên min jî di Kovara Ronahiyê de hatine belavkirin. Ev yek ji bo min serfirazî û şanaziyeke pir mezin e. Niha jî pirtûkeke min ya bi navê ‘Fîxana Dil’ li ber çapê ye ku wê di demeke nêz de were çapkirin û belavkirin.’’

Di berdewamiya axaftina xwe de Şama Mihemed destnîşan kir ku jinan gelek zext û zehmetî dîtin heya ku azadiya xwe bi dest xistin û got: “Li seranserê cihanê ji ber zextan jinan nedikarî xwe pêş bixin. Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi navê Şoreşa Jinan hat destpêkirn, gel ber bi azadiya xwe ve çû û bi taybet jî jinan nasnameya xwe ya rastî nas kir. Her wiha bi Şoreşê re jinên kurd ji bo tevahiya jinên cîhanê bûn nimûneyeke jiyanî. Dema ku min dest bi perwerdeya zikmakî kir, derdora min ji ber temenê min bertekên pir cuda nîşanî min didan ku heya hinekan digot ku tu yê çawa di vî temenê xwe de fêrî zimanê kurdî bibî. Lê belê min guh neda gotinên bi vî rengî û min dizanî bû wê rojek were ku ez ê di zimanê xwe de ser bikevim.”

Şama Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku jin çi qasî xwe pêş bixe ziman, çand û wêjeya kurdî jî ew qas pêş dikeve û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Jina kurd ji destpêka Civaka Xwezayî û heya roja me ya îro bi hêz e. Jin dema ku xwe pêş dixe ne tenê di kesayeta xwe de pêşketinê nîşan dide di heman demê de di nava civaka giştî de jî pêşketinek pêk tê. Divê em hîn bêhtir bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin û divê nivîskarên jin ên kurd li cîhanê zêdetir bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar