Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Mamoste û şoreşgerên kurd 14 sal berê hatin darvekirin

Pênc şorşeger û mamosteyên kurd Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamî 14 sal berê ji hêla rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Dema rûpelên dîrokê vedikolin dibînîn ku jinên kurd di pêşengtiya şoreşan de xwedî rolekê girîng û diyar bûn. Helwest, têkoşîn û çalakiyên wan bûn sembola berxwedan û şoreşa li dijî zilm û dagirkeriyê.

Rejîma Îranê di 9’ê gulana 2010’ê de Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û çalakgerê Şîrazayî Mehdî Îslamî li Girtîgeha Evînê bi dar ve kir. Her pênc şoreşger ji ber doza kurd û Kurdistanê meşandin hatin darvekirin. Yek ji wan jinên şoreşger û pêşeng ku navê wê tim di bîra her kurdan bi taybet jinên kurd de bimîne. Şirîn Elemhulî ye ku ji aliyê Îranê ve bi awayek veşartî, bêyî agahiya malbat, parêzerên wê li Girtîgeha Evîn ya Tehranê hat darvekirin û tevlî karwanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû.

Şîrîn Elemholî

Şîrîn Elemholî di sala 1981’an de li  gundê Dêmkişlak’ê yê bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. 7 bira û 2 xwişk hebûn. Di sala 2006’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Di 25’ê Nîsana 2008’an de li Tehranê hate girtin û di roja 9’ê Gulana 2010’an de hate darvekirin.

Şehîd Şîrîn li girtîgehê li dijî êşkencekirinê dest bi grevê dike û 22 rojan berdewam dike, heta ku sewqî qawîşa 29’an a jinan a Girtîgeha Ewîn a li Tehranê dikin. Piştî 6 mehên êşkenceyê dibin beşa jinan a heman girtîgehê. Di 19’ê Kanûna 2009’an de bi îdiaya endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) cezayê darvekirinê lê tê birin. Tevî ku li dijî vê biryarê kampanya îmzeyan hate destpêkirin, lê dîsan hate darvekirin.

Şirîn Elemhulî di nameyek ku hefteyekê beriya ku were darvekirin nameyek nivisîbû û gotibû; “Bêyî ku derbarê doza wê de biryarek bê dayîn û parêzer jêre bên girtin 3 sal in ew di girtîgehê de ye. Çima ez hatime girtin, çima divê ez werim darvekirin? Ma tenê ji ber ku ez kurd im?

Şîrîn Elemhulî beriya 14 salan di oxira rêya ji bo azadiya kurd û Kurdistanê de hat bidarvekirin, lê niha jiyan û têkoşîna wê bûye îlhama gelek azadîxwazan û rêya wan ronî dike.

Şîrîn Elemhulî ji bo nivîskar û wêjevanan jî bûye cihê îlhamê. Nivîskarê kurd Ehmed Bilokî di sala 2019’an de li ser jiyan û têkoşîna Şîrîn Elemhulî de romanek bi navê ‘Perperoka Azadiyê Şîrîn Elemhulî‘ bi zaravayê kurmancî nivîsand. Ev roman ji aliyê Necîbe Qeredaxî ve wergerî soranî hat kirin.

Ferzad Kamanger

Ferzad Kamanger di sala 1976’an de li bajarê Kamyaran a ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Endamê Meclîsa Sendîkaya Mamostayan û endamê Rêxistina Jîngehparêz a Ask bû. Zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsandinê dikir. Herwiha bi navnavê Siyamend di Kovara Royand de nivîs dinivîsî. Herwiha çalakvanekî naskirî yê mafê jinan bû. Di meha Tebaxa sala 2006’an de li Tahranê li gel du hevalên xwe hate girtin.

Di dema taziyeya Kemanger de dayîka wê di got; “Rêya wî negirin, wî rêya mirovayetiyê girtiye. Min kotira xwe ji bo dibistanê şand, min Ferzadê xwe ji bo civakê perwerde kir, ez wî pêşkêşî Kurdistanê dikim.

Ferhad Wekîlî

Ferhad Wekîlî di 23’ê Gulana 1966’an de li bajarê Sine ji dayik bûye. Kurê Şerîfe û Mihemed Seîd bû. Zanîngeh qetandîbû. Bavê sê zarokên bi navê Hengame, Hewram û Hewraz in.

Di salên ciwantiyê de dest bi karên civakî û siyasî ji bo riya azadiya Kurd û Kurdistanê dike. Ji ber van kar û xebata xwe di 2006’an de  li cihê kar (Saziya Ziraetê ya Sine) j aliyên hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hate giritn.

Ferhad Wekîlî di girtîgehên Ewîn, Recayî Şar û Kirmaşan tê êşkencekirin. Piştî salek û nîvê yê girtin û êşkencekirinê di 30’ê Çileya sala 2008’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi dadgehkirinek 7 deqeyî û bê parêzer cezayê 10 salan û cezayê darvekirinê lê tê birîn. Di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Elî Heyderyan 

Elî Heyderyan  di sala 1980’an de li Sine ji dayik bûye. Xwendina xwe li wir temam kir û di sala 2001’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Di 16’ê Mijdarê de li paytexta Tehranê ji aliyê hêzn Îranê ve hate girtin. Piştî 18 mihên êşkencekirinê di dadgehkirina 10 deqeyî û bêamadebûna parêzer bi îdiaya endamê PKK’ê ye, cezayê darvekirinê lêhate birîn.

Şehîd Elî Heyderyan di nameyek xwe de eşkere dike ku dema ji dadwer xwestine belgeyên van îdiayan nîşan bide, dadwer wiha bersiva wî dide; “Cezayê dosyayên siyasî ji aliyê saziyên ewlehiyê ve tên dayîn. Ez tenê dixwînim.” Piştî dadgehkirina bêdadperwerî, dibin girtîgeha Ewîn û di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Mehdî Îslamiyan

Mehdî Îslamiyan yek ji wan girtiyane ku li gel 4 girtiyên siyasî li Girtîgeha Ewîn a Tehanê hate darvekirin. Mehdî di 3’yê Gulana 2008’an de hate girtin. Di 5’ê Kanûna 2009’an de bi îdiaya endamê Meclîsa Paşayetî û bi alîkariya birayekî xwe teqînek li mizgeftekî bajarê Şîrzad pêk aniye bi cezayê darvekirinê hate cezakirin û di 9’ê Gulanê de hate darvekirin.

Mamosteyê kurd Ferzad Kemanger jî ev name li pey xwe hişt:

“Car din silav nazdara min

Dema te ji min pirsî ji kîjan awazê hez dikî da ku bo min bijenî, bo demekê ponijîm, bêdeng bûm, min hizra xwe ser û bin kir da ku bikaribim awaza ku hemû hestên min piştî demeke dirêj a dûrbûna ji te nîşan bide, bilêv bikim.

Min xwest xweştirîn û aşiqanetirîn awazê hilbijêrim. Lê min hê jî navê awazê negotibû ku te awaza ‘’Nazdara Miryem’’ bi xweşî bo min jenî, da têlên telefonê wan hemû hest û şahiya te û awaza nazdara Miryem bigehînine dilê min.

Pirsa te û awaza ’’Nazdara Miryem’’ hencetek bû nivîsandina wê dilnivîsê. Nameya ku dizanim bi caran dê vebibe û dê bête xwendin, lê hêvîda rim kesa dawî ku nameyê dixwîne tu bi xwe bî.

Dilovana min: Her strana ku min di hizra xwe de hilbijart, nîşanek ji sêdarê, ramûsana dawiyê, zilma çevsêner, qamçiya bê edaletiyê, cewra nêçîrvan û hêsira dayikan tê de hebû.

Ji wê tirsiyam ku tiliyên te bi lêketina wan hemû peyvên tije êş, ji jenînê raweste. Min berê xwe da awazên welatê xwe. Min dît di muzîka me de jî şopa xwîn, bêhna risasê û şopa postalên eskerî heye. Dîsan tirsiyam ku çavên te bigirîn û ji bo jenînê hêzek di destên te de nemîne.

Min biryar da ji te re bêjim, tu bi xwe helbestekî binivîsî û awazeke tije ji hêviyê bafirînî. Awaza ku bi dizî nebêjîn, hêdî didil de neyê gotin û ji ber vê nehêne girtin, awaza ku bi gotina wê, çavên me tije hêsir nebin û berê me nede çarçoveya wêneyên daliqandiyên ser dîwar û nebe sedema hilke hilka giriyana me.

Awaza ku bi gotina wê, bikarîn dest di destên hev de li dora agirê Newrozê, bi dengekî bilind biqêrîn, bikenîn, govendê bigrîn û bi hev re awazê bêjîn.

Tenê ji bîr neke: Noteya awazê ji bo keçikekê binivîse ku hez dike Maderê (1)’’Dayê’’ û Zenê(2) binivîse ’’Jin’’.  Lê mixabin, mixabin nizane ku di sibe rojê de dema bû dayik, bi hêviya cinsiyeta nêrbûnê li tovê rehima wê digerin.

Ji bo keçikekê ku di welatê wê de, jin ji bo giheştina mafên serekeyên xwe lazime hepsê bibînin.

Ji bo keçikekê ku di sibe roja mezinbûnê de, li pey ezîzê wenda bûyê xwe, girtîgeh bi girtîgeh digere û ji bo vedîtina navê ezîzê xwe di nava kesên zindî de, çav li kaxeza zeliqandiya ser derê girtîgehê birriye.

Noteya awaza xwe ji bo kurikekî binivîse ku dixwazên bi ’’çurek’’ û avê binivîse ’’su’’. Lê mixabin, mixabin nizane ku sifreya vala ji nan a bavê wî yê karker bi tu ziman û peyvekî tije nabe.

Ji bo destên qelişyayên bavê wî, ji bo çavên ne ronên dayika wî noteyekî binivîse ku mizgîniya nan be, noteya ku hizra feqirî û newekheviya salên dûr û dirêjên jiyana wî dubare neke.

Ji bo dayika ku bi salane çav li derî, li benda hatina zarokên xwe ye û hemû rojên pêncşeman goreke bênav û nîşan û nav hev de şikestî, dûr ji çavên xelkê  hembêz dike, helbestekî binivîse. Dayika ku bi salane ji ber ewqas hêvî û wefadariya xwe, roj şermezar kiriye.

Ji bo bavên ku bi dîtina her take dareke serwê, dikevine hizra tenêtî û xeribiya goristana ku bi salane zarokê wî di nav xwe de hilgirtiye û ji dûr ve çav lê birriye û hesreta giryaneke ji dil, li ser mezara zarokê/a xwe di dil de hiştiye.

Helbestekî ji xwişka ku hê jî hêviya şahiya di daweta birayê wê, li ser dilê wê giraniyê dike û her rojên înê û bi bihîstina dengê şadî û daweta xelkê re,li wêneyê toz girtiyê birayê xwe li ser dîwar dinêre û çavên wê ewrî dibin.

Dilovana min: bi min re yan jî bêyî min, here welatê min. Gîliyan neke ku zêde jê hez dikim, bawer bike ji bo min pereke ji vê cîhanê, naxwazim dewra wê dîwarekî bikêşim û ji cîhanê cuda bikim, lê êş û janên bê hejmarên wî xelkî,girêdayin bûna bi welat re şirîntir dike.

Êşên ku bi salane di demar û rihên me û welatê me de cîh xweş kiriye, janên ku hemzad û bi şêniyên wê reye.

Awaza xwe hema li vê derê çêbike, lê bihêla tama tehla xizaniyê rîtma wê be. Helbesta xwe hema li vê derê binivîse, lê bihêle kêşa vê li ser bingeha hêvî û dinyayeke wekhev be.

Li vê derê: di nava çiya û daristanên berûyan ku take piştîvan û hevalên xelkê welatê me ne, li rex rûbarên ku hêsirên negiryayiyên xelkê ji nav dilê çiyayan heya dûrdestan dibe, ku di tenêtî û deryayeke dûrdest de bigiriyên rûnê û awaza xwe biafirîne.

Li vê derê, bi min re yan jî bêyî min, wê hemû mezinahî û bedewiyê weke girêdayin bûna me bi welatekî re, ku hemû carê du caniyê êşêye, welatê ku zarokên wê ji bo êş kişandinê bejna wan bilind û mezin dibin, danîşe: Li şûna min destdane ser xaka welatê min û di guhê wêde bêje:

Ey xaka mak

Ey dayika welat

Li wir:

Di dilê te de

Hestî û bîranînên kalikên min veşartî ne

Li wir:

Ejdad û kalik û zarokên min hatine defin kirin

Hey welatê min

Ey dayika kalikên min

Xweziya cardin bedewiyên te his bikim

Li xweşik bûna te binêrim

Tevlî bêdengiya te bibim

Xweziya min bikarîba êşên te bikewînim

Û

Hêsirên te bigiryêm

Xweziya…

Bi hêviya cardin dîtina te û hilatina Rojê

Girtîgeha Êvîn-Benda Heft.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar