Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Mamosteyê kurdî Salih: Bi kurdî bijîn û perwerdehiyê bibînin

Mamosteyê zimanê kurdî Mehmet Salih Ongun ê ku di opersyona qirkirinê hat binçavkirin anî ziman ku divê her kes xwedî li saziyên kurdî derkevin û wiha got: “Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn, mezin bibin û perwerdehiyê bibînin. Wê têkoşîna xwe ya ji bo ziman bidomîn.”

Polîsên deshilata faşîst a AKP-MHP’ê di 24’ê îlonê de li Amedê bi ser saziyên zimanê kurdî û malên mamosteyên kurdî de girtibûn. Di çarçoveya operasyona qirkirinê de rrêveber û mamosteyên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku xebatên zimanê kurdî bi rê ve dibe û avahiya Payîza Pirtûkê û Kooperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirrzimanî û hunerê li dar dixe, hatibûn binçavkirin. Di serdegirtinên malan de 30 rêveber û mamosteyên saziyên zimanê kurdî hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê, dozgeriyê û dadgeriyê 29 kes hatin berdan. Di çarçoveya lêpirsînê de nivîskarê rojnameya me û Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin.

Ji perwerdekarê MED-DER’ê mamoste Mehmet Salih Ongun ê ku ji binçavan hat berdan diyar kir ku di binçavan de têkildarî kar û xebata wî pirs jê hatine kirin. Ongun destnîşan kir ku salên dirêj in li dijî ziman, çand û hunera kurdî êriş pêk tên û got ku divê li dijî van êrişan xwedî li kurdî bê derketin. Ongun da zanîn ku ew bi zîhniyetek ku li dijî perwerdehî û fermbûna zimanê kurdî ye re rû bi rû ne û got: “Ev zimanê me bi hezarê salan e heye. Çawa hewcehî bi her zimanî heye ku bê hînkirin helbet hewcehî bi zimanê me jî heye ku bê hînkirin.”

Ongun anî ziman ku divê li ser xebatên ziman tu astengî nebe û wiha got: “Em dixwazin bi zimanê xwe bijîn, mezin bibin û perwerdehiyê bibînin. Em dixwazin bi zimanê xwe rabin û rûnên. Divê xwedî li saziyên ku dersa zimanê kurd didin bê derketin. Heke piştevanî nebe, ev kar bi çend kesan wê qels bimîne. Heke hemû gelê kurd di vê hişmendiyê de be, wê çareserî jî rehet be. Divê beriya her tiştî em di ferqa vê yekê de bin. Divê gelê me û saziyên me xwedî li sazî û mamosteyên zimanê kurdî derkevin. Em çiqas bi hêz bin, em ê ewqas daxwazên xwe bi pergalê bidin qebûlkirin.”

Ongun diyar kir ku ew ê têkoşîna ziman bidomînin û got: “Ez wek mamosteyek zimanê kurdî çi ji destê min were ez ê bikim. Bila gumana gelê me tune be. Kengê bixwazin zimanê xwe hîn bibin, em amade ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar