Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Manuel Marrero bû serokwezîrê Kubayê

Li Kubayê piştî 43 salan, cara yekemîn serokwezîrek hate hilbijartin. Di vê çarçoveyê de wezîrê turîzmê Manuel Marrero di roja şemiyê de weke serokwezîr hate peywirdarkirin

Meclisa Neteweyî ya Kubayê di 21’ê kanûnê de civiya û wezîrê Wezareta Turîzme Manuel Manuel Marrero weke serokwezîr peywirdar kir. Wezîfeya serokwezaretiyê di sala 1976’an de ji holê hatibû rakirin.

Marrero ku 56 salî ye, ji sala 2004’an ve wezîrê turîzmê bû. Serokomar Mîgûel Dîaz-Canel ku pêşniyara serokwezîr kir ev tişt anî ziman: “Ev pêşniyar ji aliyê buroya siyasî ya Partiya Komunist ve li gorî hewcehiyê hatiye pejirandin.”

Parlamentoya Kubayê ku salê du caran dicive, di dengdana nîsanê de ji bo pêkanîna hin guhertinên revîzyona Destûra Bingehîn, di rojên în û şemiyê de civiya bû. Di nava van guhertinan de ji nû ve pêkanîna wezîfeya serokwezaretiyê jî hebû.

Li gorî revîzyona Destûra Bingehîn, serokomar dê rêveberên rêveberiya navendî û karmendên wê diyar bike yan jî biguherîne. Serok her wiha dê karibe karên waliyan jî kontrol bike.

Marrero endamê Partiya Komunist jî be berevajî gelek rêveberên kubayî ne endamê komîteya navendî ye ne jî di buroya siyasî ya saziya payebilind de ye. HAVANA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar