Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Martîn Dolzer: Divê CPT demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Siyasetmedar Martîn Dolzer têkildarî tecrîda li Îmraliyê tê meşandin û pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ev tişt anî ziman: “Di serî de CPT û yên din, ji bo bidawîkirina vê tecrîdê divê zexteke rasteqîn li ser desthilata Tirk bikin. Lewma divê CPT serdana Abdullah Ocalan bike û di heman demê de dewletên rojavayî hemû, hikumetên hemû dewletên NATO'yê divê vê bikin."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di bin tecrîda ku mînaka wê li cîhanê tuneye de tê girtin û nêzî 4 sal in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Dostên kurdan di 10 cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiyê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê bidome. Gelek kesayetên navdar ku di nava wan de fîzolof, profesor, nivîskar, xelatgirên Nobelê jî hene ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava liv û tevgerê de ne.

Siyasetmedarê alman Martîn Dolzer têkildarî tecrîda mutleq de nerînê xwe anî ziman. Martin Dolzer anî ziman ku tecrîda ji aliyê dewleta tirk ve tê ferzkirin binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye û wiha got: “Di hemû serdemên çend sed salên dawî de kesek tine bû ku sê salan an jî demeke hîn jê dirêjtir serdana wî nehate kirin an jî dengê wî nehate bihîstin. Di vê tecrîdê de bêguman tiliya hikûmeta tirk heye. Beriya her tiştî rejîma Erdogan naxwaze pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê bi taybetî jî pirsgirêka kurd bi rengekî aştiyane çareser bibe. Em vê yekê ji gelek aliyan ve dibînin. Mînak bikaranîna çekên kîmyewî li başûrê Kurdistanê, bikaranîna çekên qedexekirî, komkujiyên bi balafirên bêmirov ên li Rojava tê kirin, kuştina bêdaraz, mîna doza Kobanê polîtîkaya li dijî girtiyên siyasî tê meşandin vê yekê radixe pêş çavan. Û em vê yekê bi taybetî di polîtîkaya dijî Abdullah Ocalan de dibînin, ji ber ku Abdullah Ocalan ew kes e ku dixwaze pirsgirêka kurd bi rengekî aştiyane çareser bike.”

Divê CPT demildest biçe serdana Rêber Apo

Martin Dolzer anî ziman ku ev tecrîd hewldanek ji bo astengkirina çareseriyeke siyasî ye û got, “Neteweyên Yekbûyî, Ewropa, civaka navneteweyî li hemberî vê tecrîdê helwesteke şênber nîşan nadin. Di serî de CPT û yên din, ji bo bidawîkirina vê tecrîdê divê zexteke rasteqîn li ser desthilata tirk bikin. Lewma divê CPT serdana Abdullah Ocalan bike û di heman demê de dewletên rojavayî hemû, hikumetên hemû dewletên NATO’yê divê vê bikin. Ji ber ku Tirkiye parçeyek ji NATO’yê ye. Hikûmetên DYA, Almanya, Fransa û NATO’yê yên ku dibêjin ew dilsozê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e, ne tenê biçin serdanê di heman demê de divê zextê bikin ku parêzer karibin serdana Abdullah Ocalan bikin, xizmên wî, xizmên mehkûmên din karibin bi rêk û pêk serdanê bikin.”

Divê ji bo Rêber Apo çalakiyên rasteqîn pêk bên

Siyasetmedar Dolzer derbarê pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de jî wiha axivî: “Bêguman ev tiştekî baş e. Yanî bêguman erênî ye. Hin mirov hene ku hin tiştan dikin, bêguman mirovên ku piştgiriyê didin tevgera kurd, piştevaniyê bi tevgera kurd re dikin, hin humanîstên ku kampanyayên bi vî rengî dimeşînin hene. Ev yek pêwîst e, tiştekî baş e û divê qet nesekine, her wiha divê hîn berfireh bibe. Divê hîn bêhtir mirov tevlî bibin. Ne tenê şexs, di heman demê de aktorên mîna rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî jî tevlî vê kampanyayê bibin. Bi dîtina min di vir de tiştekî bi vî rengî heye, tevlîbûn bi tenê têrê nake, di pratîkê de divê hin gav bêne avêtin, ji ber ku tiştekî gelekî cuda ye. Ez îmzeyekê diavêjim û bi kesên ku ji bo hinekan îmzeyan diavêjin di astekê de têkiliyên min hene. Lê belê piştre divê çalakiyeke rasteqîn bê kirin. Ne tenê bi îmzeyê re sembolîk be, divê çalakiyeke rasteqîn bê kirin.

Mînak Die Linke yan jî Bundnis Sahra Wagenknecht, a jî Francis Homies, mîna yên din ên PCF ên li Fransayê, yan jî derdora çepgirt, humanîst, mîna Sosyal Demokratên li Swêdê divê zextekê li hikumeta Tirk bikin. Ji bo guhertina hin tiştan divê zextê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar