Dewleta tirk a dagirker li aliyekî bi hevkariya malbata Barzanî êrîşên dagirkirin û îlhaqkirinê li dijî başûrê Kurdistanê didomîne û li aliyê din jî zext û zordariyê li ser çand û zimanê kurdî dimeşîne. Dewleta tirk di van demên dawî de bi ser saziyên kurdî de girt û dildarên kurdî binçav kirin. Gelê kurd li dijî qirkirina ziman û çandê di nava çalakiyan de ne. Bi taybetî jî kurdên li Ewropayê ji bo zindîkirina çand û zimanê kurdî mihrîcanan li dar dixin. Ji bilî kurdan gelek ewropî jî beşdarî mihrîcanên kurdan dibin û kêfxweşiya xwe tînin ziman.
Ji van yek jê endama Keskan (Bundnis 90 / Die Grunen – Yekîtî 90 / Kesk) a Parlamentoya Eyaleta Hessenê Martina Feldmayer e. Martina Feldmayer a ku beşdarî 32’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Frankfurtê bû, li ser zext û asîmîlasyona dewleta tîrk a dagirker yên li ser zimanê kurdî ji ANF’ê re axivî.
Parlamenter Martina Feldmayer der barê coş û kelecana mihrîcanê de wiha axivî: “Çand û muzîka kurdan pir xweş e, govend jî xweş e û xwarinên kurdan jî pir xweş in. Her tişt li vir pir aram e. Ji ber mihrîcaneke wisa xweş li Frankfurtê tê lidarxistin, ez kêfxweş im.”
Martina Feldmayer, li ser polîtîkayên asîmîlasyon û zextên li ser zimanê kurdî jî axivî û ev tişt got: “Di nûçeyan de tişta ku her tim bala min dikişîne ew e ku dibêjin nahêlin kurd bi zimanê xwe biaxivin. Li Tirkiyeyê zilm li wan tê kirin, nahêlin bi kurdî biaxivin û zarokên wan fêrî zimanê xwe bibin. Destûr nayê dayîn ku çanda xwe bijîn. Tiştekî wisa qet nabe. Ji ber tu mirov ji yên din ne mezintir e. Hemû gel xwediyê heman mafan e û ev mafên mirovan ên gerdûnî ne. Ji ber vê jî tiştekî wiha nayê qebûlkirin. Lewma em demokrat ji dewleta tirk re dibêjin ku dev ji zilma li ser kurdan berdin, bila gelê kurd bi zimanê xwe biaxivin û çanda xwe bijîn.”