Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Maseya Îslamê: Çepên Kesk rêya Îbrahîmî ye

Ay diyar kir ku desthilata AKP'ê ola îslamê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne û wiha got: "Li gor pîvan û qaîdeyên ola îslamê ez ê deng bidim Partiya Çepên Kesk. Banga min jî ev e ku li dijî rêya Nemrûdên ku ola îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, rêya Îbrahîmî hilbijerin."

Desthilata AKP’ê ku ola îslamê ji xwe re dike halet û siyaseta xwe di ser wê re dike 22 sal in desthilat e. Di van 22 salên desthilatdariya AKP’ê de nobedên edaletê yên li dijî bêedaletiyê, binpêkirinên mafên jiyanê, girtin û binçavkirin zêde bûn û li Kurdistan û Tirkiye qeyranên aborî, siyasî û civakî li serhev rû dan. Ber bi hilbijartinên 14’ê Gulanê ve desthilata AKP’ê di mîtîngên xwe de cardin dixwaze bi ol û nijadperestiyê desthilatdariya xwe bidomîne.

Hevberdevkê Maseya Îslamê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Emin Ay ku bi nûnerên Komeleya Alîmên Amedê re serdana Meletî û Semsûrê kir têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ay destnîşan kir ku pêkanînên desthilata AKP’ê berovajiyê ola îslamê ne û bang li hilbijêran kir ku li dijî desthilatdariya AKP’ê ku olê li gor berjewendiya xwe bi kar tîne dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk ku rêya Îbrahîmî diparêze.

‘Desthilata AKP’ê ola îslamê wekî qada serweriya xwe dibîne’

Ay bi lêv kir ku desthilata AKP’ê li ser navê olê dixwaze bêedaletiya xwe rewa bike û wiha got: “Desthilata AKP’ê ola îslamê wekî qada serweriya xwe dibîne. Yanî dibêjê ji xeynî min mafê kesî tune ye der barê ola îslamê de tiştekî bibêje. Di ola îslamê û hemû baweriyan de azadî, edalet û lêgerîn heye. Quran jî dibêje, di olê de zext û tundî tune ye. Niha desthilata AKP’ê li ser navê olê, bê edaletî, kêdxwarî, zext û tundiyan dike û dixwaze bi ola îslamê jî van sepanên xwe rewa bike. Ola îslamê weke sergirtina qirêjiyên xwe, bêedaletî û cudakariyê bi kar tîne.”

‘Ola îslamê rewa nabîne ku em li dijî zaliman bêdeng bin’

Ay di berdewama axatina xwe de bal kişand ser tunehesibandina kurd û kurdî jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di ola îslame de nijadperestî û tunehesibandin tune ye. Hz. Mihemmed li dijî vê yekê derketiye û ola îslamî jî tu car cudakarî û tunehesibandinê qebûl nekiriye. Lê em dibînin ku desthilata AKP’ê dijberî vê yekê siyasetê dike, kurdan înkar dike, hê jî di meclisa Tirkiyeyê de dema peyveke kurdî bê gotin dibêjin ‘zimane ku nayê zanîn.’ Ev yek dijberî olê ye û înkarkirina Xwedê ye. Desthilata AKP’ê çi qas bixwaze rengekî oldarî bide xwe jî, di pratîke de olê ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe bi kar tîne. Ji ber vê yekê jî xesara herî mezin desthilata AKP’ê dide ola îslamê. Divê em jî li dijî vê yekê hişyar bin. Ola îslamê rewa nabîne ku em li dijî zaliman bêdeng bin.”

‘Desthilata AKP’ê mizgeft kirine cihên perçekirina civakê’

Ay diyar kir ku AKP di 22 salên desthilatdariya xwe de li gor berjewendiyên xwe teşe daye ola îslamê û axaftina xwe wiha domand: “Di ola îslamê de mizgeft cihê nîqaş û çareserkirina pirsgirêkan e, lê niha xoceyên mizgeftê bi qasî ku desthilat ji wan re destûr daye ferman û emrên xwedê ji civakê re dibêjin. Îro qedexe ye ku pirsgirêkên civakê li mizgeftan bên axaftin. Desthilata AKP’ê mizgeft kirine cihên perçekirina civakê. Di mizgeftan de gotinên nefretê tên bikaranîn. Mizgeftên ku hezkirin û çareserkirina pirsgirêkên civakê pêk dianîn niha desthilata AKP’ê ew anîne vê astê.”

‘Li gor pîvanên ola îslamê divê her kes ji bilî Partiya Çepên Kesk dengê xwe nade tu partiyên din’

Ay anî ziman ku li gor pîvanên ola îslamê divê tu kes ji bilî Partiya Çepên Kesk dengê xwe nade tu partiyên din û ev tişt gotin: “Li gor qaîdeyên ola îslamê heke hilbijêr biçin ser sindoqan divê li gor pîvanên ‘kî edalet û mafê mirovan diparêze’ ya din jî li gor Peymana Medîneyê ku pêxember bixwe îmze kiriye, dengê xwe bi kar bînin. Di wê peymanê de yekperestî tune ye, dibêjê divê her civak bi awayekî azad bi ziman, çand û dîroka xwe bijî. Ji ber wê divê em li bernameyên partiyan binêrin, di kîjan partiyê de cudakarî tune ye û pirrengî heye, divê em dengê xwe bidin wê partiye. Li gor van pîvanan, ez vekirî dikarim bibêjim ku ez ji xeynî Partiya Çepên Kesk dengê xwe nadim tu partiyan.”

‘Li dijî Nemrûdan rêya Îbrahîma hilbijêrin’

Ay di dawiya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê kir û wiha bang li hilbijêran kir: “Pergala ku îro AKP dixwaze li ser civakê ferz bike, li gor Quranê pênasekirina pergala Nemrûd e û kirên wê jî taxûtî ye. Ji ber ku desthilatdariya AKP’ê di zilmê de jî sînor nas neke û sînor derbas kirine, kirinên wê taxutî ne. Ji ber vê yekê heke kesek bibêje ez doza oldariyê dikim, divê bi dengê xwe nebe hevkarê taxutan. Niha 2 rê hene; yek rêya Îbrahîmî ye û ya din jî rêya Nemrûdî ye. Divê hemû mirovên ku doza edalet dikin û xwezayê diparêzin, li ser rêya Îbrahîm bin. Em bawer dikin ku dê helwesta  gelê Semsûrê jî rêya Îbrahimî be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar