Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Mat: Dengê elewiyan ji bo Çepên Kesk e

Serokê Wekhev ê AABK’ê Huseyîn Mat bal kişand ser girîngiya hilbijartinên sed salê û wiha got: “Weke sazî em ê bi rengekî çalak piştgirî bidin Partiya Çepên Kesk.”

Ji 1,5 milyon elewiyên li ewropayê, nêzî 700 hezarê wê li elmanyayê dijîn. Serokê Wekhev ê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) ku nêzî 300 cemxane di bin sîwana wê de ne, Huseyîn Mat got: “Çawa ku kurd terciha rast dikin, civaka elewî jî wê terciha rast bike. Dengek ji Kiliçdaroglû re, dengek jî ji Partiya Çepên Kesk re.”

Li derveyî welat zêdeyî zêdeyî 3,5 milyon hilbijêr hene û di nava van hilbijêran de, civaka elewî jî girseyek girîng a hilbijêran e. AABK jî di nava elewiyên li ewropayê de, nifûsek girîng temsîl dike. Mat diyar ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo elewiyan jî derfetek dîrokî ye û got: “Gel wê bi aştî, xwişk û biratî û azadiyê û di nava dîktatoriya rejîma yek mêr de, hilbijartinê bike. Komkûjiyên mîna Koçgirî, Dêrsim, Sêwas, Çorûm û Gaziyê qewimîn. Em di sedsala duyemîn a komarê de, naxwazin heman tişt dubare bi serê me were.”

‘Dengek ji Çepên Kesk Re, dengek ji Kiliçdaroglû re’

Mat anî ziman ew saziyek elewî û serbixwe ne û got: “Lê serbixwebûna me nayê wê wateyê ku, em ê aliyekî negirin. Em di aliyê demokrasî, jiyana bi hev re, komarek demokratîk û aştiyek bi rûmet de ne. Lewma em serokkomarek xwedî wijdan dixwazin. Em ê ji bo hilbijartinên serokkomariyê piştgiriyê bidin Kemal Kiliçdaroglû, ji bo hilbijartinên parlamenteriyê jî piştgirî bidin Tifaqa Ked û Azadiyê. Weke sazî em ê bi rengekî çalak piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.”

‘Elewiyê deng bidin Partiya Çapên Kesk’

Mat destnîşan kir ku di qadên bi rêxistinkirî hemûyan de, tevlî xebatên hilbijartinê bûne û ev tişt got: “Çawa ku kurd tercîha rast dikin, wê civaka elewî jî terciha rast bikin. Li Ewropayê nêzî 1,5 milyon elewî dijîn, beşek mezin jî li elmanyayê ne.”

‘Cemxane wek buroyek hilbijartinê dixebite’

Mat ragihand ku cemxane mîna buroyek a hilbijartinê dixebitin û got: “Weke konfederasyon me biryarek da. Me xwest ku di panelan de, organîzasyonên ku hilbijêr biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin de û li bajarên ku cemxaneyên me lê ne, bi saziyên din re xwe rêxistin bikin. Dîtina vê hevkariyê li qadê, me kêfxweş dike.”

‘Divê teqez elewî biçin dengê xwe bidin Çepên Kesk’

Mat îşaret pê kir her kesê ku ji rêveberiya nîjadperest û faşîst aciz, divê biçe ser sindoqan û got: “Tenê têrê nake ku mirov li beramber televîzyonê xwe ji Erdogan aciz bike. Eger em guhertinekê dixwazin, em dixwazin ku rêveberiya AKP-MHP’ê bavêjin ser çopa dîrokê, divê em biçin dengê xwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar