Mayina ku komên çete yên girêdayî dewleta tirk li gundê Esediyeyê çandibû, bi sivîlan ve teqiya. Hat zanîn ku di encama teqînê de 2 welatî birîndar bûn
Dewleta tirk a dagirker û komên wê yên çete yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê ji roja destpêkê ya êrîşa qirkirinê ya li dijî rojavayê Kurdistanê heta niha bi sedan sivîl qetil kirin û bi hezaran jî birîndar kirin. Hêzên dagirker dest ji van sûcên xwe yên şer bernadin.
Li gorî agahiyên ji herêmê, hêzên dagirker li ser rêya gundê Esediyê yê girêdayî Serêkaniyê mayinek çandibû. Hat zanîn ku dema welatiyên sivîl ên li herêmê xwestin ji gund derkevin mayin bi sivîlan ve teqiya.
Di encama teqîna mayînê de welatiyên sivîl ên bi navên Hisên Elî Hisên û Merîş Îbrahîm Mihemed birîndar bûn. Her du sivîl niha li nexweşxaneyên Hesekê tên dermankirin. HESEKÊ