Êrîşên komkujiyê yên dewleta tirk a dagirker ji şevê din ve li ser rojavayê Kurdistanê didomin. Di encama van êrîşan de gelek navendên xizmetguzarî û sivîl hatine hedef girtin. yek jê zarokek 5 salî 12 kurd şehîd bûn
Di derbarê van êrîşan de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Abdî li ser hesabê xwe yê medya dijîtal peyamek parve kir. Di peyama Mazlum Abdî de hat gotin: “Tirkiye bi awayek bêserûber û bêbingeh herêmên me bombebaran dike. Navendên xizmetguzarî, tenduristî û sivîlan dike hedef. Ev sûcên şer in. Me gelek caran amadebûna xwe ji bo diyalogê anîbû ziman, lê em tekez dikin ku hêzên me ji bo parastina gel û axa xwe amade ne.”