Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mazlum Ebdî: Bêyî Efrînê li Sûriyeyê aştî nepêkane

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî da zanîn ku gefên dewleta tirk, têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê asteng dike. Ebdî got ku ji bo proseya aştiyê ya di navbera wan û Tirkiyeyê de bimeşe, Efrîn mijare herî bingehîne. Ebdî diyar kir ku bêyî Efrînê li Sûriyeyê aştî nepêkane. Ebdî ragihand ku ew dê bingeha hêzeke leşkerî ya ku aramî û azadiya Sûriyeyê mîsoger bike ava bikin

Civîna salane ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Hesekê dest pe kir. Di civînê de 600 nûnerên HSD’ê, partiyên siyasî û mêvanên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn. Civîn bi axaftina Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî dest pê kir.

Mazlum Ebdî destnîşan kir ku piştî serkeftina wan û hêzên koalîsyonê ya li dijî DAIŞ’ê, ew civîna xwe ya salane li dar dixin. Ebdî wiha domand: “Di civînê de dê serkeftinên leşkerî û siyasî bên nirxandin. Ji bo mîsogeriya aramî û ewlehiya hemû herêmên Sûriyeyê jî dê kêmaniyên heyî bên nîqaşkirin û bingeha oparasyonên leşkerî yên pêngava bê dê werin destnîşankirin.”

‘Pêngava nû zehmetir e’

Di berdewamê de jî Ebdî daxuyand ku civîna wan dê bingeha avakirina hêzeke leşkerî û mîsogeriya Sûriyeyeke azad û hevgirtî be û wiha pê de çû: “Em îro bi derdorên ku gefan li pêşeroja me dixwin re rû bi rû ne. Di serî de şerê li dijî DAIŞ’ê ku hêj di wêrankirina vî welatî de israr dike ye. Pêngava nû zehmetir e. Nexasim li herêmên ku şaneyên DAIŞ’ê lê hene. Lewma rojeva me ya sereke, şerê li dijî DAIŞ’ê ye. Her wiha em koalîsyona navdewletî jî teşwîq dikin ku beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bibin da ku serkeftin pêk were.”

Gefên Tirkiyeyê

Ebdî got ku wan di demên bihurî de jî dabû zanîn ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dê bandorekî neyînî li ser şerê HSD’ê yê li dijî DAIŞ’ê bike û wiha derbirî: “Gefên Tirkiyeyê li ser planên hêzên me û hêzên kaolîsyona navdewletî yên ji bo têkbirina DAIŞ’ê, astengî ye. Bi hevkariya DYA’yê em hewl didin ku bi dewleta tirk re diyalogê bipêş bixin. Ji bo mîsogeriya aramiya herêmê, lihevkirinên pêşekî hene. Ew jî diyarkirina nuqteyên li ser sînore û dê ji operasyonê re erênî be. Ji bo serkeftina proseya aştiyê ya di navbera me û Tirkiyeyê de, Efrîn gaveke girîng e. Vegera şêniyên Efrînê xalekî bingehîne û bêyî wê ne pêkane li Sûriyeyê aştî pêk were.”

Bang li hikûmeta Sûriyeyê kir

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî herî dawî jî wiha got: “Di vê civînê de em bang li hikûmeta Sûriyeyê dikin ku bi nûnerên rêveberiya xweser û HSD’ê re danûstandinan bikin. Her wiha çareseriya siyasî li ser bingeha naskirina rêveberiyên xweseriya demokratîk û qebûlkirina mafên rewa yên gelên kurd ên li Sûriyeyê be. Me dest bi jinûvesazkirina HSD’ê kiriye. Di vê mijarê de me gelek xebatên serkeftî kirin. Li hemû herêman jî me dest bi avakirian meclisên leşkerî kiriye û hêzên pispor tên gihandin. Di vê civînê de em ê proseya vesazkirina HSD’ê bi mekanîzmaya avakirina meclisa giştî ku ji hemû meclisan re sîwan be, ava bikin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar