Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Mazlum Ebdî: Dê plana Erdogan a penaberan tu caran pêk neyê

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku Erdogan di axaftina xwe ya li NY’yê de bi aşkerayî ji hemû cîhanê re ragihandiye ku dixwaze herêma dagir bike. Ebdî diyar kir ku plana Erdogan a penaberan ku dagirkerî ye dê tu caran pêk neyê. Ebdî da zanîn ku lihevkirina wan a ‘Mekanîzmaya Ewlehiya Sînor’ jî bi serkeftî didome. Ebdî ji bo Komîteya Amadekar a Makeqanûna Sûriyeyê jî wiha got: “Komîteyeke ku em tê de nebin dê nas jî nekin û dê têk biçe.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî bû mêvanê bernameya ‘Alternatîf Gundem’ a Medya Haber TV ku ji aliyê Bariş Boyraz ve tê pêşkêşkirin. Ebdî têkildarî geşedanên dawî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê axivî.

Mazlum Ebdî anî ziman ku serokê giştî yê AKP’ê û serokomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi axaftina xwe nîşan da ku dixwaze bakur û rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Ebdî diyar kir ku Erdogan ji bo vê planê amade ye û wiha domand: “Ev yek ji hemû cîhanê re ragihand. Aşkeraye ku planeke guhertina nifûsê (derxistina kurdan), planeke dagirkeriyê ye. Nemimkine ku pêk bê. Ne em, ne gelên Sûriyeyê û ne jî hêzeke navneteweyî dê vê planê qebûl neke. Gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê firsendê nade vê planê. Xaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê vala û bêxwedî nîne. Tiştekî xeyalî ye ku hinekan bînin van herêman û ji wan re bajaran, gundan ava bikin û zeviyên çandiniyê li wan belav bikin. Ev plan dê tu caran pêk neyê.”

Penaber dikarin vegerin lê çawa?

Di berdewamê de jî Ebdî nêrîna ku ew jî tev li dibin wiha rave kir: “Ya ku em û her kes qebûl dike bi vî rengî ye; çi li Tirkiyeyê û çi jî li devereke din her kes dikare vegere xak û mala xwe. Ya ku di çarçoveya ‘mekanîzmaya ewlekariyê’ de me qebûl kirine wiha ye. Yên ku ji van herêman bi zorê koçber bûne dikarin vegerin warên xwe. Dê piştgirî ji vegera wan re bê dayin. Di vir de tenê şertek heye; yên ku vegeriyane ger li dijî gel sûc kiribin dê der barê wan de edalet bê bikaranîn. Li pêşiya kesî astengî nîne.”

Mekanîzmaya Ewlehiya Sînor

Der barê ‘Mekanîzmaya Ewlehiya Sînor’ de jî fermandar Ebdî wiha got: “Ev mekanîzmaye lihevkirinek e. Ev jî di navbera DYA û Tirkiyeyê û DYA û HSD’ê de ye. Divê mekanîzma di sê qonaxan de pêk were. Heta niha bêyî pirsgirêk dom kir. Bi navê HSD’ê me heta niha berpirsyariyên xwe pêk anîn. Em dikarin bêjin ku teqwîma ku di nava vê lihevkirinê de hate destnîşankirin bi rengekî baş bi rê ve diçe. Avêtina hin gavan diviyabû heta dawiya vê mehê temam bibûna. Ev pêk hatin. Hin qonax hene ku hîn didomin. Niha pirsgirêkek xuya nake. Di çarçoveya hatiye destnîşankirin de pêk tê û dê bidome. Dê heta demekê bidome ku tevahiya wê temam bibe.”

Komîteya Amadekirina Makeqanûnê

Têkildarî Komîteya Amadekirina Makeqanûna Sûriyeyê ku dewleta tirk, Îran û Rûsyayê di civîna Enqereyê de li ser li hev kirin û piştre ji aliyê Sekreterê Giştî yê NY’yê ve hate ragihandin jî Ebdî ev nirxandin kir: “Bi vî awayî komîteya makeqanûnê şaştiyeke mezin e. Ne tenê kurd, her wiha ereb, suryan û hemû gelên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li derveyî komîteyê hatine hiştin. Ji sê parên Sûriyeyê yek jê tev li komîteyê nehatine kirin. Ji ber vê jî serkeftina wê nepêkane. Bi dîtina me ji ber zextên dewleta tirk bi vî rengî bûye. Yên ku piştevaniya avabûna komîteyê kirin qebûl kirin. Ev yek jî şaşitiyeke mezin e.”

‘Em ê encamên wê komîteyê red bikin’

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ger pêkhate û nûnerên vê herêmê tev li pêvajoya çareseriyê nebin, em ê encamên ku derkevin holê qebûl nekin. Em ê her encama ku jê derkeve red bikin. Lewma yek ji sê parên Sûriyeyê dê red bikin û ev kar dê bêencam bimîne. Ger daxwaza çareseriyê tê kirin şert e ku nûnerên vê herêmê tev li bibin. Şert e ku destûra bingehîn a bê amadekirin li gorî daxwaza gelên vê herêmê be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar