Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mazlum Ebdî: Divê hêzên navdewletî derbasî herêmê bibin

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku lihevkirina wan a bi dewleta tirk re tenê bi Serêkaniyê û Girê Spî re sînordar e. Ebdî bi lêv kir ku dewleta tirk agirbestê binpê dike û divê hêzên navdewletî derbasî herêmê bibin

Fermendarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê û agirbesta di navbera wan û dewleta tirk de, ji kanala El-Erebiyeyê re axivî. Ebdî diyar kir ku dewleta tirk agirbestê binpê dike û divê hêzên navdewletî derbasî herêmê bibin.

Mazlum Ebdî anî ziman ku wan hemû hêzên xwe ji Serêkaniyê vekişandin û wiha dom kir: “Me ji duh ve hemû hevalên xwe yên birîndar tevî yên din vekişandin. Bi vê yekê re jî me xala agirbestê pêk anî. Lê dewleta tirk agirbest binpê kir û êrîşên xwe didomîne. Helwesta DYA û dewleta tirk cuda ne. Tiştên ku DYA’yê em pê agahdar kirine, me pêk anîn. Lihevkirin li ser Serêkanî û Girê Spî bû. Herêmên din di navde nînin. Tiştê ku me erê kir, ji bo temamiya sînorê bakurê Sûriyeyê yê bi Tirkiyeyê re ye.”

Xalên li ser lihev kirin

Ebdî got ku hêzên wan dê ji Serêkaniyê û Girê Spî heta ku digihije rêya navdewletî dê vekişin û wiha pê de çû: “Ev niha pêk tê. Lê divê li temamiya sînor agirbest pêk bihata. Haya me ji 13 noqteyên ku dewleta tirk li ser medyayê parve dike nîne. Ne mimkûne ku em qebûl bikin. Divê hêzên navneteweyî derbasî vê herêmê bibin û hem rê li ber qirkirinê bigirin û hem jî pêşeroja vê herêmê di çarçoveya çareseriyeke giştî de diyar bikin.”

‘Em dagirkeriya mayînde qebûl nakin’

Herî dawî jî Mazlum Ebdî wiha got: “Ne mimkûne ku em vê qebûl bikin. Divê dewleta tirk ji herêmê derkeve. Têkiliya wê bi Rojava û Sûriyeyê re nîne. Em dikarin nîqaşê li ser mekanîzmaya ewlehiya sînor bikin. Lê em qebûl nakin ku weke dagirkeran bimînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar