PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Mazlum Ebdî: Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dê ji dagirkeran bên paqijkirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî geşedanên dawî yên li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. Ebdî da zanîn ku ji bo rizgarkirina herêmên ji hêla dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, amadekariyên wan jî hene û di demekî guncav de jî dê van herêman rizgar bikin.

Mazlum Ebdî diyar kir ku piştî biryara vekişînê ya hêzên DYA’yê ya ji Rojava û êrîşên dewleta tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, li herêmê gelek tişt guherîn û wiha dom kir: “Di pozîsyona hebûna hêzên DYA’yê ya li Rojava û di hêzên din ên li Sûriyeyê de guhertin çêbûn. DYA’yê hebûna xwe ya leşkerî û siyasî careke din nîşan da û hewl da ku li herêmê siyaseteke cuda bimeşîne. Di vê çarçoveyê de Jeffrey li Sûriye û welatên din çend hevdîtin kirin. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên me jî bi James Jeffrey û rayedarên payebilind ên DYA’yê re çêbûn. Me daxwaz û bernameyên xwe bi wan re parve kirin. Me xwest ku piştgiriyê bidin bernameyên me yên leşkerî, siyasî û îdarî. Bêguman her hêzek li herêmê li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Hevdîtinên me yên bi DYA û Jeffrey re jî di çarçoveya berjewendiyên me de bûn.”

Ebdî destnîşan kir ku piştî kuştina Qasim Silêmanî, rageşiya di navbera DYA û Îranê de kûrtir bû û wiha domand: “Pevçûn û rageşiyên di navbera hêzên li herêmê û li Rojhilata Navîn de kûrtir bûn. Bandora wê li Sûriyeyê jî bû. Di nava van rageşiyan de em alîgirên tu aliyan nînin. Lê di çarçoveya berjewendiyên hemû gelên li Sûriyeyê de dê hevdîtinên me bi hemû derdoran re hebin.”

‘Misir dixwaze di çareseriyê de xwedî rol be’

Bi domdarî jî Ebdî bal kişand ser têkiliyên wan ên bi welatên ereb re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet Misirê û bi giştî jî bi civaka ereb re têkiliyên me baş in. Pêwendiyên me yên siyasî her ku diçe baştir dibin. Misir dixwaze ku di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de xwedî rol be. Di vê çarçoveyê de jî têkiliyên me yên bi Misirê re baştir dibin. Di demên pêş de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê dê bi Misirê re hevdîtinên me yên girîng çêbibin. Heta niha têkiliyên me yên bi civaka ereb re qels bûn û ev jî ji ber kêmasiyên me û dewletan bûn. Lê piştî ku planên êrîş û dagirkeriyê yên dewleta tirk xuyatir bûn, civaka ereb jî helwesteke hevpar nîşan dan. Çareserkirina pirsgirêka aloziya Sûriyeyê, ne bi dewletên ku Sûriye dagir kirin, bi welat û gelên ereb re pêkane.”

Hewldanên ji bo xerakirina têkiliyên kurd û ereban

Di berdewamê de jî Ebdî daxuyand ku di serî de dewleta tirk, hinek hêzan hewl dan ku têkiliya di navbera wan û gelê ereb de xerab bikin û wiha pê de çû: “Xwestin di nava HSD’ê de parçebûneke mezin çê bikin. Lê bi êrîşên dewleta tirk re têkiliya me ya bi gelê ereb re xurtir bû. Em bi helwesta gelê ereb a li dijî dagirkeriyê serbilind bûn. Ji ber ku helwesta wan a li dijî dagirkeriyê zelal bû û mîna gelê kurd, di eniyên pêş ên berxwedanê de cih girtin. Daxwaza têkoşîna hevpar a bi gelê kurd re niha ji demên berê bêhtir xurt bûye. Em di wê baweriyê de ne projeya yekitiya gelan û neteweya demokratîk dê li ser bingeha biratiya gelê kurd û ereb bi ser bikeve. Em dikarin bi rehetî bibêjin ku hewldanên dewleta tirk ên ji bo sorkirina gelê ereb a li dijî gelê kurd vala derketiye. Bi taybet jî gelê ereb ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rizgariya xwe de projeya xweseriya demokratîk û paradîgmaya neteweya demokratîk de dibîne.”

‘Di dema êrîşan de kêmasî û xetayên me çêbûn’

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî bi lêv kir ku di dema êrîşên dewleta tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de kêmasî û xelatiya wan çêbûn û wiha dom kir: “Bêguman xeta û kêmasiyên me hebûn. Beriya her tiştî em di vê mijarê de rexnedayîna xwe didin. Di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk de ji ber ku amadekariyên pêwîst di hêla leşkerî û dîplomasiyê de nehatibûn kirin, encameke wiha derket holê. Ji bo parastina van herêman amadekariyeke me ya mezin hebû. Lêhûrbûna me ya di vê mijarê de kûr bû. Dewleta tirk dizanî ku ger em amadekariyên xwe temam bikin dê nekare bi ser bikeve. Ji ber vê jî tevî bertekên hemû cîhanê jî bi lez û bez êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Wan jî dizanî ku em dixwazin amadekariyên xwe temam bikin. Bêguman di mijara dagirkeriyê de bandora siyaseta DYA’yê jî hebû. DYA’yê nexwest berjewendiyên dewleta tirk bixe talûkeyê. Ji ber berjewendiyên xwe jî bêdeng ma û li ser vê yekê jî êrîş dest pê kirin. Me jî ji van êrîşan gelek encamên leşkerî, siyasî û dîplomatîk derxistin. Em dikarin bibêjin ku ji vir û şûnde dê êrîşên dewleta tirk ewqas hêsan nebin. Dersên ku me derxistin dê bikin ku ev êrîş dê vala û bêendam bimînin. Wan jî dizanî ku amadekariyên me yên li herêmên din zêde ne û dê nekare bi ser bikeve. Ji ber vê jî êrîş bisînor kirin.”

Peymana Soçiyê

Têkildarî têkiliya wan a bi Rûsyayê re jî Ebdî ev agahî dan: “Rûsya di çareseriya Sûriyeyê de aktoreke sereke ye. Heta ku em dikarin bibêjin aktorê sereke ye. Dosyaya çareseriya aloziya Sûriyeyê di destê Rûsyayê de ye. Hêvîdarim rola wê ya li herêmê erênî be. Di navbera dewleta tirk û Rûsyayê de peymana Soçiyê heye. Me xalên peymanê yên ji bo agirbestê erê kir. Li gorî vê peymanê Rûsya li hemberî êrîşên dewleta tirk neçare ku xwedî helwest be. Lê rola esasî ya Rûsyayê ew e ku di navbera me û rejîma Sûriyeyê de bibe navbeynkareke mîsoger. Divê rê li ber diyalogên siyasî veke û li ser vê esasê jî lihevkirineke siyasî çêbibe. Daxwaza me ya ji Rûsyayê ev e.”

Têkiliyên bi Amerîkayê re

Mazlum Ebdî got ku di demên berê de DYA’yê xeletî û kêmasiyên gelek mezin kirin û ev tişt anî ziman: “Ger ku dewleta tirk cisaret kiribe ku êrîşî herêmê bike, sedema vê siyaseta DYA’yê bû. Niha jî dixwazin bi siyaseteke nû, encamên neyînî yên derketin holê sereraset bikin. Li ser vê bingehê jî stratejiya xwe ya vekişandina hêzên xwe ya li herêmê sekinand û hewl dide ku siyaset û stratejiyeke nû li herêmê bimeşîne. Siyaseteke wan a zelal nîne lê hewl didin stratejiyekê ava bikin. Li gorî şert û mercên me, li ser bingeha leşkerî DYA û HSD’ê planên nû çêkirin. Di çarçoveya van planan de jî li terorê û ji bo parastina herêmê xebatên hevpar tên meşandin. Xwedî siyaseteke zelal nînin. Hê jî hewl dide pirsgirêka Sûriyeyê bi rêya kolaîsyona navdewletî ya nêzî Tirkiyeyê çareser bike. Ev jî nepêkane. Neçarin ku bi HSD, MSD û hêzên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re vê pirsgirêkê çareser bike. Di vê çarçoyê de jî têkiliyên me yên bi DYA’yê re didomin. Hinek pêşketin hene lê hêj di asta ku em dixwazin de nînin.”

Rola Îranê ya di çareseriyê de

Der barê helwesta Îranê ya li dijî Sûriyeyê jî Ebdî ev agahî dan: “Roleke mezin a Îranê li Sûriye û herêmê heye. Ger bixwaze dikare ji bo çareseriyê zextê  li hikûmeta Sûriyeyê bike. Daxwaza me ya ji Îranê ew e ku di mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê ku ev jî girêdayî çareserkirina pirsgirêka kurd û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye de, rol bilîze. Lê heta niha jî di vê mijarê de tu rolek nelîstiye. Ger Îran bixwaze dikare vê mijarê çareser bike. Ya ku ji wan tê xwestin jî ew e.”

Helwesta cîhanê ya ji bo kurdan

Ebdî da zanîn ku li cîhanê gelek derdor hene ku piştgiriyê didin kurdan û wiha got: “Gelek derdor dibêjin; ‘Êdî tekane dostên kurdan çiy anînin, dostên wan ên din jî hene.’ Li hemberî biryara vekişandina leşkerên DYA’yê ya Trump, Kongreya DYA’yê, Pentagon û gelek saziyên din ên DYA’yê ji bo ku rump ji vê biryara xwe vegere zext lê kir. Di vê pêvajoya şer de gelek dewletan raste rast piştgirî dan. Welatên ereb û kendavê, Fransa, gelek dewletên din û çapemeniya cîhanê piştgirî dan me. Vê rewşê jî bi xwe re asteke nû yê siyasî û dîplomatîk anî. Êdî em dikarin bibêjin li temamiya cîhanê dostên me hene. Li hemberî êrîşên qirkirînê yên li dijî gelê kurd êdî dê dinya bêdeng nemîne. Em dikarin bibêjin ev jî ji bo gelê kurd destkeftiyeke gelek mezin e.”

‘Ger dewleta tirk êrîş bike dê rastî berxwedaneke dîrokî bê’

Têkildarî îdiayên ku dibêjin dewleta tirk amadekariyên êrîşên nû dike û DYA dixwaze kurdan veguhêzîne herêmên petrolê jî Ebdî ev agahî dan: “Di serî de ez bibêjim ku çîroka ku dibêjin DYA dê kurdan veguhêzîne herêmên petrolê rast nîne. Bi zanebûn vê rojevê çê dikin. Ne polîtîkayeke DYA’yê yê wisa heye, ne kurd vê qebûl dikin û ne jî hêzek dikare vê bike. Mijara petrolê tenê ji bo ku vekişîna hêzên DYA’yê bidin sekinandin kete rojevê. Herêmên petrole ji xwe ev 8 sal in di destê kurdan de ne. Dewleta tirk jî her tim dixwaze êrîş bike. Lê şertên êrîşê zehmet bûn. Niha li vir hêzên navdewletî, Rûsya, DYA û gelek hêzên din hene. Dewleta tirk dixwaze êrîşî herêmên kurdan bike. Ger êrîşeke wiha çêbibe jî dê li bir berxwedaneke mezin û dîrokî çêbibe. Dewleta tirk dê di hêla siyasû û leşkerî de van herêman winda bike. Ew jî nizanin ger êrîşeke wiha bikin dê bi encamên çawa re rû bi rû bimînin.”

‘Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî amadekariyên me hene’

Ji bo herêmên din ên dagirkirî jî Mazlum Ebdî ev tişt destnîşan kir: “Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û paqijkirina wan herêman ji dagirkeran, amadekariyên me hene. Li Sûriyeyê hemû hêzên navneteweyî hene û hevsengiyên siyasî hene. Weke HSD’ê ji bo rizgarkirina hemû herêman em amade ne. Lê dem û şertên wê hene. Dema ku dem û şert guncav bûn, ev herêm dê bên rizgarkirin. Ev jî dê demekî dirêj negigre. Em ji gelê xwe yê Efrînê re dibêjin ku Efrîn teqez dê bê rizgarkirin û li xwediyên wê bê vegerandin. Di heman demê de em ji bo gelê xwe yê Serêkaniyê û Girê Spî jî vê dibêjin. Dagirkirina van herêman windahiyeke mezin bû. Lê em xwedî wê hêzê ne ku van herêman careke din rizgar bikin. Tevî her tiştî jî dewleta tirk nekarî hêza me bişikîne û negihişt armanca xwe. Heta ku ev hêza me hebe jî em dikarin herêmên xwe rizgar bikin. Tirsa dewleta tirk jî ev e.”

Diyaloga bi rejîma Sûriyeyê re

Ebdî da zanîn ku têkiliyên wan ên bi rejîma Sûriyeyê re jî didomin û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya pêş de dê diyaloga me çê bibe. Hem pêvajoya diyalogê û hem jî ya hevdîtina hêdî birêve diçe. Ji ber ku zîhniyeta BAAS’ê hê jî ji çareseriyê dûr e. Daxwazên me û pêşniyarên wan ji hev pir cuda ne. Dê hevdîtinên me bidomin lê çareserî hinek zehmet e. Divê Rûsya û hêzên koalîsyonê di vê mijarê de rolekî xurtir bilîzin.”

Hevdîtina MÎT’ê û rejîmê

Herî dawî jî Mazlum Ebdî bal kişand ser hevdîtina serokê MÎT’ê Hakan Fîdan û hempîşeyê xwe Elî Memlûk a li Moskovê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta tirk dixwaze li Mutabaqata Edeneyê vegere. Di çarçoveya berjewendiyên xwe de jî dixwaze li Sûriyeyê çareseriyekê pêş bixe. Em dizanin ku ev lihevkirin bi temamî ji bo tunekirina kurdan e. Çaroveya hevdîtina Fîdan û Memluk a li Moskovê jî di heman çarçoveyê de pêk hat. Daxwaza Fîdan ew bû ku dijminatiya li dijî kurdan bidome û şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Bi qasî ku em dizanin, rejîma Sûriyeyê ji bo vê amade nîne. Li Idlib û herêmên din pirsgirêk hene. Li hêla din jî rewş guherî. Her wiha pirsgirêkên rejîmê yên bi dewleta tirk hene. Dewleta tirk li dijî rejîmê, piştgiriyê dide çeteyan. Ji ber vê jî em ne di wê baweriyê de ne ku Mutabaqata Edeneyê pêk bê. Dewleta tirk ne amade ye ku têkiliya xwe ya bi Îxwanî Muslimin re qut bike. Ji ber vê jî nepêkane şertên tifaqê bikare pêk bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar