Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Mazlum Ebdî: Em li ber xwe didin û dê bi ser bikevin

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî  êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berxwedana bêhempa ya li dijî êrîşan, lihevkirina bi rejîma Sûriyeyê û axaftina bi Turmp re nirxand. Fermandar Ebdî got ku ew li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û dê bi ser bikevin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî têkildarî Berxwedana Rûmetê, têkiliyên wan ên bi rejîma Sûriyeyê re, vekişîna hêzên DYA’yê û gelek mijarên din, bi RonahÎ TV’yê re hevpeyvîn kir.

Hevpeyvîna bi Mazlum Ebdî re wiha ye:

-Hûn rewşa dawî û encamên êrîşên 8 rojan li ser herêmê çawan dinirxinin?

Em berxwedana hevalên xwe yên şer dikin û xaka xwe ji dewleta tirk di parêzin silav dikin.

Şer kete roja 8’an. Êrîşên dewleta tirk ên dagirkirina xaka Sûriyeyê dewam dikin. Ev êrîşekê mezin bû. Ev heşt sale hedef dike ku bikeve Rojava. Ev saleke jî bi berfirehî amadekarî dike ku êrîş bike. Ev 8 roje şerekÎ pir mezin tê meşandin. Mesafeyeke 150 km ji çend aliyan ve ketine axa Suriyeyê. Destpêkê de Serêkaniyê û Girê Spî kirin hedef û xwestin bi vî awayî pêş bikevin. Heya niha berxwedaneke dirokî tê dayîn. Ev şer dê dewam bike. Dewleta tirk bi hemû hêza xwe tang, top, balafirên şer û keşfê tev li vî şerî bû. Bi hedhezaran çeteyên ji Idlib, Efrîn, Ezaz û herêmên din anîne li dijî me didin şerkirin. Dewleta tirk çeteyên ku berê li Reqa, Dêrazor û herêmên din şer kirine niha li dijî me dide şerkirin. Li hemberî hemû êrîşên hovane yên Tirkiyeyê şervanên me yên ji hemû pêkhateyên cuda, berxwedanek bêhempa didin. Piştî berxwedanekî mezin hêzên me xwe ji Girê Spî paşde kişandin. Lê niha li Serêkaniyê berxwedaneke dîrokî tê meşandin. Beşeke biçûk a bajêr artêşa tirk ketiyê, lê ji bo paqijkirina tevahî bajar ji artêşa tirk şerekî xurt tê meşandin. Hedefa Tirkiyeyê ew e ku bajar bi tevahî dorpêç û dagir bike. Di navbera Serêkaniyê û bakurê Kurdistanê de tu mesafe tuneye. Dewleta tirk li bajarên Tirkiyeyê jî bi hemû hêza xwe bi çekên giran û balafiran li bajar dixin. Dewleta tirk heya niha nekarî wekî ku dixwazin pêşde biçin. Rûxmê ewqas êrîşan jî şervanên me berxwedanekî evsaneyî didin meşandin. Ev jî cihê rêzdayînê ye. Ev şer wê bi hêsanî neqede. Herêmên di navbera Serêkaniyê, Girê Spî, dîsan rojavayê Girê Spî piraniya van herêman çol in. Dewleta tirk bi tang û topan li hinek deverên vir pêşketiye. Hinek cihan de nêzî rêya duwelî bûye. Lê wekî ew dibêjin nîne. Ragihandina dewleta tirk pir derewan dike. Herêm hemû nexistiye bin destê xwe. Hinek cihan şervanên me û ew pêşberî hev şer dikin. Pir cihên ku ew dibêjin me dagirkiriye di destê me de ye. Li van deran şerên pir giran tên meşandin. Berxwedaneke pir xurt tê dayîn. Wê bi hêsanî ev şer neqede û em ê deverên xwe nedin. Du sê caran êrîşî rêya duelî kirin da ku bigirin. Lê her carî êrîşên wan hatin şikandin û derbên giran xwarin. Niha jî dixwazin rêya di navbera Serêkaniyê, Girê Spî û rêya duelî de dagir bikin. Lê li hemû aliyan hêzên me bersivên xurt didin wan.

Aliyek din jî amadekariyên xwe dikin ku ji aliyê eniya rojhilatê Girê Spî ve berbi Kobanê ve werin. Duh dewleta tirk ragihand ku êrîşî Minbicê bike. Ji du aliyan de êrîş kir. Hêzên me di her du aliyan de derbên giran li wan dan û êrîşên wan şikandin. Ew jî neçarmane ku êrîşên xwe bidin sekinandin. Em dikarin bêjin şerekî pir mezin tê meşandin. Ji aliyê me de jî berxwedanekî pir mezin tê dayîn. Di nava vî şerî de heya niha 250 hevalên me bi qehremanî şer kirine û şehîd ketine. Piraniya hevalên me bi êrîşên balafiran şehîd ketine û birîndar bûne. Di nava van êrîşan de yên herî zêde ziyan dîtin kesên sivîl bûn. Komkujî li ser gelê sivîl pêk hat. Li Serêkaniyê li herêmên din komkujî çêbûn. Heya niha ji ber van êrîşan 205 kesên me yên sivîl ku kurd, ereb, suryan di nav de ku piraniya wan jin û zarok bûn, şehîd ketin. Nêzîkî 300 kes jî birîndar bûne. Dewleta tirk a dagirker bêyî ku cudabûnê bike nava sivîl û hêzên leşkerî de, êrîş dike. Bi komkujiyan dixwaze encaman bigre.

Stratejiya dewleta tirk ew e ku dema cihekê bigre, dixwaze herêmê ji sivîlan vala bike. Ji ber wê bêyî ku cudabûnê bixe nav kesî, topbaran û bombebaran dike. Ji ber wê xelkê me neçar dibe ji bo zirarên canî nebînin, cih û warê xwe berdin. Vê siyasetê jî bi zanabûn di meşînin.Hedefa wan jî ew e ku xakê vala bike û li şûna wan hinek kesên li gorî xwe bixe şûna niştecihên herêmê.

Em dikarin bi yek gotinê bêjin DYA’yê sozên ku dabûn  pêk ne anî. Beriya ev êrîş dest pê bikin mekanîzmaya ewlekariyê hatibû çêkirin. Ev ketibû meriyetê. Ji nişkave dewleta tirk ev da aliyekê biryara êrîşê girt. Li hemberî vê helwesta Amerîkayê lezwaz bû bi pabendiyên xwe ranebû. Got; ‘Ez nikarim bi dewleteke di NATO yê de ye re şer bikim.’ Li aliyê din hevalbendê xwe yê ku ev bi salane pêkve li dijî DAIŞ’ê şer dikin ne parast. Sozên ku berê dayî ku wê herêmê, gelê kurd, gelên herêmê biparêzin ji bo ku komkujî çênebin, ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê dewam bike û karên ku hev beş bihata kirin, pêk neanî. Ji bo wê em dikarin bibêjin ku Amerika bi pabendiyên xwe ranebû. Ev jî rewşekî ne baş bû. Me bi awayekî vekirî ji hemû yan re got. Ew jî vê kêmaniya xwe dipejirînin. Yên ku bi me re kar dikin vîna qebul dikin û nikarin înkar bikin.

Em dikarin bêjin ji bo berjewendiyên Amerîkayê bi Tirkiyeyê re xera nebin, ji bo endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê negihê astekî xeter, herêmên niha şer lê tê kirin feda kir. Ev baweriya li hemberî xwe da şikandin.

Ger ku van şeran nedin sekinandin, sozên ku niha didin pêk neyînin, em ê wekî xiyanet pênase bikin. Ev xiyanet li gelê kurd, hêzên me û gelê herêmê hatiye kirin, bê ditin. Me ev bi vekirî ji her kesî re gotiye.

Me berê jî ji her kesî re gotibû ku ger êrîşeke li dijî hêzên me û herêmên me pêk were, dê parastina DAIŞ’ê bikeve pêngava duyemîn û sêyemîn. Ev wisan jî çêbû. Di halê hazir de hedefa me ya yekemîn ew e ku em gelê xwe û herêmên xwe bi parêzin. Dagirkeriyê rawestînin û careke din wan ji xaka xwe bi avêjin. Bê guman DAIŞ xetereyeke cidî ye, li ser tevahî gelê me û mirovahiyê. Lê belê niha ji ber êrêşên Tirkiyê parastina DAIŞ’ê ne di mijara me ya bingehîn û yekemîn de ye.

Hevhatina me bi Amerîkayê re di çarçoveya li dijî DAIŞ’ê de hîn dewam dike. Bi şêwazekî fermî ne qediya ye. Pratîk jî hîn heye. Amerika jî hîn ne ragihandiye ku hevhatina xwe bi HSD’ê re xilas kirine. Ji ber mijara  DAIŞ’ê mijareke ku gelên herêmê û cîhanê eleqeder dike. Niha di destê me de nêzî 12 hezar girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan hene. Hîn xetereya DAIŞ’ê dewam dike. Ev mijarên ku li ser were sekinandin û çareserkirin. Amerika dixwaze li hevhatina li dijî DAIŞ’ê dewam bike. Lê ji bo me parastina gelê me mijara herî sereke û hesase. Me niha xebatên li dijî DAIŞ’ê sekinandiye. Em di vê mijarê de bi tu karên pratîkî re ranabin. Em niha li dijî DAIŞ’ê parastina xwe dikin. Em di zanin bi êrîşên Tirkiyê re çeteyên DAIŞ’ê carek din har bûne. Gelek cihan teqîn pêk anîn. Êrîşî zindanan kirin, xwestin girtiyên xwe xelas bikin. DAIŞ’ê daxuyanî da ku dê têkoşîna xwe xurtir bikin.Yek ji armanca dewleta tirk ew e ku DAIŞ careke din xurt bibe. Em ê li dijî DAIŞ’ê sazî û gelê xwe bi parêzin. Niha gelek kes behsa girtiyan dikin, dibêjin wê dewleta tirk an jî rejîma Suriyeyê werin vê herêmê rêve bibin. Ev ne gengaze ku em bi pejirînin. Pêşeroja DAIŞ’iyan em ê diyar bikin. Me ew girtine, li gel me ne. Tu kes dê biryara wê nede, em ê bidin. Ger ku dewletên me bi hevdure xebat kirî, bi mere bimînin û em ê bi hev re biryara wan bidin. Ji derveyî wê em tu kesê re naçin biryaran. Ger dewletên em behsa wan dikin li vir biçin, dê tu biryarên me bihev re nemîne. Ev girtiyên di destê me de hêza me têre dike yan têrê nake, ev girêdayî me ye. Em ê biryara wê bidin. Me berî çend caran ji her kesî re gotiye. Em ê niha biryarên xwe pêk bînin. Di vî alî de pêwîstiya me bi tu alîkariyê nîne. Ji ber ji bo me ne mijarekî bingehîn e. Lê em jî dizanin ku ev xetereyeke li ser tevahiya cîhanê ye.

Ger cîhan dixwaze ev kesên DAIŞ’î yên hemwelatiyên wan in û çarenûsa wan difikirin û wekî metirsiyekî dibînin, wê demê divê ew jî bi pêwendî û sozên xwe pêk bînin. Em amadene ku kesek bi me re kar bike, em bi wan re kar bikin. Yên ku bi me re kar neke, em jî ne amadene bi kesê re kar bikin.

-Naveroka hevdîtina bi telefonê ya we û serokê Amerîkayê Donald Trump çibû?

Serokê Amerîkayê Donald Trump li me geriya û xwest bi me re bi axive. Alîkarê wî û gelek senetorên din amadebûn. Naveroka hevdîtinê rewşa ku tê jiyîn bû. Xwestin bêjin ka em dikarin çi bikin. Me careke din xwestekên xwe ji bo wan got. Em niha xebatekî hevbeş bi rejîma Suriyeyê re dimeşînin. Me biryar girt ku em li dijî artêşa Tirkiyeyê xebateke hevbeş bimeşînin. Rûsya jî alîkariya rejîma Sûriyeyê dike. Amerîkayê di hevdîtinê de got; ‘Em ne li dijî ne ku hûn bi rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê re parastina xaka xwe bikin. Em destekê didin vê biryarê.’ Yek ji wan biryarên ku me girtî ew bû. Xalekî bingehîn ku me ji wan re xwest, rawestandina şer bû. Ji ber we hêza xwe ji herêmê kêşa ev şer çêbû. We soza dabû ku gelê kurd  were parastin, şerê DAIŞ’ê careke din bi bandor nebe, ji bo aramiya Sûriyeyê xera nebe, me ji wan xwest ku soza xwe pêk bînin. Bi taybetî jî li Serêkaniyê û Girê Spî şerekî giran tê meşandin. Dîsa Kobanê û bajarên me yên Rojava niha di xeterêyê de ne. Me ji wan re got divê ev herêmên ku li dijî DAIŞ’ê şer lê hatine meşandin werin parastin. Di vî milî de soz dan ku bi Erdogan re bi axivin û cezayê xwe li hemberî Tirkiyeyê girantir bike. Da ku ev şer were sekinandin. Herî dawî me jî ji wan re daxuyakirin ku tifaqa me bi hev re kirî we gav jê paşde avêtiye. Em amadene, ger ku hun vî şerî bisekinînin û pêşiya êrîşên Tirkiyeyê bigrin em dîsa dikarin li gorî şertên nû bi hev re karê xwe dewam bikin.

-Bi taybet pirsa ku di rojevê de ye tifaqa we ya bi rejîmê re çêkirî ye. Tifaqa we ya bi rûsan re çiye yan jî tifaqeke wisa heye? Bi taybet naveroka vê tifaqê giştî tê meraq kirin. Ji bo vê tifaqê hûn dikarin çawa bersiv bidin?

Di rastiyê de gava me avêtî gaveke mecburî bû. Mecbur bûn ku ji bo em bikarin pêşiya dagirkeriya Tirkiyeyê bigrin. Ev ne tifaq bû, dikarin bêjin ji hev fêmkirin bi erebî em dibêjin tewefahimek hate çêkirin. Li ser xetên giştî li hinek noqteyan de me lihev kir. Ew jî ku em bi hevre li dijî van êrîşên dewleta tirk bisekinin, ji bo ku artêşa tirk axa Sûriyeyê dagir neke. Aliyê Rûsyayê jî tê de hebû em dikarin bêjin civîna me sê alî çêbû. Anku em bûn, rayêdarên dewleta Sûriyeyê bûn, fermandarên Rûsyayê yên ku li Sûriyeyê bûn. Ji bo ku raya giştî jî zanibe. Ji ber ku gelek axaftin hate kirin. Heta niha axaftineke siyasî nîne. Ev encex bi lijneyên siyasî, nûnerên Rojava û yên bakurê Sûriyeyê herin dewleta Sûriyê bibînin li ser vê guftogoyeke dirêj bikin. Heta ku em bêjin gav avêtinek bê çêkirin. Ev mijareke leşkerî ye. Ev herêmên hatine îlan kirin dê werin dagirkirin ew jî 30 km. Ji tixûb heta rêya duwelî ango navdewletî 30 km. Dê ku em bêjin halê hazir Amerîka jî dibêje êdî em jî mûdaxele nakin. Niha halê hazir em tenê man û dewleta tirk dijî hev şer dikin. Me qabûl kir ku artêşa Sûriyeyê vê herêmê da bi hêzê HSD’ê re li dijî dewleta tirk raweste. Herî kêm em bêjin nehêlin hinek cihan dewleta tirk pêşbikeve yanî cewherê xwe ev e. Anku me qabûl kir ku em û artêşa Sûriyeyê bi hevre dijî êrîşê dewleta tirk bisekinin. Ji bo dewleta tirk nekaribe mesafe û cepha xwe ya şer fireh bike. Mijarên din hene mijarên lihevhatî hene mijarên siyasî ne, mijarên ku li ser werin nîqaşkirin. Helbet lihevhatinek gereke Rojava jî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî perçeyeke Suriyeyê ye. Lihevhatineke bi dewleta Sûriyeyê bê çêkirin bi Rûsyayê re were kirin ev ê were kirin lê niha ne dema xwe ye. Niha em di şer de ne. Divê karê me yê yekem sekinandina dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê ye, ew jî leşkerên Sûriyeyê jî bi me re bin karekê xirab nîne. Di vê çerçoveyê de heta niha me qebûl kir ku hêzên dewleta Sûriyeyê bikevin Minbicê û sînorên me. Tirkan dîsa ev cihên ku Serêkaniyê xeterî heye, ji ber tirk dixwazin wê derê de dagirkeriyê berfireh bikin, navenda Serêkaniyê, Dirbêsiyê heta Til Temirê, rêya navneteweyî. Me niha qabûl kir ku werin bikevin vê herêmê, di vê herêmê de li gel hêzên me bisekinin. Ji bo ku bikaribin li ser navê hikûmeta Sûriyeyê dikarê li vê herêmê biparêzin.

-Rûsya jî di nav lihevkirinê de ye an jî ji derve ye?

Na Rûsya derveyî vê ye. Garantorê vî karî ye. Niha yê ku dikare êrîşî dewleta tirk rawestînin, du hêzin. Ew jî Amerîka û Rûsya ne. Amerîka rewşa xwe diyar e. Xwe ji vê herêmê kişand. Ji ber ku Rûsya alîgirê rejîma Sûriyeyê ye, divê bi hevdû re li dijî êrîşan bisekinin. Halê hazir ev e. Anku lihevhatineke leşkerî ye. Mijarên din gelek ser tên axaftin, ev mijar hê ser nehatine axaftin, guftogokirin. Hem Rojava û hem jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sedî not erdê derveyî şer e. Ne nav şer de ye. Li wan dera xebateke wisa tê meşandin.

-Qet nîqaşek îdarî tune ye, tenê leşkerî ye?

Na ji bo vê divê civîn bên kirin, em bêjin gelek hevdîtin çêbin, encex em dikarin wê demê lihevhatinekî çêkin. Niha xebateke leşkerî di hundirê 30 km de ye. Dirêjiya çemê Dîcleyê  heta Firatê cihên ku dibin hedef, cihên ku pêwîst bike em ê qebûl bikin ku leşkerên Sûriyeyê bikevê û cem hêzên me bisekinin. Ji bo karibin em li pêşiya vê dagirkeriyê bisekinin. Helbet ev ê bibe bingehek ku em karibin yanî lihevhatineke mayînde jî bi dewleta Sûriyeyê re çêbikin. Mafê Rojava heye ku bikeve destûra Sûriyeyê, dîsa em bêjin pêşeroja Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê hin bêhtir bê xuyakirin. Lê ez dixwazim vê li ser teqez bikim. Weke ku hinek dibêjin ne wisa hema anku weke ku hinek dibêjin herêm hema wisa bê hesap leşker ketinê û weke ku bi erebî dibêjin teslîm hatiye girtin. Rewşeke awarte heye dewleta tirk êrîş kiriye, bi hevdure biryar daye ku bi hevre hêza leşkerî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û artêşa Sûriyeyê bi hev re karibin xebatekê li dijî vê bikin. Ji bo ev dagirkerî fireh nebe. Lê belê mimkûne ev bibe bingeheke ji bo em bikarin lihevhatineke ya dem dirêj çêbikin. Gelê me gerek di vir de şiyar be, neyê provokasyonan. Belkî gelek kes bixwazin provokasyonan çêbikin, her kes dikare bibêje vaye me li hev kiriye, temam e, tiştek nema û destkeftiyên me jî ji dest herin. Na, pêwîste xelkê me heta dawî destkeftiyên xwe biparêz e. Ji derveyî tiştên ku lihevkirin çêbûye, divê em tiştek din qebûl nekin. Her tiştek wê di hundirê danûstandin û hevdîtinan de çêbibe, wê bi biryar were çêkirin. Hemû tiştên ku me ranegihand, tê wateya ku nîn e. Tiştên ku em ragihînin, Xweseriya Demokratîk, rêveberiya me ya xweser tiştê ku ragihîne ew esas e. Divê gelê me guh bide daxuyaniyên fermî yên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û li gorî wê tev bigere. Tiştên din ên tên gotin, ên di facebookan de derdikevin, nizanim gotinên ku aliyên girêdayî rejîmê tînin ziman vana giştî tu eleqeya xwe bi rastiyê re tune ne.

Birêz Ebdî, di seranserê cîhanê û her çar parçeyên Kurdistanê de tifaqek û yekitiyeke neteweyî, peyameke bi vî awayî derket. Gelek alî, gelek neteweyên cuda û bi taybetî jî di her çar parçeyên Kurdistanê de yekitiya kurdan tê nîqaşkirin. Pêwîste kurd yekitiya xwe çêbikin. Di vê mijarê de wekî fermandarê HSD’ê peyama we çi ye? Ev êrîşa dewleta tirk bû sedem ku, her kes, hemû gelê kurd û dostên gelê kurd bibin yek. Gelên niha li Ewropa û deverên din ên cîhanê deng didin berxwedana cenga Rojava û moralek mezin didin gelên vir. Wekî kurdekî Rojava, wekî fermandarê HSD’ê hûn peyamek çawa didin ji bo yekitiya neteweyî ya kurd?

Bi rastî ev berxwedana mezin ne îro dest pê kiriye. Vaye bû heşt sal şerê mezin tê kirin. Gelê Rojava, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şervanên YPG-YPJ’ê, bi giştî HSD’ê şerekî mezin di ber tevahî cîhanê de meşandine. Îro jî em netîceya vê dibînin. Ger îro tevahî cîhan aliyê me digire, li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekine, ji ber ku hemû cîhan xwe li hemberî heza me û şervanên me deyndar dibînin e. Her kes dixwaze deynê xwe bide. Ev jî encama berxwedana mezin a xelkên me û şervanan meşandî ye. Bi rastî xwedî derketineke mezin a li vê berxwedanê heye. Tevahî dostên me bi me re eleqedar dibin, ji bo bikarin çi bikin pêşniyaran pêş dixin. Ev tiştekî baş e. Lê belê ev helwestên ku heta niha hatine diyarkirin em bes nabînin, ji bo vê dagirkeriyê bisekinîne. Lê belê lihevhatina ku me bi rejîma Suriyeyê re kirî, hîna pêk neaniye. Rast e, hatine Minbic û Til Temirê, lê hîna di jor de neçûne. Ango lihevkirina me li ser esasê hatina wan a ya ser sînor e. Ango divê ji Til Temir heta sînor pêşiya vê dagirkeriyê bigirin. Pêwîste bên rojhilatê Kobanê, ber bi Girê Spî ve. Divê bên wan deveran. Divê bên rojhilatê Kobanê û bi navê artêşa Sûriyeyê ya fermî, bi navê serweriya giştî ya Sûriyeyê li wê derê bisekinin. Li cem hêzên me bisekinin. Ev hîn pêk neanîne. Ger ev sozên ku dane me pêk neyînin, xalên ku me li ser lihevdû kirine pêk neyînin, wê demê ev lihevhatina ku me kirî dê nemeş e. Şertên me yên esasî ev in. Pêwîste em destpêkê bi hevdû re dagirkeriyê bisekinînin. Niha ji bo me mijarên din, herêmên din ên ku şer niha tê de nîn in, ne mijara sereke ye. Herêmên ku şer tê de nîn e, ruhê vê lihevhatinê ji alemê re îspat bikin, ger armanc welatparêzî û parastina axa Sûriyeyê be. Li vir axa Sûriyeyê tê parastin, cihê ku şer lê heye tê parastin. Pêwîste destpêkê ev pêk were, em destpêkê bikarin li hemberî vê dagirkeriyê bisekinin. Piştre cihên din ên ku me li hev kiriye, gavan bavêjin. Heta ku ev pêk neyê, li cihên din jî mimkûn nîne ku em gav bavêjin. Bi vê munasebetê ez hemû hevalên me yên di çeperan de ne silav dikim. Bi rastî heval li ber xwe didin, berxwedaneke dîrokî raber dikin. Şervanên YPG-YPJ’ê û yên HSD’ê bi pêkhateyên xwe yên kurd, ereb, suryan, tirkmen em hemûyan silav dikin. Hevalên me li hemberî teknîka mezin, li hemberî wan êrîşên berfireh, êrîşên ku em dikarin bibêjin bi hezaran kesên ku koka xwe ji DAIŞ’ê tên û wehşeta rejîma tirk, li hemberî vana hevalên me berxwedaneke dîrokî dikin. Bi taybetî hevalên li Serêkaniyê ez wan silav dikim. Vaye bû 8 roj in li ber xwe didin, berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Hevalên me yên li van deran berxwedaneke mezin raber kirin û hîn jî dûrî bajêr neketine. Li wan deran gund bi gund şer dikin. Hevalên me yên ji Dêrazorê, Reqayê, Tebqayê jî li wê derê ne. Hevalên me yên kurd pêşengiya berxwedanê dikin. Li vê derê berxwedaneke dîrokî dikin. Lewre em hemûyan silav dikin. Em bawer dikin ku berxwedan hebe, dê serkeftin jî hebe. Biryara me berxwedan e, ji ber vê jî em ê bi ser bikevin.

Asta berxwedanê ya hatî girtin ne kêm e û heta em bikarin vî şerî bisekinînin û li vê derê careke din aramiyê pêk bînin. Li hemberî vê pêwîste helwesta hêzên siyasî yên kurd aşkera be. Vaye derket holê ku dijminê me yê yekem dewleta tirk e. Ji bo ev şer neyê kirin vaye bû nêzî 8 mehan me gelek nermahî raber kirin, gelek lihevhatin çêkirin, me gelek gavên pratîkî avêtin. Lê belê dewleta tirk ev hemû dan rexekê û hedefa xwe dagirkirina vê herêmê ye. Hedefa xwe tişteke din nîn e, ne terefekî meînê kurdan e. Ew gelek tiştan dibêjin, behsa PKK’ê dikin, dibêjin ‘hêzên YPG’ê terorîst in, li dijî me şer dikin’, qet rastiya van gotinan nîn e. Çi nermahiya ku pêwîst kir me raber kir, me hêzên xwe ji sînor kişandin, me hêzên xwe yên herêmî kirin wan deran. Amerîka bi xwe şahidê vê ye, heta dinya gişt şahidê vê ye. Lê derket holê ku ev gişt derew in, dewleta tirk yek hedefa xwe heye; ew jî kurdan ji holê rake. Wekî Efrînê demografyaya vê herêmê jî dixwaze biguherîne. Hedef tevahiya gelê kurd e û dostên kurdan e, pêkhateyên ku dostaniyê bi kurdan re dikin e. Hedef ev hemû ne. Ji bo vê jî, hêzên siyasî yên kurd pêwîste tiştên biçûk, nakokiyên biçûk deynin rexekê, ji bo parastina vê axê, ji bo demografyaya vê herêmê neyê guhertin, ji bo axa me li vir neyê dagirkirin pêwîste ew jî bên û tev li vê berxwedanê bibin. Herî kêm pêwîste di aliyê siyasî de bibin yek. Çawa ku raya giştî ya cîhanê bûye yek, pêwîste raya siyasî ya kurd jî bibin yek. Di vê pêvajoyê de kesên ku xwe dûrî vê bibînin, sedemên cuda cuda bibînin, ev wê çaxê nerast e, sibe dîrok dê wan efû neke. Em dizanin ku hinek hêzên me hene ku hina hinek têkiliyên xwe yên siyasî yên di pişt vê êrîşê de hene, îtilafa Sûriyeyê, ew kesên ku dibêjin hikûmeta maket a Sûriyeyê, kesên ku bi tirkan re tên û axa me dagir dikin û vê wehşetê pêk tînin, ku navê xwe fermî kirine Cêyşil Wetenî Sûrî, girêdayî meqet a Sûriyeyê ye, ew jî hikûmeta îtilafê ye. Hinek hêzên me di nava vê îtilafê de ne. Ev tê wateya ku, beşeke ji vê ne. Em destpêkê ji wan dixwazin ku xwe ji wan cuda bikin, herî kêm helwesteke wan hebe, li hemberî vê helwestekê deynin. Diyar bikin ku ew ne bi vê re ne. Tenê têrê nake ku, tev li civînan nebin, divê helwesteke xwe ya aşkera hebin li hemberî vê. Yan na sibe ew jî nikarin bibêjin em ne beşekî ji vê ne.

Bangawaziya me ev e; hemû kes, kurdek li ku derê dibe bila bibe, partiyeke siyasî li ku derê dibe bila bibe pêwîste di vê mijarê de helwesta xwe aşkera bikin. Çi nakokiyên wan hene lê divê piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re, ji şervanên YPG-YPJ’ê re diyar bikin û li derdora berxwedana Serêkaniyê, Kobanê û Girê Spî kom bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar