Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Mazlûm Ebdî: Êrîş girêdayî hilbijartina 14’ê gulanê ye

Fermandeyê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî, der barê êrîşa dewleta tirk a li dijî xwe de axivî û got: “Erdogan û ekîba xwe ji bo serkeftina ji vê hilbijartinê çi ji destê wan tê dikin.”

Fermanderê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di 7’ê nîsanê de bi heyeteke pê re serdana bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê kiribû û bi rayedarên YNK’ê û Koalîsyan Navneteweyî ya Dijî DAIŞ’ê re hevdîtin kiribûn. Dewleta tirk, dema vegerê bi droneyan êrîşî konvoya ku Mazlûm Ebdî û 3 serbazên Amerîkayê têde bûn kiribû. Mazlûm Ebdî jî di nav de di êrîşê de tiştek bi kesî nebû. Êrîş bû sedema bertekên li dijî Tirkiyeyê.

Amerîka, Iraq û YNK’ê bi daxuyaniyên ku dan bertek nîşanî êrîşî dan û daxwaz kirin ku êrîşên bi vî rengî li nav xaka Iraqê pêk neyên. Lê PDK’ê berovajiyên van daxuyaniyan YNK’ê sûcdar kir. Her wiha ji aliyê HSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve jî der barê êrîşê de daxuyanî hatin dayîn û dewleta tirk ji ber êrîşê hat şermezarkirin.

Mazlûm Ebdî jî der barê êrîşê de li ser hesabê medya sanal ê HSD’ê daxuyaniyek bi dîmen da û der barê êrîşa li dijî xwe de agahiyên nû parve kirin û nirxandinên balkêş kirin. Mazlûm Ebdî, diyar kir ku wê êrîşên li dijî wî negihîjin armanca xwe û êrîş bi hilbijartinên 14’ê gulanê ve girêdayî ye û ev tişt got: “Erdogan û ekîba xwe ji bo serkeftina ji vê hilbijartinê çi ji destê wan tê dikin.”

Dewleta tirk ji şerê li dijî DAIŞ’ê ne razî ye

Daxuyaniya Mazlûm Ebdî wiha ye:“Duh dema ku me civînên xwe yên bi hevkarên xwe yên şerê dijî DAIŞ’ê re bi dawî kirin li bajarê Silêmaniyê, piştî nîvroj dema ku em vedigeriyan konvoya em tê de ku ligel me hevkarên me yên amerîkî hebûn, her wiha hêza CTG (DijTeror) hebûn, rastî êrîşeke dronên tirkan hatin. Ev êrîş jî bêencam bû û vala derket. Hedefa vê êrîşê ya esasî ew e ku dewleta tirk bi van êrîşên xwe dixwaze ev şerê hevbeş ê ku niha em ligel hevkarên xwe, çi yên herêmê dibin, çi hêzên kurdistanî dibin, çi dewleta Iraqê dibe, çi hevkarên me yên navneteweyî dibin ku ev xebat û têkoşîna em dikin vala derxîne. Dewleta tirk îro şerê li dijî DAIŞ’ê ku em bi hevkarên xwe re dikin pê nerazî ye û ji bo ku derbê lê bixîne, asteng bike çi ji dest tê dike.

Tirkiye ji peywendiyên HSD’ê yên bi aliyên Kurdistanê re aciz e û ji ber vê yekê ji bo êrîşeke wiha Silêmaniyê tercîh kir. Helbet yek ji armancên sereke yên vê êrîşê bi hilbijartinên Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Erdogan û ekîba xwe ji bo serkeftina ji vê hilbijartinê çi ji destê wan tê dikin. Ji bo vê jî li ser xwîna kurdan hewl didin serkeftineke erzan bi dest bixin û di nava raya giştî ya Tirkiyê de weke kart û avantaj bi kar bînin lê dewleta tirk û hikûmeta Erdogan nekarî bi ser bikeve ji ber ku bertekeke mezin li hemberî êrîşê hat nîşandan.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de Ebdî spasiya helwesta Hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî kir û ev tişt got: “Ez careke din dibêjim, êrîşên bi vî rengî wê negihêjin armanca xwe. Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk min hedef digire û em dizanin dê nebe cara dawî jî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar