Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Mazlum Ebdî: Me xîlafeta DAIŞ’ê têk bir lê têkoşîn didome

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî got ku hêzên wan DAIŞ di hêla leşkerî de ber bi dawiyê ve dibe. Ebdî da zanîn ku ji bo piştî DAIŞ’ê jî stratejiyên wan ên nû hene. Ebdî got ku pêşeroja herêmê jî dê ji hêla gelên herêmê ve bê diyar kirin û ev xeta wan a sor e

Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2013’an de bi destê hêzên derve tev li şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûn. DAIŞ ku di demekî pir kin de bajarên weke Mûsil, Reqqa, Dêrazor û gelek navend û navçe dagirkirin, piştre jî êrîşî herêmên kurdan ên weke Kerkûk, Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê, Hesekê û gelek deverên din kir. Lê berevajî hêzên serdest ên rejîmên Iraq û Sûriyeyê ku ji hemû qadên şer reviyan, gelê kurd bi pêşengiya şervanên YPG û YPJ’ê li her deverekê rojavayê Kurdistanê bi lehengî li ber xwe dan û serkeftinên dîrokî yên mîna Kobanê bi dest xistin. Cara yekemîn bû ku DAIŞ dihat têkbirin û vê têkçûnê jî bi xwe re dawiya wê anî.

Şervanên kurd Girê Spî, Eyn Îsa, Hesekê, Minbic, Tebqa, Reqqa û Dêrazor ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Koma çete niha jî tenê di herêmeke bi qasî 600-700 metrekareyî de asê maye.  Piştî êş û elemên pir giran ku çeteyan hem li Iraq û hem jî li Sûriyeyê bi serê gelên herêmê anîn, bi pêşengiya şervanên YPG, YPJ û HSD’ê niha li bajaroka Hecîn a  Dêrazorê dawî lê tê anîn. Têkildarî mijarê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Nazim Daştan re axivî.

Ji ber sivîlan hesas nêz dibin

Mazlum Ebdî anî ziman ku piştî tunebûna DAIŞ’ê ya di hêla erdnîgarî de, niha jî stratejiya piştî DAIŞ’ê nîqaş dikin. Ebdî got ku 5 sal in li dijî DAIŞ’ê şerekî dijwar tê kirin û wiha pê de çû: “Yekemîn şerê me yê li dijî DAIŞ’ê di 1’ê çileya 2014’an de li Til Hemisê dest pê kir. Ji wê rojê heta niha em li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Îro di şerê leşkerî yê li dijî DAIŞ’ê de em ber bi dawiyê ve tên. Niha li gundê Boxazê asê mane. Em ji ber sivîlan hesas nêz dibin. DAIŞ kêliyên xwe yên dawiyê dijî. Tenê saet û kêliyên wan mane ku biqedin.”

Stratejiya piştî DAIŞ’ê

Ebdî got ku bi xelasbûna şerê li Baxozê re êdî şerê eniyê yê li dijî DAIŞ’ê xelas dibe û ev tişt anî ziman: “Hebûna DAIŞ’ê ya leşkerî bi dawî dibe. Xîlafetiya DAIŞ’ê bi dawî bû. Lê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ di hêla leşkerî de xwe birêxistin nake. Ji bo xelaskirina temamiya DAIŞ’ê stratejiyeke me ya nû heye. Ev stratejî dê li ser du lingan bidome. Ya yekemîn dê li dijî xeta fikrî ye. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran dildarên wan hene. Li gorî pergala hucreyê li herêmê belav bûne. Li hewzaya Firatê, çemê Xabûrê û sînorê Irak û Suriyeyê hîn jî çalakiyan pêk tînin û êrîşî gel dikin. Em jî dê li gorî vê operasyonên ewlehiyê yên berfireh pêk bînin. Ev yek dê bi hêzên koalîsyonê re gav bi gav pêk bê. Lê dê hemû hêzên me tev li nebin.”

Pêngava duyemîn

Di berdewamê de jî Ebdî bal kişand ser pêngava duyemîn û ev agahî dan: “DAIŞ’ê li vê qadê bingeheke civakî jî ava kir. Kesên bi fikrên bi bandor bûn hene. Yên di milê fikrî de xebatê dikin jî hene. Dê ev pêngav jî di vî milî de be. Şerê me yê li dijî DAIŞ’ê bi Kobanê dest pê nekir û bi dawî nebû. Beriya wê û piştî wê jî heye. DAIŞ’ê bi berfirehî êrîşî kurdan kir. Êrîşî Şengal, Mexmûr, Kobanê û hwd. kir. Me jî li dijî wan ji bo hemû mirovahiye şerê parastinê pêş xist. Tu kesî nediweriya li dijî DAIŞ’ê şer bike lê me şer kir. Rejîmê nedikariya li dijî wan şer bike. Piştî ku DAIŞ têk çû, niha dibêjin li dijî wê ne. Tirkiyeyê piştgirî da DAIŞ’ê. Me bedelên giran dan û gelê me êşên giran jiyan. Lê me bi têkoşîna xwe dawî li serweriya wan anî. Ev serkeftinek e.”

Rewşa nû ya li herêmê

Fermandar Ebdî bi lêv kir ku piştî Reqqayê jî şerê li dijî DAIŞ’ê dihat plankirin û wiha got: “Ev plan bi me re hat parvekirin û me jî qebûl kir. Biryara şer hat dayîn û dê ev şer di sala 2019 û 2020’an de jî bidome. Li ser vî esasî di nava koalîsyon û HSD’ê de hevkariyek heye. Trump biryara vekişînê da. Ne şirîkên din ên koalîsyonê û ne jî Pentagon û rayedarên leşkerî li benda tiştekî wiha bûn. Piştî vê biryarê hinek tişt pêş ketin. Ev hêz ketin nava hesabên nû. Di serî de dewleta tirk ji bo xelaskirina DAIŞ’ê, kete nava bendewariyekê. Hêzên navneteweyî yên ku dixwestin têkevin şûna DYA jî hebûn. Em jî li gorî rewşa nû amadekariyên xwe dikin.”

Têkçûna plana dewleta tirk û DAIŞ’ê

Mazlum Ebdî daxuyand ku piştî şerê li dijî DAIŞ’ê bi dawî bû dê DYA hinek hêzên xwe vekişîne û ev nirxandin kir: “Dê hin çekên xwe yên giran vekişîne. Koalîsyon jî dê hinek hêzên xwe vekişîne. Lê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê mîna ku me diyar kiriye dê bidome. Tirkiye hêvî dikir ku Kobanê bikeve û DAIŞ diajo ser me. Têkiliyên wan pir baş bûn û hemû derî li DAIŞ’ê vekirîbûn. Bazirganî bi DAIŞ’ê re dikirin. Ger DAIŞ li Kobanê bi ser keta, dê herêma Cizîrê jî stendiba. Piştre jî ev dê bi Efrîn û Ezazê bidomiya. Lê ev plana dewleta tirk û DAIŞ’ê ya hevpar têk çû.”

Biryara vekişînê û herêma bi ewle

Ebdî anî ziman ku piştî dewleta tirk ketiye axa Sûriyeyê, tabloyekî nû derketiye û wiha derbirî: “Ketina dewleta tirk a Sûriyeyê dagirkerî ye. Îskenderûn (Hatay) jî wisa dagir kirin. Niha jî dixwazin cihên ku ketinê mayînde bikin. Divê tu welatparêz û welatiyên Sûriyeyê vê qebûl nekin. Dewleta tirk endama NATO’yê û mutefîkê stratejîk ê DYA’yê ye. DYA naxwaze di mijara Sûriyeyê de li dijî dewleta tirk şer bike. Dixwaze êrîşên dewleta tirk bi rêyên dîplomatîk çareser bike. Pirsgirêkek me bi Tirkiyeyê re nîne lê ya wan bi me re heye. Dixwaze axa me dagir bike. Piştî biryara DYA’yê jî hewldanên wan ên êrîşê zêdetir bûne. Êrîşa wan dê gelek geşedanên nû bi xwe re bîne. Hevsengiyên li Sûriyeyê êdî diyarin lê bi êrîşeke wiha re dê hevsengiya di navbera DYA û Rûsyayê de xerab bibin. Ji ber vê jî serî li projeya herêma bi ewle dan. Lê me ji wan re şertên xwe gotibûn. Şertê me jî îstiqrara herêmê û girtina vê qadê ya di serî de dewleta tirk, ji êrîşên derve ye. Her wiha divê daxwaza gelê herêmê bê qebûlkirin. Lê Tirkiye dixwaze li herêmê bibe xwedî biryar. Ev jî ne pêkan e. Ne em û ne jî gelên herêmê tiştek wisa qebûl nakin.”

Êrîşen dewleta tirk

Ebdî destnîşan kir ku bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî parçeyek ji axa Sûriyeyê ye û wiha axivî: “Em ji diyalog û têkiliyan re vekirî ne. Tirkiye her tim dixwaze bi gotinên nerast hem raya giştî û hem jî hêzên me mijûl bike. Dê bê qey em her tim êrîşî wan dikin. Ev ne rast e. Yên her tim êrîş dikin û mirovên me li ser sînor qetil dikin, ew in. Em ê tenê bi yên ku hurmetê nîşanî axa me didin re têkilî deynin.”

‘Siberojê dê gelê me diyar bike’

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Têkildarî hevdîtinên bi rejîma Sûriyeyê re rêveberiya me ya siyasî nexşerêyek diyar kir. Xalên wê bi raya giştî re parve kirin. Hevdîtin didomin. Em dixwazin bi rejîmê re çareseriyekê bi pêş bixin. Di dawiya dawî de çareserî bi Şamê re dê pêk bê. Ger ku çareserî bi pêş bikeve, helbet daxwazên me jî hene. Weke HSD’ê şertekî me yê ji bo çareseriyê ew e ku divê dosyaya leşkerî ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê di destê gelên herêmê de be. HSD divê di nava artêşa neteweyî ya Sûriyeyê de xweseriya xwe biparêze. Li gorî me ev rewş pir zelal e. Encama wê dê li qadê diyar bibe. Di nav 8 salan de me bi hezaran şehîd dan, gelên me êşên mezin kişandin û me kedeke bêhempa da. Hêzên me jî ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê. Dê siberoja vê herêmê jî ev gel diyar bikin. Ev xeta me ya sor e. Ji bilî vê tiştek din pêkan nîne.”  DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar