Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mazlum Ebdî: Serokê NY’yê di nava hewldanên xetere de ye

Fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî ji DYA û Rûsyayê xwest ku sozên xwe bi cih bînin û rê nedin guherandina demografyaya herêmê. Ebdî hewldana serokê NY’yê ya ji bo nîqaşkirina pêşniyara guherandina demografyaya herêmê ya dewleta tirk jî weke hewldaneke bi talûke destnîşan kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî li ser hesaba xwe ya twîtterê têkildarî hewldanên guherandina demografyaya herêmê ya ji hêla dewleta tirk û çeteyên wê ve peyamên girîng parve kirin.

Peyamên Ebdî wiha ne:

“Divê Koalîsyona Navneteweyî, DYA û Rûsya sozên xwe bi cih bînin û nehêlin ku li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî demografyaya herêmê ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve bÊ guhertin. Divê şertên peymana bi navbeykariya birêz Pence û Pompeo hatiye îmzekirin bi cih bînin. Her wiha divê mîsoger bikin ku dema welatiyên ji herêmê vedigerin ser warên xwe, rastî binpêkirinan neyên û neyên revandin.

Divê Neteweyên Yekbûyî (NY) nehêle ku projeyên paqijiya etnîkî û endezyariya demografyayê di bin parastina hiqûqa navneteweyî de bên kirin. Divê NY’yê vê hewldanê rewa neke. Dewleta tirk dixwaze ku guherandina demografyaya herêmê bi rêya saziyên navdewletî pêk bîne. Ji bo nîqaşkirina daxwaza guherandina demografyaya herêmê ya Tirkiyeyê, serokê NY’yê biryar da ku komek bê avakirin û bi Tirkiyeyê re hevdîtinan bike. Ev daxwaza serokê NY’yê rê li ber gumanên kûr vedike û hewldaneke gelek talûke ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar