Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Mazlûm Ebdî: Xetereya DAIŞ’ê berdewam e

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî di konferansa Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê de axivî û got ku dewleta trik a dagirker li Kurdistanê êrîşên qirkirinê pêk tîne û wiha got: “Xeteriya DAIŞ’ê berdewam e. Dewleta tirk jî ji bo ku şoreşa me tune bike êrîşekî qirker pêk tîne.”

????????????????????????????????????

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê bi beşdariya sedan malbatên şehîdan 9’emîn konferansa xwe li eywana Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê li dr xist.
Beriya ku konferans dest pê bike deqeyekê rêz hat girtin. Hevseroka Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê ya berê Eyşe Efendî di vekirina konferansê de axivî û konforans li Rêberê Gelê Kurd Abdullaj Ocalan û şehîdên şoreşê pîroz kir û got,”Gelê Kurd ê li ber mirinê bû, bi hatina Rêber Apo re jinûve vejiya. Em bi rihê Apoyî li ser lingê xwe sekinîn. Rêber Apo got ‘me bi derziyê bîr koland û ew bîr veguherî vejînbûnekê û deryayek ji wê avê derket’. Li gel misilmanan ava zemzemê heye, lê ava me xwîna şehîdên me ne û evahiya pêkhateyên herêmê jî ji wê avê qurtek vexwar. Me bi wê hêzê desr pê kir em ê bi ser bikevin e jî.”

Fermandarê Giştîyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi riya bernameya Zoomê tevlî konfiransê bû. Mazlûm Ebdî diyar kir ku tevgera azadiyê bi şehîdan serkeftin misoger kir û wiha got: “Hêza me ya herî mezin di tevgera me û di şoreşa me re ew girêdanbûna me ya bi şehîdên me ye, erka me ye ku em bi şehîdên xwe ve heta dawiyê bên girêdan û riya wan bişopînin.”

Fermandar Ebdî: Xetereya DAIŞ’ê berdewam e

Fermandar Ebdî got ku êrîş ê qirkirinên li ser Kurdistanê didomin û wiha domand: “Ji roja destpêkê heta niha li ser tevgera me û şoreşa me her êrîşên qirker pêk tê, bi taybet jî ew êrîş li ser Rojava tên kirin. Xeteriya DAIŞ’ê berdewam e. Dewleta tirk jî ji bo ku şoreşa me tune bike êrîşekî qirker pêk tîne, li Bakur û Rojava dest bi êrîşên xwe kiriye, her wiha li ser Rojava êrîşeke hedefgirtina binesaziyan kiriye û dixwaze bi van êrîşên xwe jî herêmên din jî dagir bike, lê tevahî heildanên wan têk diçin û vala tên derxistin.”

Mazlûm Ebdî anî ziman ku ew ê heta dawiyê ji bo gelan têbikoşin û wiha berdewam kir: “Weke rêveberî erka me ye ku em jî xwedî bêhtir li şehîdên xwe derkevin. Erka malbatên Şehîdan ew e ku li ku dibe bila bibe divê em xwedî li şehîdên xwe û li tevger û saziyên xwe derkevin. Yê herî zêde ku xwedî li vê civakê û saziyên wê jî derkevin ew in malbatên şehîdan e.”

Piştire mamoste Aras Hiso perspektîfên Rêber Apo yên li ser şehîdan xwend. Rewşa rêxistinî ya Malbatên Şehîdan a di du salan de hat nîqaşkirin û gelek pêşinyarî jî hatin kirin.
Di dawiya bernameyê de ji bo hevserokên Meclîsa Malbatên Şehîdan pêşinyar hatin kirin û Sara Xelîl û Mihemed Bozî weke hevserokên nû hatin destnîşankirin. Piştre hemû hevserokên navçe û bajarên Kantona Firatê sond û qesem xwarin ku ew ê heta dawî bi dilgermî karê xwe bigihînin serketinê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar