Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Mazlum Kobanê: Efrîn bi komployeke navdewletî hate dagirkirin

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Kobanê pirsên rojnameya El Beyan a Îmaratê bersivand. Kobanê da zanîn ku dewleta tirk dixwaze ji bo dijberiya gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê re bi rejîmê re têkiliyan deyne. Kobanê bi lêv kir dewleta tirk dixwaze rojhilatê Firatê û Minbicê jî dagir bike û dagirkirina Efrînê jî bi komployeke navneteweyî pêk hat

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanê têkildarî geşedanên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, li Sûriye û herêmê ji rojnameya El Beyan a Îmaratê re axivî. Kobanê diyar kir ku beriya her tiştî, çareseriya bidawîkirina aloziya Sûriyeyê girêdayî gelê Sûriyeyê ye. Kobanê destnîşan kir ku ew bi rêbaza danûstandinên Sûrî-Sûrî, weke bingeha çareserkirina hemû aloziyên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê dibînin.

Kobanê diyar kir ku hikûmeta navendî ya Şamê hêj rewşa heyî ya li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, pêşniyarên wan a ji bo çareserkirina aloziyê ya rêveberiya xweser û HSD’ê qebûl nekirine. Kobanê wiha domand: “Hinek îdia hene ku dibêjin DYA diyaloga di navbera HSD û rejîmê de asteng dike. Rola DYA’yê ya di vir de ne esasî ye. Ji ber ku biryarên siyasî û îradeya gelên bakur û rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana hêzên derve de nîne.”

Têkiliyên Enqere-Şamê

Di berdewamê de jî Kobanê bi lêv kir ku dewleta tirk çareseriyên li Sûriyeyê û herêma wan asteng dike û wiha derbirî: “Hikûmeta dewleta tirk ji bo dijberiya bi bakur û rojhilatê Sûriyeyê re, bi rêya gelek têkiliyan dixwaze bi hikûmeta navendî ya Şamê re bikeva nava koordîneyê û têkiliyên xwe asayî bike. Ji bo vê jî qala hevpeymana Edeneyê dikin. Li gorî hevpeymanê jî dê kengî bixwaze bikeve axa Sûriyeyê. Lê li gorî me rejîm ji vê sûd wernagire. Berevajî vê, dê ev yek aloziyê kûrtir bike. Ev yek dê ji bilî rewakirina dagirkeriya dewleta tirk û xurtkirina komên terorîst, tu sûdê nede rejîmê.”

Armanca dewleta tirk

Fermandar Kobanê destnîşan kir ku piştî Beşar Esad bûy desthilat, li dijî kurdan bi dewleta tirk re tekilî danîn û wiha got: “Lê tê dîtin ku dewleta tirk di vê pêvajoyê de li Sûriyeyê şane ava kirin, li dijî berjewendiyên Sûriyeyê proje pêş xistin û planên rûxandina Sûriyeyê çê kirin. Hêvîdarim ku hikûmet heman şaştiyê neke. Erdogan bi aşkerayî dibêje ku dê ji axa Sûriyeyê ya ku dagir kiriye, venekêşe. Ji bo vê jî ewlehiya Tirkiyeyê weke hincet nîşan dide. Bi heman hincetê niha jî dixwaze Minbic û rojhilatê Firatê dagir bike.”

Şertên herêma bi ewle

Têkildarî avakirina herêmeke bi ewle jî Kobanê ev agahî dan: “Me berê jî gotibû, em tenê herêma bi ewle ya ku dê li herêma me aramî û îstîkrarê ava bike û di bin parastina hêzên navneteweyî de qebûl dikin. Ji bo formeke ku hemû hêz qebûl bikin jî em dixebitin. Em bi israr in ku herêma ewle bi xwe re destwerdana dewleta tirk neyîne û dagirkeriya dewleta tirk rewa neke. Her wiha bêyî çareserkirina pirsgirêka Efrînê, em nikarin bi dewleta tirk re bigihijin tu lihevkirinan.”

‘Bêyî Efrînê ewlehî nabe’

Di dawiyê de jî fermandar Mazlum Kobanê ev tişt anî ziman: “Armanca me ya sereke, vegera gelê Efrînê ya li ser axa xwe ye. Heta ku ev pêk neyê, em nikarin qala pêşketinên siyasî yan jî ewlehî û îstiqrarê herêma xwe bikin. Vegera gelê Efrînê ya di bin parastina hêzên navdewletî, vegerandina mal û milkên wan û pêşîlêgirtina guherandina demografyaya herêmê, di hevdîtinan de mijarên girîng in. Em dagirkirina Efrînê weke encama komployeke navneteweyî dibînin. Bêdengiya cîhanê jî îsbata vê ye. Dagirkirina Efrînê di nava xalên veşartî yên Astana û Soçiyê de ye. Piştî bedelên giran, em bawerin ku dê li herêma me dîrok êdî xwe dubare neke. Hevgirtina hemû pêkhateyên me û têkoşîna wan a di bin sîwana HSD’ê de, ji bo serxistina projeya rêveberiya xweser zemîneke xurt ava kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar