Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Mazota qeyûm qediya!

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku AKP’ê qeyûm tayîn kiribû, nikare deynê mazotê bide. Qeyûm depoya mazotê teslîmî polîsan kiriye û wesayîtên polîsan jî ji depoya mazotê ya şaredariyê mazotê dadigirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, nikare deynê mazota ku kiriye bide û mazota ku xistiye depoyan li ber xelasbûnê ye. Hat hînbûn ku deynê şaredariyê yê mazotê 4 milyon lîre ye û nikare deynê xwe bide.

Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal, rayedarên fîrmaya sotemeniyê ji şaredariyê re gotine: “Pêşî deynê xwe bidin paşê em mazotê bidin.” Li ser vê rayedarên şaredariyê careke din hevdîtin bi fîrmayê re kirine, lê belê fîrmayê dîsa heman bersiv daye wan. Ji ber vê qeyûm Mûstafa Yaman ferman da ku deynê fîrmayê demildest bê dayîn. Lê belê ji ber şaredarî di warê pereyan de tengijiye, Serokatiya Daîreya Xizmetên Malî nikaribû deynê fîrmayê bide. Ji ber vê qeyûm ji bo wesayîtan mazot sînordar kir.

Pompeya mazotê danê destê polîsan

Her wiha li ber pompeya mazotê ya şaredariyê 4 polîs hatine peywirdarkirin. Hat ragihandin ku gelek wesayîtên zirxî yên polîsan jî mazotê ji depoya şaredariyê dadigirin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar