Brett McGurk diyar kir ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî ku bi operasyoneke hevpar a HSD û DYA’yê hate kuştin û ev pirs kir: “Çima Bexdadî ne li Bakurê Sûriyeyê yan jî li rojavayê Iraqê lê belê li gundekê ku artêşa tirk weke baregeh bi kar tîne hate kuştin? Divê Tirkiye bersiva vê pirsê bide.”
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê yê DYA’yê ku di navbera salên 2015 – 2018’an de li ser kar bû Brett McGurk têkildarî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî ku bi hevkariya HSD û DYA’yê hate kuştin, ji The Washington Post’ê re nirxandin kirin. McGurk dibêje ku bi operasyona li dijî herêmên kûr ên bakur rojavayê Sûriyeyê re hostatiya Hêzên Taybet ên DYA’yê careke din xuya bûye û wiha didomîne: “Li hêla din kitekitên vê operasyonê nîşan dide ku der barê Sûriyeyê de rastiyên cudatir hene. Her wiha nîşan dide bê ka bi vekişîna lezgîn re DYA’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi winda kirine.”
Bi berdewamî jî nirxandina McGurk wiha ye:
“Bexdadî ne rêberekê wisa ye ku bi lez û bez kesek cihê wî bigire. Bexdadî weke xelîfeyê misilmanan, xwedî sicîlekê cuda ye. Piştî ku xwe weke xelîfe ragihand jî hişt ku bi hezaran şervanên biyanî biherikin Sûriyeyê. Zêdetirî 10 hezar şervanên wan li Sûriye û Iraqê hene lê DAIŞ her ku diçe qels dibe û di nava 5 salên dawî de ewqas qels bû ku nekarî axa xwe kontrol bike.
Ev dem dikariya ji bo ku serkeftina heyî mayînde bibe û ji hevparên Bexdadî agahiyên zêrîn bihatina bidestxistin, pir baş bihata bikaranîn. Analîzkerên me niha li ser vê îstîxbaratê dixebitin û bi van agahiyan re hewl didin li Sûriye, Iraq û herêmên din xwe bigihînin şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê. Lê vekişîna me ya bi lez û bez dê xwegihandina van şaneyan zehmet bike. Hêzên Taybet ên DYA’yê xwe ji herêmên Reqa û Minbicê ku navendên DAIŞ’ê ne û êrîşên li dijî Ewropayê organîze kiribûn, pir zû de terikandî ne. Ev herêm niha ji hêla Rûsya û rejîma Sûriyeyê ve tên kontrolkirin. Îhtîmal heye ku li pêşiya van armancên me bibin asteng.
Cihê ku Bexdadî lê hatiye kuştin
Hinek mijar hene ku divê Tirkiye jî têkildarî wê bi axive. Bexdadî ne li herêmên ku her tim lê dihat dîtin ên Rojhilatê Sûriyeyê û rojavayê Iraqê, li herêma Idlibê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ku 5 km’yan nêzî sînorê Tirkiyeyê ye hate dîtin. Ev herêm ji sala 2018’an ve ji hêla gelek baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ve tê parastin. Li gorî vê, tevî ku Tirkiye şirîk û endama NATO’yê ye jî operasyon bi sedan kîlometreya dûrî wê dest pê kir. Her wiha li gorî agahiyan, DYA’yê agahiya operasyonê heta ku gihiştin ber sînor jî nedaye Tirkiyeyê.
‘40 hezar şervanên biyanî li ser Tirkiyeyê derbas bûn’
Di salên dawî de Idlib ji bo terorîstan veguheriya bihûşta herî mezin a cîhanê. Gelemperî jê di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, zêdetirî 40 hezar şervanên biyanî li ser Tirkiyeyê derbasî bakurê rojavayê Sûriyeyê bûn. Gelemperiya kontrola Idlibê jî niha di destê rêxistina girêdayî El Qaîdeyê de ye. Têkiliya vê rêxistinê yên sîmbiyotîk bi hêzên muxalîf ên girêdayî dewleta tirk re hene. Êdî em dizanin bê ka ewqas mêvanperwerin ku terorîstên lêgerîna wan heyî û binamalên xwe bi rehetî li wir kampan ava bikin.
Îstîxbarata HSD’ê
Ev agahiye hê jî li ser ewlehiya neteweyî ya DYA’yê gefeke mezin e. Em ji herêmê ne bi rêya Tirkiyeyê, tenê dikarin bi şirîkên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di bin kontrola kurdan de ne agahiyên îstîxbaratî bigirin. Geşedana kuştina Bexdadî ku Serok Trump ragihand, em qet şaş nekirin ku îstîxbarata wê ji HSD’ê hatiye. Ev yek ji bo hemû operasyonên ku li herêmê li dijî DAIŞ’ê hatine kirin derbasdar e.
Hêzên tundrew ên dewleta tirk
DYA’yê ji bo têkbirina DAIŞ’ê alîkarî da 60 hezar şervanên HSD’ê ku ji ereb, kurd û xiristiyanan pêk tê. Ji ber ku ji bilî vê tu alternatîfên wê yên cuda nebûn. DYA’yê di serî de hewl da ku bi Tirkiyeyê re li dijî DAIŞ’ê hêzekê ava bike. Lê her du aliyan jî ji ber ku ev hêz tundrew bûn, ev hevkarî nepejirandin. Di nava demê de HSD’ê 11 hezar windahî dan. Bi vê yekê re hiştin ku hêzên DYA’yê bi komên biçûk, rîskeke kêm û bi pereyekê biçûk li Sûriyeyê bixebite.
Destûrdayîna êrîşên dewleta tirk
Ev hemû nîşan didin bê ka bi veguhestina hêzên me yên li Sûriyeyê û destûrdayîna êrîşa Tirkiye û hêzên tundrew ên girêdayî wê ya li dijî HSD’ê çiqas xetayeke stratejîk e. Vê geşedanê jî hevsengiya ku demekê li vir stabîl xera kir. Hinek aktorên nû tev li DAIŞ’ê kirin û hişt ku bi hezaran kurdên ji Sûriyeyê koçberî Kurdistana Iraqê bibin.
Ji ber vê yekê jî hiştina komeke biçûk a hêzên DYA’yê ya li herêmên petrolê, bi aqilane nayê. Diviya bû ku ev hewldan ne ji bo parastina herêma petrolê, ji bo pêşîlêgirtina jinûve zindîbûna DAIŞ’ê bûya.
Kuştina Bexdadî ya di dawiya tuneleke tarî de dibe ku bandora bala ji bo DAIŞ’ê ya kurewî kêm bike. DYA bi hevkariya dewletên cîhanê re bi serdegirtina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên li gelemperiya cîhanê re dikare serkeftina xwe mayînde bike. Li herêmên Sûriyeyê cihên ku Dewleta Îslamî pêşeroja xwe lê zêx kiriye zehmete vê serkeftinê mayînde bike. Hêzên DYA’yê zû de ev herêm terikandin. HSD ya ku heta mehek berê jî li bajarên xwe ji îstîxbarat û xwegihandinê sûd digirt, niha neçar ma ku bi Rûsyayê re li hev bike.”