Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Me 49 rojan şîn girt’

Bavê gerîlayê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) Murat Demîr  diyar kir ku wan ne 3 rojan, 49 rojan şîn girt û wiha got: “Me xwest şîna xwe li ber deriyê mala xwe deynin. Lê bi fermana Wezîrê Karên Hundir destûr nedan. Nehiştin em li mala xwe jî şînê dînin.”

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Muhammet Emîn Demîr (Denîz Agirbaz) piştî 49 rojan radestî malbata wî kirin. Malbatê di şeva 29’ê îlonê de cenazeyêkurê xwe li Bismilê defin kirin. Polîsan bi fermana Wezîrê Karên Hundir destûr nedabû ku malbat li ber deriyê xwe şînê dîne. Bavê Muhammet Demîr, Murat Demîr anî ziman ku wan di 49 rojan de gelek êş dît û wiha got: “Şîna me ne 3 roj 49 rojan berdewam kir. Ev êş nayê vegotin. Dema, zarokê min li morgê dihat rawestandin, nikarîbûm li malê rehet razêm. Dema me cenaze anî, gelek zehmetî derxistin. Ne hiştin em cenazeyê xwe bişon. Di rêde em bi kêfî sekinandin û darbest vekirin. Di ketina Bismilê de dîsa em bi keyfi sekinandin. Dema me cenaze spart axê polîsan bi erebeyên zirxî dora me girtin. Destûr nedan em şînê dînin. Destûr nadin yekî misilman cenazeyê zarokê wî li mizgeftê bişon. Malên şînê qedexe kirin. Nehiştin em şîna xwe deynin. Gotin ‘Bi fermana Wezîrê Karên hundir hatiye qedexekirin’ û destûr nedan.”

Demîr bibîr xist ku xwestin di hewşa mala xwe de şînê dînin lê destûr nedan li hewşê jî şînê dînin û wiha got: “Niha em li bajarê 100 hezar nifûsa wî heyî dijîn. Li vî welatî herkes diçe şîna herkesê. Şîn bi girseyî çêdibin. Lê îro malbatek nikare şîna kurê xwe dîne. Me çiqas rica jî kir lê destûr nedan. Aliyên MHP, AKP û CHP’ê jî hatine şîna me. Di şînê de siyaset nabe. Bila siyaseta qirêj li ser cenazeyan nekin. Ger ku nehiştin em şînê dînin, çima cenaze dan? Bila mabûya li cihê bûyerê. Dixwazin têkiliyên gelan ji hev qut bikin.”

Demîr bilêv kir ku navê kurê wî Denîz ji nifşên Denîzan tê û wiha axivî: “Navê kurmetekî min jî Denîz bû. Ew jî şehîd ket. Navê kurê min jî Denîz bû. Ew jî şehîd bû. Ev sê nifşin li vî welatî Denîz dimirin. Denîz xelas nabin. Divê şer bi dawî bibe. Bila esker, polîs û ciwanên kurd neyên kuştin. Bi lez dev ji vê siyaseta qirêj berdin. Em jiyanek aştiyane dixwazin. Hin malbat 4, hin malbat 6 meh in li benda cenazeyên xwe ne. Êşek gelek mezin e. Me di 49 rojan de êşên gelek mezin kişandin. Hemû malbat û derdorê ev êş kişand.”

Demîr, herî dawî anî ziman ku piştî 49 rojan dema jê re gotin cenazeyê xwe bibe kêfa wî hat û wiha got: “Min got ‘mirov dema cenazeyê xwe digire ma kêfa wî tê?’ Em êdî ketine rewşek wisa.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar