Êrîşên Tirkiyeyê ku di meha tirmehê de li dijî başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin li bejahiya navçeya Amediye ya Duhokê bi dijwarî berdewam dikin. Ji bo pêşî li girtina êrişên Tirkiyeyê bê girtin û avakirina yekitiya neteweyî ya kurd hewldanên partiyên siyasî yên kurd jî berdewam dikin. Şandeyeke jinan ku ji aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) pêk dihat serdana Herêma Kurdistanê kir.
Di serdanê de hevdîtin li gel partiyên siyasî yên kurd, aktivîstên mafên mirovan, rewşenbîr, rojnameger, hûnermendan û welatiyên ku ji ber êrişên Tirkiyeyê ji nêçarî ji gundên xwe koçber bûne re hatin kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan ku di şandeyê de cih digirt der barê girîngî û armanca serdana wan a Herêma Kurdistanê û naveroka hevdîtinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
Aslan da zanîn ku yek ji mijarên herî girîng ên serdanê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bûye û got ku tecrîdê Kurdistan û Rojhilata Navîn xistiye nava aloziyê û wiha got: “Armanca sereke ya serdana me ew bû ku em li ser şerên ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diqewimin û êrişên dawî yên li ser başûrê Kurdistanê biaxivin û nîqaş bikin. Di serdemeke ku êrîş dewam dikirin de me serdana xwe pêk anî. Yek ji mijarên herî girîng jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bû. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in dîl hatiye girtin û ev 41 meh in tecrîdeke giran tê meşandin. Tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were ji aliyê hiqûqî û siyasî ve li gelek deverên cîhanê kampanya hatin destpêkirin. Hem weke jinên kurd û hem jî weke partiyên kurd me ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk were ku alozî û şerê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn rawest e em dikarin çi bikin, me li ser vê yekê nîqaş û hevdîtinan kir.”
Aslan diyar kir ku di hevdîtinên wan ên bi partiyên Kurdistanî re fikra yekitiya neteweyî derketiye pêş û wiha domand: “Ji bo kurd bikaribin di vê rewşa alozî û êrişan de xwe biparêzin û statuya xwe biparêzin, yekitiya neteweyî pêwîst e. Nûnerên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, hunermend, rojnamevan û rewşenbîrên ku me bi wan re hevdîtin pêk anî; di vê mijarê de xwedî nêrîneke hevpar bûn. Lê divê ev daxwaz bi awayekî rêxistinkirî be, da ku pêşî li şerê diqewime bê girtin û bandorê li siyaseta cîhanê bike. Li dijî êrişên Tirkiyeyê hêrseke cidî ya Başûr heye. Gelek partiyan jî li dijî êrişan daxuyanî dan. Me jî dît ku ji bo vê yekê divê em zêdetir têkiliyan li pêş bixin. Ev berpirsyarî dikeve ser milê hemû kurdan.”
Aslan bal kişand ser bargehên Tirkiyeyê yê ku li Herêma Kurdistanê hatine avakirin û got: “Me li Hewlêrê xwe bi ewle hîs nekir. Em 3 rojan li Hewlêrê û 3 rojan jî li Silêmaniyê man. Kurdistan ji aliyê dewletên serdest ve bûye çar parçe. Me got em kurd çawa dikarin vê perçebûnê ji holê rakin? Îro Rojava xwedî statuyek e. Li aliyê din Bakur bi salan e bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû ye. Her roj êriş li ser destkêftiyên me tên kirin. Nêzî 20 sal in li Başûr statûyek heye. Ji ber vê jî hêviya gel heye. Dixwaze ev der bibe mala hemû kurdan. Kurd dixwazin li wir bi ewle bin. Lê dewleta tirk hem ji aliyê çandî, hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê leşkerî ve li wir bi cih bûye. Ev rewş ji bo statuya Başûr xeteriyeke mezin e. Nebûna berteka li dijî vê yekê xeteriyeke mezin e. Di encama sûîqastê de gelek siyasetmedar, aktîvîst û rojnamevanên kurd ên ji Bakur çûbûn Başûr jiyana xwe ji dest dan. Vê yekê rastiyek derxist holê. Hikûmeta Başûr dê çawa kurdan biparêze? Li Başûr 600 gund hatine valakirin. Cihên ku berê gel dijiya niha bûne waregehên dewleta tirk. Tirkiye ne tenê ji aliyê lêşkerî ve weke dewletek jî li herêmê bi cih bûye. Kesên ku me bi wan re hevdîtin kirin radigandin ku piştî dagirkirinê, Tirkiye çanda xwe jî tîne herêmê û cihên dîrokî hildiweşîne. Ji ber vê yekê ne tenê siyasetmedareke kurd, heta ku zarokekî 7 salî jî xwe li wir bi ewle hîs nake.”
Aslan bal kişand ser hevdîtinên şandeyê yê bi rêxistinên mafên mirovan re û wiha got: “Me bi saziyên mafên mirovan û aktîvîstan re jî hevdîtin pêk anîn. Tiştên ku ji me re gotin, li herêmên ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê dagir kiriye bandorê li ser înternetê û televîzyonan jî dike. Li Başûr li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin tenê televîzyonên Tirk weşanê dikin ji ber vê yekê jî zarokên li wê derê jî bi tirkî diaxivin. Girêdana înternetê ya Tirkiyeyê heye. Ev rewş li ser Başûr rê li pêşiya xeteriyeke mezin vedike. Aloziyeke hiqûqî, aborî û siyasî heye. Sedema krîza aborî ne pirsgirêk û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê ne. Sedem nerêvebirina adilane ya rêveberiya Hewlêrê û hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re ye. Rêveberiya Başûr dibêje ku ew hewl didin statûya xwe biparêzin, lê di qonaxa niha de nikarin ziman jî biparêzin.”