Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Me deriyê hêviyê her tim vekirî hişt’

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn.

Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin, di hefteya 809’an de bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber vîrûsa coronayê çalakiya xwe bi rêya medyaya civakê bi vîdeo parve kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Yahya Yakut ê 27 sah berê di 5’ê Îlona 1993’yan de li Mêrdînê di bin çavan de winda kirin pirsîn.

Di daxuyaniya înternetê de kurê Yahya Yakut, Ridvan Yakut anî ziman ku ji bo dîtina bavê xwe 27 sal in têdikoşin û wiha got: “Têkoşîna me ya 27 salan hêj encam negirtiye. Hêj em der barê aqûbeta bavê xwe de tiştekî nizanin. Di salên 1990’î de dewletê xwestin em bibin cerdevan. Ji ber em nebûn cerdevan me gundê xwe vala kir. Em koçî navçeyê bûn. Bavê min li navçeya Midyadê ji aliyê kesên bi çek ve hat binçavkirin û revandin. Bavê min ewil li dijî wan li ber xwe da. Dîsa ew bi zorê binçav kirin û carek din me agahî jê negirt. Dema bavê min winda kirin ez zarok bûm. Lê me tu carî deriyê heviyê negirt. Her tim me deriyê heviyê vekirî hişt. Dayika min tu carî dest ji têkoşîn hiqûqê berneda. Me ji bo gelek gorên komî serlêdan kir. Lê heta niha di aliyê ronîkirina aqûbeta bavê min de tu gav nehatigne avêtin. Em ê heta dawî ji bo ronîkirinê têbikoşin û em dest ji vê têkoşînê bernadin.”

Parêzerê Yakut Erdal Kuzu jî anî ziman ku revandina Yakût mînaka xebatên JÎTEM’ê ye û wiha got: “Heta niha lêpirsînek baş nehatiye kirin. Heta niha Serdozgerê Komarê yê Mîdyatê lêkolînek ji bo ronîkirinê nekiriye.”

Her wiha daxuyaniya vê heftê ji aliyê endama Mirovên Şemiyê Sînem Asya Esengen ve hat xwendin.

‘Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû’

Xizmên windayan û Komîsyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ di hefteya 607’an de berdewam kirin. ÎHD’ê dîsa bi rêya vîdeo li ser medyaya civakî daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn.

Rêvebera ÎHD’ê ya Amedê Hediye Saltan daxuyanî da û aqûbeta Fettah Erden ê di 20’ê Nîsana 1994’an de li Navçeya Bassa ya Şirnexê hat windakirin pirsî. Saltan anî ziman ku Fettah Erden zewicî bû û bavê 10  zarokan bûn û wiha got: “Leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bassa bi ser mala Erden a li gund de girtin û Erden li malê binçav kirin. Fettah birin cem teymen Mehmet Karabela û Ertaç Onadli. Malbata Erden heta sala 2009’an ji ber gef li wan dihat xwarin doz venekir. Fermandarên qereqolê Mehmet û Ertaç malbat bi kuştinê tehdît kiribûn. Malbata Erden piştre koçî Hezexê kirin. Malbatê piştî bûyerê 15 sal şûnde serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê dan. Lê hemû serlêdanên malbatê bê encam man.” STENBOL / AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar